Jîyan

Hevpeyvînên Di Bin Siya Mêrtiyê De, Mêrtiya Trans Hat Gengeşîkirin...

Şemî, Adar 17, 2012

Ev rewş ji me re dibe alîkar ku em normên cinsiyetê, mêrtî û jintiyê analîz bikin. Lê her kes jî bi awayekî vêya dipejirîne. Bi qasî ku ez dizanim ev ji bo mêrên trans yên aktîwîst derbas nabe, lê gelek mêrêrn trans yên mêrtiyê wek mêrtiya normatîf dibînin hene.

 
Ev awantaja wek cîlweyek jiyanê, ji bo me hin kesan, ne yên ku pirtir femînîst in, lewra li ser femînîzmê hin gengeşî hene, ramanên ku yên ne jin wek femînîst napejirînin hene, ev rewş me hinekî din dike profemînîst, me dike însanên alîkariya femînîzmê dikin.
 
Ji bo ku baştir bê fahm kirin ez ê qala serpêhatiyên xwe bikim.
 
Di serpêhatiya min ya cinsiyeta civakî de, tiştê li gor min herî balkêş ev e; helwesta mêran ya li hember jin û mêran ji hev cuda ye. Di kolana Îstîklalê de ez dimeşim, gava ku wê jinek bimeşe mêr tavilê rê dide wê, lê heke yekê mêr be tavilê devdirêjî lê dike. Ewqas mêrên ku ez wan nas nakim peyv avêtin min ku, ez şaş û mat mam. Beşa ku em wek mêr tên xwiya kirin ya derbasiya cinsiyeta civakî, ji bo me hînbûna mêrtiyê ye. Mêrekî biyolojîk, bavê wî bi destê wî digre, di 5 saliya wî de wî dibe berber. Heke wê traş nebe jî ji bo ku berber nas bike wî dibe, an jî wî dibe maçê, ez çûbûm maçê, lê qet neçûbûm berber. Zarok mêrtiyê wek ku heye qeyd dikin, piştî temenê lêpirsînê, heke têkeve wî temenî, li hember mêrtiyê hîn helwestek lêpirsînî bi kar tîne.
 
Divê em qala vê yekê jî bikin, mêrtî ji endamên xwe yên nuh re xwe şêrîntir dike. Lewra tu dizane ku bi awayekî hîn xwedî awantaj tu tê dinyayê. Tu fahm dike ku di hin waran de ji ber cinsiyeta civakî tu cuda tevdigere. Heke tu gîhaştibe wê têgînê, tu vê yekê lêpirsîn dike û serobino dike, binê wê vediroje.
 
Ev însan di derheq mêrtiya trans de pir kêm agahdar in. Ji ber vê bêagahdariyê hêza wan ya texmînkirinê pir lawaz dimîne. Heke em di derheq jiyana xwe de ji wan re hin tiştan bibêjin, wê gavê wê pirsên wan jî zelaltir bibin, wisa difikirim.
 
Salon: Di vê emeliyata cinsiyetê de, hewcedarî bi şêwirmendiya yekî an bi malbatê re heye, ev pêvajo çawa ye?
 
Ji xwe dewlet dibêje ku, her kes dikare di derheq cinsiyeta xwe de ramanên xwe bînini ziman. Di dema transeksuelî de ev baldarî pirtir dibe. Krîterên Benjamîn yên di derheq gotina ku transseksuel e an na de hene, psîkiyatrîst li van krîteran dinêrin û bi qasî sal û nîvekê we dişopîne, paşê biryar didin ku hun transseksuel in an na. Ev pêvako du sal bû, sala din daket sal û nîvekê. Piştî 6 mehên vê pêvajoyê hun dikarin dest bi tedawiya endokrînde bikin.
 
