Mafn Mirovan

Aktvst LGBTIy Parzer Levent Pikin hat binavkirin

Duem, Sermawez 14, 2016

Aktîvîstê LGBTIyê û parêzerê Selahattin Demirta Levent Pikin, pitî ji hêla medyaya alîgirê hukimetê ve hat hedefgirtin, îro li Stenbolê hat binçavkirin.

Aktîvîstê LGBTIyê, rêvebirê rêxistina HDPê ya Stenbolê Parêzer Levent Pikin pitî ku ji hêla medyaya alîgirê hukimetê ve hat hedefgirtin, îro li Stenbolê hat binçavkirin. Pikin parêzerê Serokê Gitî yê HDPê Selahattîn Demirta e. Wî bi Demirta re di 5ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê bi Demirta re hevdîtîn pêk anîbû.

Levent Pikin endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) e ku di nav 370 komeleyên hatin girtin de ew jî heye. Pikî weke aktîvîstê mafê mirovan tê naskirin.

Pitî wê hevdîtinê Takvim, Ulusal Kanal û Sabah di nûçeyên xwe de îdia kitibûn ku Pikin wê peyamên Demirta ragihîne Almanyayê û bi vî awayî wî hedef nîandabûn.

OHDê binçavkirina Levent Pikin wiha ragihand:

Levent Pikin bi talîmata Serozgeriya Bursayê ve hat binçavkirin û niha wî dibin wir.

Bi heman hincetê di 7ê Mijdarê de parêzerê bi navê C.K jî hatibû binçavkirin

Pikin parêzerê komeleyên LGBTIyê ye û di komîteya Hefeya Rûmeta ya Stenbol LGBTIyê de jî cih digire.