02/10/2013 | Yazar: Kaos GL

Serlêdana xwendevanên LGBT ên li Zanîngeha Ege hate red kirin û di tirîşa red kirinê de hat gotin kû civak hê ji tiştik wiha ne amadeye.

Meger Civak Hê Ji Kombûna Xwendevanên Lgbt Jî Amade Nîne Kaos GL - LGBTİ+ Haber Portalı
Serlêdana xwendevanên LGBT ên li Zanîngeha Ege hate red kirin û di tirîşa red kirinê de hat gotin kû civak hê ji tiştik wiha ne amadeye.
 
Endamên Koma Piştgirtin û Lekolînên Nasnameyên Zayendî û Meylên Zayendî a Zanîngeha Ege ji ber kû Rektor tomara komê qebûl nekiriye bi meşek girseyî hat protesto kirin.
 
Em li welatek wisa di jîn perwerdekar ji xwendevanê xwe re dibêje ‘Tu Topî’
Endamên Legebit Ege xwe ‘xwendevanên pergala pederşahiyê red dikin’ didin naskirin û li dawiya meşê daxûyaniyek dan:
 
Em li welatek wisa di jîn perwerdekar ji xwendevanê xwe re li nav polê de dibêje ‘Tu Topî’ em li vî welatî pergala pederşahiyê qebûl nakin. Li dibistana mejiyê me wiha hate tejî kirin: em rêşaş û fehşin. Malbatên me jî di vê perwerdehiyê de derbaz bûn û îro li ser navê namûsê zarokên xwe dikûjin. Sedema van kuştinan jî ewe kû wexta em ji dayikên bûyî em ne wek xwestekên malbatên xwe hatibûn dinê. Di vê rewşê de jî civak ‘Demên berê zindî çalkirina zarokên keçik’ di ecibîne.
“Ev civak LGBT’îyan di kûje û berbi xwekûştinê ve di be.”
Vê havîna borî di navbera du hefteyan de Dora, Gaye, Özge, Nükhet, Tuğçe û gelek kes bi destê civakê ve hatin kûştin. Her wiha Ahmet Yıldız û R.Ç jî bi destê malbatên wan ve hatibûn qetil kirin her çi qas malbat û kûjerên van eşkere jî bûn bi salane dozên kuştina van dawî nabe û ev rastî jî delîlê vê hovîtiyê ye. 
 
“Em xwendevanên vê zanîngehê ne û li dijî kerbê di tekoşin”
Em xwendevanên li dijî pederşahî û pergala heteroksualist û li dijî vê kerba li nav civakê li bin banê Koma Piştgirtin û Lekolînên Nasnameyên Zayendî û Meylên Zayendî a Zanîngeha Ege hatin cem hev û li ser navê xwendevanên zanîngehê me ser li Serokatiya Daîreya Tenduristî, Çand û Werzîşê da lê belê bersiv dane me o gotin: “em di nava salê de komên nû venakin.” Îsal jî wargehên xwendevanan gor zayendan ji hev hatibûn cûda kirin me go li zanîngeha me tiştên baş jî çêbin me serlêdana xwe dubare kir lê belê li dijî vê serlêdanê tû astengiyên burokratik jî tunebûn dîsa jî bi insiyatîfa rektoriyê serlêdana me hat red kirin.

Ev civak dîsa bi saya zanîngehan wê hîn bibe ‘hebûnek nûh’

Sedema red kirina me ew bû kû civak ji vê komê re hê ne amade ye. Em bawerin kû ev helwest xwestekên xwendevanan bi awayek eşkere na bîne, helwestek cûdagirtinê ye û em vê helwestê qebûl nakin. Em bi destê malbatên xwe tên kûştin û em dixwazin tû kes di aliyê me de qisawetê ne gire. Em zanîngeha wek navendek perwerdehî û pêşveçûna civakê di bînin û bi vî awayî civakê amade dikin qebûl kirina hebûnên nûh. Ji ber vê baweriyê emê xebatên xwe bi awayek biryardayî bimeşînin.  


Etiketler:
İstihdam