Jîyan

Çep û Homofobî

Şemî, Adar 17, 2012
Îro ez pir xemgîn im ku bi sernivîsek wek “çep û homofobî” hevokekê saz dikim...
 
Berî bi 15 salan, gava wek homoseksuelan em bigîhêjin saziyên çepan; me ji derî diqewirandin, me jî hewl dida ku ji pacê têkevin hundur. Dibe ku em ne “çep” bûn, lê me qet tu caran ji “çep” re xeber neda, me nehişt ku tu kes ji “çep” re xeberan bide. Lê sazî û rêxistinên çep, qet careke jî negotin “gelo ev kî ne, ji ku derketin, çima ewqas israr dikin”, zendikirin ku dinya li dor wan dizîvire, qet nêzîkî me nebûn. Derveyî anarşîst û çend grûbên din, ji komele bigre heta sendîqa, rêxistin û partiyên çepan, li hember homoseksuelan bêdeng man û heta bi hev re diketin qayiş kişandinê.
 
Me xemgîn dike, lewra piştî 15 salan, îro, piştî çend grûbên ku nayên re ne tê de, piraya çepan têkoşîna li dij homofobiyê diparêze, lê ev parastin me kelecanî nake...
 
Heke çep têkoşîna li dij homofobî û transfobiyê, ji xwe re wek xemla ya di bidestxistina desthilatdariyê de nebîne, wek azadiya bi hev re bipejirîne, wê gavê wê kelecaniya me gur û germ bibe. Divê çep bibîne ku em jî di şerê azadiyê de ne û divê em bi hev re bin, derveyî vêyê tu rê tune.
 
Çepa li dij sîstemê, li dij homoseksueliyê jî ye!
 
Gava homoseksuelan dest bi têkoşînê kirin, ne tenê li dij sîstemê derketin; çep a ku hebûna xwe bi dijayetiya li hember sîstemê îfade dikir jî li hember realîteya homoseksuelan ji sîstemê cuda nedifikirî.
 
Sîstemê ji bo parastina xwe ya tevayî, mecbûriyeta heteroseksueliyê jî tev li jiholêrakirina etnîk û olî kiribû. Homoseksuelî ji qada fermî hatibû qewirandin û di jiyana civakê de jî êdî nedihat qalkirin. Tevî ku çepan ji bo tavaya sexte perçe bike tevdigeriya jî, helwesta sîstemê ya heteroseksist parve dikir û qet lêpirsîna heteroseksuel ya mecbûrî nedikir.
 
Ew çep a ku qet şik ji têkoşîna wê ya ji bo wekhevî, azadî û edaletê tune; qet li homoseksuelên di nib zor û zulmê de dijîn nenêrî. Gava ku homoseksuelan ji jêr ve û bi hêza xwe dest bi axaftinê kir, ji sîstemê pirtir, ji medyaya bûrjûwa zêdetir li dij derketin. Ji wan kêmtir neman heta ew derbas kirin.
 
Qet şik tune ku, çep a ku li dij sîstemê ye, bi sîstemê re li dij homoseksueliyê jî bi hev re mezin dibin. Li gel vêya jî divê ez bibêjim ku; helwestên çepên Tirkiyê pirtirîn di binê bandora kevneşopiya heşê li Sowyetê û Çînê derketiye holê pêşketine. Siyaseta Sowyetê homoseksuelî wek nexweşiyekê û li dij sîstema xwe dipejirand. Ev siyaset ji teref çepê Tirkiyê jî hat qebûl kirin û homoseksuelî wek bermahiyek kapîtalîzmê, wek nexweşiyek bûrjûwa hat dîtin.
 
Kuba jî vegeriya!
 
Du sal berê, Kaos GL ji bo wîdeoya Hevdîtina Li dij Homofobiyê hewl dida ku xwe bigîhêjîne saziyên çepan. Dihat fahmkirin ku piştî Sowyetê, ji bo çareseriya homoseksueliyê çepan berê xwe dabûn Kuabayê, ji wir hêvîdar bûn ku wî bikaribe vî derdî derman bike. Li ser navê çepan yên hêvî ji Kubayê dikirin re, êdî jî Kubayê jî tu xêr nemaye. Di wextê de Kubayê jî pir tahde li homoseksuelan kiribû, lê ji demekê vir ve bi homoseksuelên xwe re rûbirû dibe û alîkariya hewladanên homoseksuelan yên wekheviyê dike.
 
Em dikarin homofobiya kesên li ser rêya ku Kubayê jî dev jê berdaye fahm bikin. Çep a ku bi çembera neteweperestî xwe dorpêç kiriye, gava ku dijayetiya emperyalîzmê derkeve qada neteweperestiyê ji bo homofobiyê wê çi bibe!
 
Li hêla din, helwestên çep yên li dij homofobiyê ji xwe re kirine mijara lidijderketinê, wek ku ji berê ve perçeyekî têkoşîna wan be dipeyivin. Bi vî awayî qet hewce nabînin bi homofobiya xwe ya kevneşopî rûbirû bibe û antî-homofobiya xwe didomînin. Him jî ji bo homofobiya xwe ya kevneşopî bidomînin formên nuh derdixin holê, wîjdanên xwe rihet dikin û siyaseta xwe meşrû dikin.
 
