and Huner

Rxistina Bexin ji bo ansal Barbaros kampanya da destpkirin

Pencem, ile 12, 2017

Rêxistina Bexiîna Navneteweyî ji bo ansal Barbaros serbest were berdan kampanya da destpêkirin û xwest ku kesên êriî wî kirine jî bene dadkirin.

Rêxistina Bexiîna Navneteweyî ji bo ansal Barbaros kampanya da destpêkirin ku ew serbest were berdan û kesên ku li balafirgehê êriî wî kiribûn jî were darizandin. Di kampanyaya destpêkirî de hat gotin ku parvekirinên di medyaya civakî de divê di çarçoveya azadbûna xweîfadekirinê de were qebûlkirin.

ansal Barbarosê ku ji ber parvekirinên di medyaya civakî ji Qibrîsê hat dersînorkirin û dema anîne Tirkiyeyê jî pitî lînckirinê bi heman hincetê hate girtin.

Di metna kampanyayê de bang li rayedarên hukimetê hat kirin ku Barbaros bêyî ti hincetî demildest serbest were berdan.

“Kampanyaya Rêxistina Bexiînê”

Barbaros ansal ji ber parvekirinên twitterê bi îdiya ‘gel tehrîkê kîn û dijmintiyê kiriye’ ve hatibû girtin.

Di metna Rêxistina Bexiînê de wiha hat gotin:

“Peyam û twîta ku ansal parvekiriye di çarçoveya mafê xweîfadekirinê de ye. Divê derbarê wê yekê de lêpirsîn an doz neye vekirin û nebe hinceta cezadayînê.”

Girtina ansal û êria li dijî wî

Modekar Barbaros ansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruwetê hene û serhikan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”

ansal pitî van parvekirinên li Qibrîsê ji hêla gelek aliyan ve hedef hat niandan û rastî gefxwarinên mezin hat û di heman rojê de ji Qibrîsê hat dersînorkirin.

Dema wî anîne Stenbolê li balafirgehê li ber polîsan komek êriî wî kirin û ew birîndar bû û ew bi wî halê xwe hat binçavkirin.

14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîalaya ji ber parvekirinên di medyaya civakî de; bi sûckirina ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê ansal de biryara girtinê da.