Çand û Huner

Rêxistina Bexițînê ji bo Țansal Barbaros kampanya da destpêkirin

Thursday, January 12, 2017

Rêxistina Bexițîna Navneteweyî ji bo Țansal Barbaros serbest were berdan kampanya da destpêkirin û xwest ku kesên êrițî wî kirine jî bene dadkirin.

Rêxistina Bexițîna Navneteweyî ji bo Țansal Barbaros kampanya da destpêkirin ku ew serbest were berdan û kesên ku li balafirgehê êrițî wî kiribûn jî were darizandin. Di kampanyaya destpêkirî de hat gotin ku parvekirinên di medyaya civakî de divê di çarçoveya azadbûna xweîfadekirinê de were qebûlkirin.

Țansal Barbarosê ku ji ber parvekirinên di medyaya civakî ji Qibrîsê hat dersînorkirin û dema anîne Tirkiyeyê jî pițtî lînckirinê bi heman hincetê hate girtin.

Di metna kampanyayê de bang li rayedarên hukimetê hat kirin ku Barbaros bêyî ti hincetî demildest serbest were berdan.

“Kampanyaya Rêxistina Bexițînê”

Barbaros Țansal ji ber parvekirinên twitterê bi îdiya ‘gel tehrîkê kîn û dijmintiyê kiriye’ ve hatibû girtin.

Di metna Rêxistina Bexițînê de wiha hat gotin:

“Peyam û twîta ku Țansal parvekiriye di çarçoveya mafê xweîfadekirinê de ye. Divê derbarê wê yekê de lêpirsîn an doz neye vekirin û nebe hinceta cezadayînê.”

Girtina Țansal û êrița li dijî wî

Modekar Barbaros Țansal di vîdeoya li ser twitterê parve kiribû de wiha digot: “Îro ev qas rojnameger girtî ne, ev qas zarok tên tecawîzkirin û tacîzkirin, ev qas pêkanînên nerêtî û ruțwetê hene û serhițkan li kolanan behsa qirêjiyê dikin. Ka hûn sala nû pîroz dikin gelo?”

Țansal pițtî van parvekirinên li Qibrîsê ji hêla gelek aliyan ve hedef hat nițandan û rastî gefxwarinên mezin hat û di heman rojê de ji Qibrîsê hat dersînorkirin.

Dema wî anîne Stenbolê li balafirgehê li ber polîsan komek êrițî wî kirin û ew birîndar bû û ew bi wî halê xwe hat binçavkirin.

14. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê bi hincetên taybetiya sûcê, hebûna delîlên sûckirinê, înfîalaya ji ber parvekirinên di medyaya civakî de; bi sûckirina ‘bêrûmetkirina gel’ û ‘gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye’ derbarê Țansal de biryara girtinê da.

Share |

Other Articles