Têkoşîna homoseksuelên Tirkiyê ya 15-20 salên dawîn, qet xem nake, em dikarin di nav parantêzê de bihêlin. Lİ herêmên cîhanê yên din, ji partiyên çep yên Ewropa, ji Nepalê heta Fîlîpînan antî-homofobî di nav bernameyên wan de cî girtiye. Lê çepa Tirkiyê wê heta kengî çavgirtî bimîne ji vê pirsê re... Ji bo ku qala homoseksueliyê bikin pir dereng mane...
 
Heke Çep realîteya homoseksuelan nas kiribe jî, homofobiya kevneşopî ji xwe re formên nuh pêde dike. Ev 15-20 sal in ku homoseksuelên Tirkiyê mafê axaftinê bi dest xistine, lê em dikarin bibêjin ku çep li vî mafî jî reaksiyoner in û ev ji homofobiya çep tê. Ew çepa ku ji bo wekhevî, azadî û edaletê têkoşîn daye, têkoşîna homoseksuelan ya di eynî wateyê de wek pirsgirêk dinirxîne.
 
“Pêla 68an ya ku daket”, paçveçûyina salên 70yî, sazîbûn, entegrasyon û paşê jî salên 80yî, em hemû vê pêvajoyê têxin nav parantêzekê jî, homoseksuel jî bi hewldan û ceribandinan dilîzin. Heke wê zewaca homoseksuelan wê ji saziya zewacê re ku hîmê wê xera bûye, ji hev ketiye bibe alîkar, bila kêm bimîne, piştî ku bi hev re dest bi lîskê bikin kişandina wî hîmî jî ne ewqas zor e. Tam di vê babetê de, çep wê homoseksuelan wek kesayetî qebûl bike an wê homofobiya xwe ya kevneşopî bidomîne? Wê antî-homofobika xwe bêyî ku homoseksuel hebin bidomîne?
 
Wekî ku her kes ber bi şoreşê ji dil û can dimeşe, lê daxwazên homoseksuelan rê li ber vê şoreşê digre, dîtin û ramanek wisa heye di nav çepan de. Ev ray û ramana li dij homoseksuelan ku wan nabînin, tenê ji bo homovobî bê veşartin kar dike, qet homoseksuelan razî nake.
 
Piştî ku homoseksuel li gor çapa xwe dest bi têkoşînê kirin, berê xwe dan guhertina civakê û çepan. Çepan bêyî ku banga homoseksuelan “ji bo her kesî azadiya cinsî” bibihîzin û bi hev re bên guhertin destên xwe dirêj nekirin, berevejiya wê biyanî man û dûr sekinîn. Tevî ku têkoşînên din piralî û pirrengî dom dike, û ev ji çep re nabe asteng, çima têkoşîna homoseksuelan jî wek pir rengî nayê dîtin û nayê pejirandin...
 
Homoseksuelên ku di her warî de jiyana xwe muşterek kirine, çima nikaribin tendurustî, mafên civakî, refaqata li nexweşxanê, hevdîtina li hefsê, mîras û mîratên xwe hevpar bikin? Gera wan ya destbidest, milbimil, bi awayekî eşkere evîndariya wan, deverên jiyana wan yên muşterek, heke ev giş wek pirsên aktuel tên dîtin, em dikarin qala wan nekin....
 
Heke îro ji bo homoseksuelên Tirkiyê “out” bûn wek kabûsekê be jî, ya herî girîng ew ku rastiya dîtina homoseksuelan pêkanî.
 
Dîtina homoseksuelan, bêguman dîtina pirsgirekên wekî civakî, çandî, aborî û siyasî yên homoseksuelan e. Homoseksuel li her derê ne û jiyana wan yekpare ye; bi vê rastiya xwe ve jî mafên xwe li her derê dixwazin…
 
Mirovên ku meyla wan bi homoseksuelî heye, divê bê zanîn ku bi qasî mirovên heteroseksuel pirreng in. Meyla homoseksueliyê di hemû aliyên olî, etnîkî, sosyoçandî, pîşeyî û siyasî de wekî hev tên dîtin. Wekî Jean Genet dibêje, “Kesek tenê ji bo ku homoseksuel e nabe şoreşger.” Çawa ku ji nav yên çep, kurd, alevî, karker, jin, ciwan ûhwd. homoseksuel derdikevin, her weha ji nav yên ku dixwazin sazumanê xurttir bikin jî homoseksuelên ku naxwazin din av homoseksuelan de bêne dîtin jî derdikevin.
 
Di serketina vê pêvajoyê de ku homoseksuelên ku dixwazin ser bi sazûmanê kevin, heke nedîtin carekî din nekeve para homoseksuela, heke dengê wan bi hiyerarşiya mafan neye birîn, heke daxwazên wan şunde neye wergerandin, ev an jî ew nasname dev jê berdin bila ya sazûmanê be, homoseksuelên ku wê ji nasnameyê sazumanê re teng bên wê her dem hebin.
 

Homoseksuel li qada 1ê Gulanê, li xwepêşandanên dijî şer de, hema bêjin di her ciyê ku xwe gihandin de bi muxalefetê çep re helwest girt. Bes ku çep, rê bide ku homoseksuelên din av wan de derkevin holê û bikaribin xwe îfade bikin.