Mafźn Mirovan / Perwerdeyī

Ešitim-Sen: Rewižta we Binerd Bibe!

Ēaržem, Sermawez 6, 2013

Ešitim Sen’ê rexne kir kû hukûmat dilsozî û girêdayiya bi AKP, kiriye wek bingeha dadmediyê û biryar da kû ew tûcar li ber hukûmata kû li rêyekê di gere kû perwerdehiya têkel ji holê rake serê xwe natewînin.

 

Lijneya Rêvebiriya Navendî a Ešitim Senê bi sernava Rewižta we Binerd bibe daxûyaniyek dan û wiha gotin:

 

Xebatên avakirina bingeha pêžnûmaya AKP a bi wêna 2013 bi navê ‘Tirkiyeya Mezin’ bi lez didome. Hunkarê me Serokvezîr Erdošan fermanek da û got: ‘Dema wargeh têra xwedevanan neke keç û lav bi hevre li malekê di mînin. Ev tižt li dijî xwezaya me a kevneparêz a demokratî ye. Me li bajarê Denizliyê dit. Me ji walî re ferman da, çi pêwîst bê wê bê kirin’ û ev ferman kete nava rojeva me.

 

Polîtîkayên AKP ên kevneparêz û tenê ji xwe re demokrat ji bo zordariyê bingeh ava dike

Ev gotinên Erdošan rastiyek din jî daye ber çavan. Serokvezîrê vî welatî dixwaze tenê mirovên wek wî di ramînin bibîne, ji ber vê yekê çi gav bên avêtin bi awayek biryardayî li pižta van gavan di sekine. Bi vê sedemê destilatdarên  bang dikin kû êrîžan bidin ser malan, zordariya li ser kesên li nav kolanan seba ‘namûsê’ tên kûžtin, kesên hê zarok tên zewicandin, destirêjî, destavetin, lêsorkirina zarok çêkirin, ji bo keda erzan mirov bên žuxûlandinê nabînin û nabihîzin! Lewre polîtîkayên AKP ên kevneparêz û tenê ji xwe re demokrat bingeha vê zordariyê ava dike. Lewre gor AKP li holê zordariyek tunne, bûyerên herêmî û tirîžên rewižteyî hene. Dibêjin ‘zarokan ji ber xwe nebin, komar wê zarokên we xweyî bike’ lê li aliyê din wargehên zarokan lê xweyî dikin destdirêjî û destavêtinên kirêt çêdibin û hebûna ew kesên destdirêjiya zarokan dikin carna tên payebilindkirin, carna bi destê dadgehan tên berdan vê rewžê baž dide ber çavên me!

 

Kesên berdar di biryar standina li ser navê xwe de azadin!

Serokvezîrê dibêje ‘parêzgeran zarokên xwe danîne bin spartina me’ bira ji bîr neke kû kesek bê 18 salî û hatibe dema zanîngehê wek zarorkekê bê navkirin jî nakeve bin spartina hukûmatê an jî komarê. Kesên berdar di biryar standinê û bijartina hevalên xwe ên malê de azadin. Ger ev rastî vajî bibe wê gavê giringe zagonek nûh bê derxistin her wekî hûn jî dizanin serokwezîr jî vê dibêje. Dema ev zagon ji nû ve bê saz kirin gor xwezaya xwe ne tenê xwendevanan wê hemû civakê bêxe bin bandora xwe û bi vî awayî hûn dibêjin armanç çiye? Gelo ji bo kû kesên bi hevre ne zewicî heval û hogir bin jî da nehêlin di malekê de bijîn? Ger ežkere bê axaftin pêwistiya vê zagonê  derketina polêsiya Rewižtî û da kû kesên ne zewicî bi hevre ne jîn zagonek zînayê ye. Dema navbera Yekitiya Ewrûpa û hukûmatê baž zîna ji beža sûcdariyê hatibû derxistin em bawerin dema roj hat di naveroka ‘demoratîbûnê’de vê zagonê ji bo hemû kesên we fireh bikin û dixwazin bînin meclîsê.

 

Ger îro dê û bav nirxên bi destê AKP tên sepandin û awaya jiyana kû AKP dixwaze ne pejirînin, ji ciwanên hatî temenê zanîngehê azadiya jiyanê a gor nirxên xwe ji wan bê standin û li nava wan wargehên bi bêža civakê tên ava kirin tenê bi žîrova olek an jî zavekê pergal di tê dorpêçkirin tê wê wateyê kû îro hukûmat kesên wek wan ne fikirin tûnne di hesibîne.

 

Serokwêzîr Raperîna Geziyê Nikare Bipejirîne!

Wisa tê fam kirin kû Serokwezîr pižtî pêvajoya Geziyê di xebite kû wê civaka li dijî fažîzmê keti nav raperînê nas bike û hingî nas dike ew qas ji awaya jîyana wan kesan ditirse. Na pejirîne kû zayendên cûda bi hevre li berxwebidin serde jî para bêhtir ev hêza bi navê berxwedana jinan tê nasîn bê cûdahî jin û mêr li gel kesên LGBTŻ bi hevre textê wî hejandine. Bi vê sazkirinê jî dixwaze gefê li  kesên li berxwedana Geziyê cih girtî bike û peyamekê tirsê dide wan: ‘çavê min li ser weye’.

