Jyan

Ji 8 bajran 14 saziyn LGBTI: Ji bil at, edalet, wekhev azadiy r nn e

arem, Sermawez 9, 2016

Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI bi daxuyaniyeke hevpar gotin: “Li hemberî kesên ku dixwazin roja me tarî bikin, dê têkoîna me bidome. Daxwaza me ew e ku binçavkirin û girtinan demildest bi dawî bikin.”

Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI derbarê girtina siyasetmedaran û zextên li ser çapemeniyê de daxuyaniyeke hevpar weandindin.

Saziyên LGBTI di wê daxuyaniyê de bal kiandin ser girtina Hevaredarên Baarê Mezin û parlementerên HDPê û saziyên medyayê ku bi KHKan hatine girtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

“Me di têkoîna xwe ya zêdetirî 20 salan de bêyî ti ertê her tim mafê mirovan parastin. Me anî zman ku ev sîstema hanê dixwaze cudahiyên neteweyî, olî, zayendî û çandî tine bike û me hemûyan jî bikujîne. Pitî bûyerên dawî em careke din li her kesî banga berxwedanê dikin.”

Di wê daxuyaniya saziyên LGBTIyan de hat diyarkirin ku bi destpêkirina OHALê  ve demên mayîna binçavan de gelek dirêj bûye û cara yekem e ku îkencekirin ev qas zêdetir bûye û wiha hat gotin:

“Azadbûna medyayê û mafê siyasetkirinê ji bo demokrasiyê nebe nabe. Pêkanînên zextkarî û antîdemokratîk, girtin, îkence, qayûm û bêdengkirina saziyênm medyayê gefxwarineke li hemberî me hemûyan e. Ji bilî atî, edalet, wekhevî û azadiyê rê nîn e. Desthilatdarîya heyî bi pêkanîn xwe yên dawî ve dixwaze wê riya dawî jî tine bike û bi vî awayî hewl dide ku hêvî û armancên ji bo jiyana hevpar û bi hev re tine bike, roja me tarî  û rengê keskesorê jî re bike.”

“Li hemberî kesên ku dixwazin roja me tarî bikin, dê têkoîna me bidome. Em ê belayê OHAL û KHKan bi hev re ji holê rakin. Em ji her zayend, nasname, netew, bawerî, nijadê ne; em ji wan jî zêdetir in!”

“Ji 7ê Mijdarê hetanî hewldana derbekirina 15ê Tîrmehê  zextên li ser saziyên medyayê, mûdaxele êriên li dijî HDP û DBPê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku binçavkirin û girtinan demildest bi dawî bikin.”

Rêxitinên îmze dane: Însiyatîfa LGBTIyan a Çanakkaleyê, Flu Bayku, Ciwanên LGBTI+, Keskesor Giresun, Hêvî LGBTI, Komeleya Hevgiriyê ya LGBTIyan, Kaos GL, Keskesor Amed LGBTI, Komaleya Hevgiriyê ya Lambdaistanbul LGBTIyê, Koma Xizmên LGBTIyan (LISTAG), Heftreng LGBTI Mêrsîn, Komeleya LGBTIyên Azad, Pembe Hayat, SPoD.