Jin

Lezbiyentiya bi Mêran re Şad dibe

Şemî, Adar 17, 2012

 Em hin caran dikevin hin derên înternetê ya ku em jê re dibêjin “ji bo mirovatiyê, ji bo karên bixêr ez bi kar bînim”, em nikarin jê derkevin, naxwazin jê derkevin, em dernakevin... Gava hun dikevin sîteyên leqleqa entelektuel, hun bi lêxistinek sosyolojîk ya rewşên welêt re beramber dibin.

 
Ji bo vê “bîseksuelî”ya ku baş para xwe ji leqleqê sitendiye ez ketim nav motorên lêgerînê. Ji yên derketin ber min ez ketim rê û min nêt kir binivîsînim. Erê, ji van leqleqan îlham tê stendin lê mirov vê yekê jî difikire; “gelo di destpêkê de min nêt kiribû ku wisa binvîsînim?”, çi derewan bikim...
 
Werin em bi hev re lê binêrin, çi keviran tavêjin bîseksuelan...
 
 “Yên ne terka perê ne jî ya kerê dikin”, “yên tîra xwe tavêje du nîşanan”, “yên humanîzmê diherimînin”, yên dibêjin ha keç ha law; bila baş bin bes e”, yên çavbirçî”, yên nizanin ku çi dixwazin”, yên xwediyê cot teypan”, yên li xwarina xwe miqate ne”, “fahşên cinsî”...
 
Di eslê xwe de, peyvên me yên em bidin rûyê kesên ku li hember transfobî û homofobiyê êrîşkar in hene: Transfobîk! Homofobîk! Em bibêjin berekete Xwedê tê de be û ji bo vêya li texte xînin... “Bîofobîk!” têra xwe giran e ji bo semptomên* ku bikaranîna wan hewce ne heke çiqas pir bin jî, tenê ji bo hin endîqasyonên** diyar wek merhem hun dikarin bikarbînin. Dest ranabe ji bo lêxistinê. Peyv nakeve her derê, li her derê nayê bikaranîn, ne di “civaka homoseksuel” ne jî di “cîhana hetero” de... Ev jî tê vê wateyê ku divê hun hînî jîmnastîka sekna li navîna darê ku her du hêlên wê jî bi fobî ne bibin. Ev duhêltî ji sûdwergirtina fobiya “cîhana hetero” û nelihevbûna bi koma homoseksuel derdikeve holê, ne ew e û ne yê din e jî, di navbera herduyan li derekê ye. Bîseksuelî ji vê rewşê derdikeve holê. Ji bo ku ber bi tu hêlê de neşemite mêzîn,, gram û dîrhem pêwîst in, divê pir lê miqate bin....
 
Şebnem Scheffer, bîseksuelî ji bo kesên naxwazin pê re seksa oral/wajînal/anal bikin bi kar aniye, wisa ketiye rojeva me û bi saya wî ji bo bîfobîkan jî firingiyên bi hormon hat belavkirin ji teref “tevgera homoseksuel” ya me- bila sax be. Peyva bîfobî na, lê di demek ne pir dûr de min peyva bîseksuel nas kir. Di navbera van her du peyvên ku ez naskirime de jî demek dirêj derbas nebûye.
 
Cara yekem min ji “bîseksuelî”yê re gotiye “biyoseksuel”. Wext derbas bû. Ez li gor yê ku nav li min dike tevgeriyam. Yê ku nav li min kir, ji bo min watedar bû. Di nav demê de min dît ku ez di nav “bîseksuelî”ya ku ne dişibe homoseksueliyê ne jî heteroseksueliyê dijîm. Heta berî bi çend mehan, ez şibandim Joan of Arc ê bîseksuelan jî –ditirsim- û ev jî, wek navkirinek kok û îlhama xwe ji kêmasiya hejmara peykerên bîseksuel hildigre û ket nav dîroka aqtîwîzma min... Naskirina bi navê qralîçeya şîdetê, ji bo yekî bi “biyoseksuelekî” re gava xwe ya ewil tavêje, em dikarin wek çavkaniya îlhamê û serkeftinê bibînin, kî dizane...
 