 

Saloxgerî jî seferber kiriye kû kesên wek wî ‘kevneperest-demokrat’ nebin bên vekolandin ji ber vê yekê parêzger û serkarên wî ên ewlehiyê ji wî re agahî li ser agahî dižînin. Herweha li Denizliyê bavê da kû kiryarê destdirêjî bi serê keça wî anî bê girtin bi hezaran îmze berhev kirî nabîne lê bala xwe daye keç û lawikên li Denizliyê di malekê de dijîn û ji xwere ev tižt kiriye xem. 

 

AKP dixwaze hemû kes ji wan re bibin evdên bidil!

Wekî din AKP bi saya endezyariya civakî a li ser kapîtalîst-kevneperest û desthilatdar ava bûyî dixwaze herkesek ji wan re bibin evdên bidil. Ji ber vê yekê hemû cavkanî û pergalên komarê ji bo vê plansaziyê didin žuxûlandin. Girînge em vê baž bizanin wexta Tayyip Erdošan li ser kêmasiyên wargehan di axive gazinca wî ewe kû wargeh bi wate û peywirên li ser hatî avakirin ên esasî bi cih naînin.

 

Pirsgirêka starbûna xwendevanan wek ažîtê mezin dibe.

Dema Li Lijneya Nuneriya Zanîngehê a Sendîkaya me li ser vê mijarê hevdîtin pêk hatî endamên mê hinek rastiyên rayda dan ber çavan. Her wiha,

Her sal zanîngeh hejmara xwendevanan zêde dike lê pirsgirêka sitar bûnê wek ažîtekê mezin dibe. AKP û KYK dikarin lêçûnên wargehan demek nêz de derbixin lê gîro dikin da kû xwendevan neçar bimînin û xwe bavêjin nav cemaat û beža taybet. Li gelek bajaran (minak Dêrsim) ber kû KYK nikare pirsgirêka sitarbunê çareser bike gelek xwendevan têkilîyên xwe ji dibistanê dibirin û dizivirin malên xwe. Kêmasiya zerengiyê dibe sedema gelek xwendevan ji mafê xwe ên perwerdehiyê bêpar bimînin. 

 

Civatên oldar ji ber kû di aliyê derfetên wergeh û sitarbûnê rola xwe dilîzin ciwanên me demek dirêj dixin bin hestek deyndarî û bi vî rengî ciwanên me girêdidin xwe.

 

Kiryara xwendevanên mêvan bûye mijara dijberiya fermana pejirandina tomarê û her wiha hatiye pejirandżn kû qasî hezar kesên nêzik ramana hukûmatê li wargeha bên cih kirin.

 

Li wargeha kiryara cûdakirina jin û mêra tê darxistin. nêzik 347 wargeha wek wargehên jin û mêr ji hev hatine cûdakirin.

 

Da kû li wargehan qûrsên qûranê bên vekirin rêvebir zordarî dikin. Ji xwe ji terazûna KYK a kêm ji bo rêvebirên qursên qûranê çavkanî di tên žuxûlandin. 12 xwendevanan xwestîn kû qûrsên qûranê vebin serkariya gižtî a KYK bi rêwerzek nivîskî erêkirin da û qursan destpêkir û ev kiryar li hemû wargehan belav bû her wiha ji sê parên wargehan li du wargehan niha ev qurs hatine vekirin. 

 

Sala hindekariya 2012-2013 de li ser rêwerzek devkî a ji serkariya gižtî a KYK hatî žandin li serkariyên herêmî û li cihên serkariyên herêmî le nêbin bi destê serkariyên wargehan li nîvi wargehan çalakiyên ‘ Roja Rojbûna pîroz’ hatin li darxistin.

 

Di bin navê resîtalên helbestan û konsertan ji bo pižtevanên AKP çavkanî tên dayîn û ev bež di tên xenî kirin.

 

Serkarên wargehan ên dûrî AKP û serkarên jikarketiya wan tijî bûyî li navbera herêma tên mižextîkirin an jî zor didinê kû jikarketina xwe bi pejirînin. Bi sedan serkarên waregehan û kizîrên serkaran bêdil tayînên wan hatiye derxistin û guhêztine nav bajar an jî derveyî bajar.

 

Yekser destên xwe ji jinan û xwendevanan bikžînin!

Em li ser navê Ešitim Sen dixwazin diyar bikin kû em radest nabin deshilatdarên maf û azadiyên bingehî ji holê radikin. Li dijî deshilatdariya girêdan û dilsoziya bi AKPre anîye rêza têgeya bingehî a dadê, ew deshilatdariya hemû cûreyên cûdagirtinê û nehevpariyê kûr û belav kirîye, li rêyekê digere kû perwerdehiya têkil ji holê rake û bi xwestekên xwe ên hatî tepisandin welatê me rêve dibe girînge em radest nebin! Ew giyan û hesta nexwež a çi gava qadek kû jin û mêr hatî cem hev difikire di serî de hevžabûn dikeve nav mejî û gor wê hevžabûn jî fehžitiyek mezine giringe yekser destê xwe ji xwendevanên mê û jinên kû dibêjin em wan diparêzin bikžîne! Bira hemû kes bizane li kîderê be jî li dijî van kesên di bin simbêlên xwe ên wek behîvê de li gel žewirmend û rewženbîrên xwe ên li ser navê demokrasiyê fažîzmê didin žuxûlandżn emê bi awayek biryardayî tekožîna xwe bidomînin.  

Can't create/write to file 'C:\Windows\TEMP\#sql1280_9b_6.MYI' (Errcode: 28)