Mafn Mirovan / Perwerdey

Maf Perwerdey ji bo LGBT yan li Sempozyma Dij-Newekhew de Qewim

Duem, Berfanbar 23, 2013

Sempozyûma 2. mîn li Dij-Newekhewî di 13-14 ê Berfanbarê de li Navenda Hunerên Hevçerxî hate holê.

 

Îsal mijara sempozyûmê li ser perwerdehî yê bû. Bedarên Beljîkayî, Elmanî, Holendî, Îrlandî, Swêdî u Swîsî di roja yekemin de ramyarîya xwendekarên LGBT yê li nav welatên xwe peyivîn.

 

“Mafên LGBT î yan Hîm Mafên Mirovan e”

Ali Erol ji KaosGL yê di guftûgo ya vebûyîna sempozyûmê da bang kir ku “ji bo wekhevî û azadîya homoseksuelan, transan, Elewîyan û Kurdan di nav civakê de, mafên LGBT wek hîm mafên mirovan be xwedî derketin.”

 

Tuncel: “Divê Homoseksuel di nav Pirtûkên Wane de jî Cih Bigirin”

Hevserokê HDP (Halklarn Demokratik Partisi) yê Sebahat Tuncel pitî Erol peyivî û got “ji bo ku Komara Tirkiyê bi ser hîmqanûnêkî nêrî, Sunî, Tirk û lekeri tê rêvebirin divê hemû kesen ku pirsgirê wan li ser newekhevîyê hebe dest bidin hevdu”. Tuncel vegot ku “jîyan bi nexwe ragihandin û red kirina homoseksuelan pêk nayê, ji ber vê yekê divê pergala perwerdehî bê guherîn û homoseksuelîtî li nav pirtûkên wane de jî cih bigire”.

 

Aygün: “Em Dixwezin LGBT î yan Me Heyar Bikin”

Dominic Hannigan ji Partîya Karkerên Îrlanda û Hüseyin Aygün ku mebusê CHP yê ji Dersîm ê ye di roja yekemîn di daniîna yekem a sempozyûmê de axifîn. Hannigan tecrubeyên xwe li ser bûyîna mebusêkî homoseksuel û pêveçûnên Îrlanda yê  li ser mafên LGBT yan peyivî. Aygün jî li ser berpeyî yên li dorî xwe, paî ku ew pit li mafên LGBT derketibû, axifî. Aygün got ku “LGBT î bi têkoîn xwe mebusan ditaînin û xwest ku LGBT î wan heyar bikin û bi hebûna xwe li ber çavan bin”.

 

Mafên Perwerdehî û Tendurustî ya LGBT î yan

Di daniîna duyem a sempozyûmê de Sophie Aujean ji ILGA-Europe ê li ser astengên perwerdehî û tendurustî ku LGBT î dijîn û li ser çareserkirina wan astengan mijûl bû. Aujean got, di serî de batir eve ku berpêbûnîya zayendî ya bikarhener û karkerên wan sazîyên perwerdehî û tendurustî bêguman be.

 

Ulrich Klocke ji Zanîngeh a Berlin Humboldt encama lêkolîna ser zimanê homofobî di nav dibistanan de belav kir. Ji GALE (Pitevanî ya Tomerî ji bo Perwerde ya LGBT an) Peter Dankmeijer jî mafên perwerdehîya hinek welatan bi mînakan nîan da.

 

“Berxwedana li dij Homofobiyê ji bo Hestê Ewlekarîyê Girînge”

Di daniîna dawî de jî, ji BeLonG To (Serkomela LGBT ya Îrlanda) Michael Barron earet kir ku 10 sal berî de xebatê wan bi ragihandina hevzayendî hatibû tawanbarkirin, le îro ev xebat alî ciwanan tê duristkirin.

 

Michael Hausermann ji komela Swîsî, Dialogai, earet li ser pirsgirêkên derûnnasiyî, ku bi berpêbûnîya zayendî ve girêdayî ye, kir û got “Deng nekirin li dij homofobîyê xesar dide hestê ewlekarîya gi xwendekaran. Katarina Stenkvist ji RFSL ya Stokholm ê jî got bûyîna ferdekî LGBT di nav beên perwerdehî û tendurustî hîn jî li Swêd ê ne sivike tevî ku qanûnên parêzger hene jî.

 

Pitî daniînan li Nefes Bar ê Yaar Kurt sazdêranêk da û stranên xwe ji bo newekhewî yê got.

 

II. mîn Sempozyûma dij-Newekhevî bi pitevanên Balyozxane ya Elmanî, Înglîzî û Norwêçî, Partîya Karkerên Îrlanda, Sivîl Bifikirê û SIDA (Swêd) hat pêkê kirin.