Bila temenê sernivîsê dirêj be; hin ji me pêdizanin ku cinsiyeta bîseksueliya min jin e. Cinsiyet ji kîjan cinsiyetê re bûye kiras û kîjan cinsiyetî -bi zayînê re- wek mafê zayînê xistine destê min, di heşê min de ji xwe ber bûye sernivîsek; ewqas wisa ye ku, min di dawiya paragrafa xwe ya sêyem de ferq kir ku peyva min digîhêje ku... Cinsiyet û mêrtiya di heşê min de, ne hewceyî navkirinê ye, divê ez vêya îtiraf bikim. Mêrên bîseksuel, dikarin heyalên mêrên “zewicî” (dibe ku “xwedî zarok” bin jî), tew ne be yên “dostikê xwe yê mêr” bi tabloya malbata xwe ya dilşad bixeritîne; bike şahidê mahra evîndara xwe; serê zarokên xwe pê bide firkandin; her jê re bibêje ku divê tu jina min îdare bike; dikare gelek canan bişewitîne û gotina “Xwedê yê belengaz dibîne”. Ez tenê heyal dikim ku kesên bîseksuel di van pêvajoyan re derbas dibin. Bîseksuelî, wek abîdeyek fisteq-findiqan di nav heteroseksueliya bê monetan dihare de ye.
 
Bîseksuelî, têkiliyek di nav du mêran de ye ku gava heteroseksuelî di hin qadan de rişmê ji dest xwe berdide, heta wêya jî bêyî ku bibe “qûnde” dike derdikeve holê. Bîseksuelî, ji bo yê “mêrtiya” xwe wenda kiriye, ji demek dirêj ve ew mêrtî wenda kiriye, wek dema kêfxweşiya bêdawî ye; ji bo yê mêrtiya xwe pêşxistiye jî ev kêfxweşî bi şêraniyê re hatiye xemilandin. Bîseksuelî, ew mercî ye ku hewcedarî bi bîseksueliyê tune. Li gor min bîseksueliya jinan jî, lezbiyentiya dem tije ye; di nav re ji rê derdikevin û çavê xwe bera penîsê mêran jî didin. Hin caran tenê lezbiyen e û di nav re jî evîndarê mêrekî dibe, teknîkek “cinsîbûnê” ya wisa ye lezbiyentî. An jî tam tiştekî wisa ye, hweldanên ji bo bîseksueliya min yên hin caran ne veşirtî ne...
 
Gava qala bîfobiyê tê kirin, lêmiqatebûna zimanekî mexdûr, wek xwarinek tendurustî muhîm e. Heke ne wisa be, wê bişibe quretiya di derheq bîfobî ku hîn bîseksuelî nas nekiriye. Di dawiyê de jî, wê ji bîfobî pirtir, qada sêyem ya bîseksueliyê vala bibe. Babeta ku xulq teng dike ev e: Neyê dîtin, ne li ber çavan be, dinyaya homoseksuel û hetero tatmîn neke, dîtina kesên ku silgî di dest de li bendene ku her cara tu dixwazî bîseksueliya xwe eşkere bîne ziman... Ez dixwazim qala çîroka nivîsê ya ku bi rewşeke hêrsbûyî min hewl da ku ji zimanê mexdûrî dûr bimîne bikim, heke hun guhdar bikin.
 
Di naskirina di nav “camia”yê de, hat pirsîn ku “tu bi giştî çi ye?” Pirsa “tu lezbiyen î?” bi refleksekê re tavilê min got “na”. Ji bo pirsa “wê gavê tu hetero ye” jî min got “heşa”. Gotin “temaaaam, min fahm kir, tu aseksuel î”. Tavilê min xwe xist lîsteya yên pê bi êşin û bi sarkerê ve zeliqand.
 
 
*Nişît.
**Sedema mudaxeleya tibî an jî ya hewldanek cerahî.

Nivîsên Pêşî