Ev pêvajoya psîkolojîk ji bo fahmkirina we ya nexweşiyek ruhî ye. Paşê jî fahm bikin ku di pêvajoya we ya guhertina cinsî de wê tu asteng derkevin holê an na. Dixwazin fahm bikin ku hun, malbata we û di pêvajoyên jiyana we ya din de wê asteng derkevin an na. Heke wê hin asteng hebin wê gavê bi dermanan wê we tedawî bikin.
 
Li Tirkiyê însanên ku 5 salan hatine şopandin û hîn jî dest bi hormonan nekirine hene. Çîrokên emeliyatên neserkeftî hene. Lewra, cerah ne di binê kontrolekê de ne. Ji ber vê rewşê jî, him cerah nayên kontrol kirin, him jî buhayên pir zêde dixwazin. Zanîngehên Stenbol, Enqere û Egeyê ji hêla şopandina psîkiyatrîk û transseksueliyê yên herî xwedî tecrube ne. Derveyi van zanîngehan, li Antalya, Edîrne, Eddene, Meletê û Eskîşehîrê jî hene. Tevî ku hun muxtacî vê pêvajoyê ne jî, Saziya Evlekariya Civakî qet alîkariya we nake, tevî ku mafê we ye jî alîkariyê nake. Ji bo emeliyatan yên min bihîstine di navbera 12-50 milyaran de ne. Ji bo jinên trans ev buha hîn kêmtir e. Temenê 18 salî ji bo emeliyatan herî baştir e, li gor krîterên Benjamîn jî temen tiştekî muhîm e, lê li Tirkiyê sînorê temen ne 16 ye 18 ye.
 
Ûmût:Li derveyî welat hin çalakiyên ku sînorê temen heta 6-7 saliyê jî dadixin hene. Sala din, li derve yekî 7 salî dest bi pêvajoya psîkiyatrî kiribû.
 
Salon:Malbat bi xwe cinsiyetekê hildibijêre ji bo zarok, ji ber ku ez nizanim ez dipirsim, heke her du cure cinsiyet jî pê re hebe, dibêjin temam bila keç be, kesên dikevin vê rewşê ji bo vêya jî dikevin nav trawmayekê.
 
Berk: Tu qala cor cinsiyetê dike, ev tiştê ku tu qal dike, di temenê 3-5 de dikar bê dîtin.
 
Salon: Gava zarok tê dinyayê di şeş mehên destpêkê de cinsiyate xwe ya jin an mer ya di nav civakê de fahm dike. Di pêvajoya dawîn de, gava em ji hêla psîkiyatrî lê binêrin, heke cinsiyeta biyolojîk mêr be û nasnameya civakî jî mêr be bi awayekî normal dom dike, lê lê heke bedena wî mêr û nasnemaya wî ya cinsiyeta civakî jin be, nasnameya transseksuel derdikeve holê, ew jî wek ku tu dibêjî di temenê 5-6 salî de diyar dibe. Lê ramana di derheq nasnameya cinsî de di 6 mehên destpêkê de çêdibe.
 
Ji bo transseksuelên ji jintî derbasî mêrtî dibin 3 caran emeliyat çêdibin. Ji ber ku emeliyatên jinên transseksuel kêmtir in buhatir in. Ji ber ku hejmara emaliyatan zêdetir in buha jî pirtir e. Piştî 6 mehan tu dest bi hormonan dike, gelek derman hene. Hemû rîskên ku mêr bi xwe re digerînin tu jî beramber dibe; tansiyon, nerihetiya dil, gurî bûn û hwd.
 
Salon: Bikaranîna hormonan çiqasî dom dike?
 
Ew hinekî jî bi daxwaza kesan re têkildar e, gava rewşa bi dilê te derket holê tu dikarî dev jê berde. Testesteron hormona desthilatdar e, wek mînak di xwiyabûna jin û mêrên trans de ya herî muhîm ev bandora testesteron e. Gaca laşê mirov carekê testesteron derdixîne, êdî serastkirina bedenê mirovan dijwar dibe.
 
Wek mînak, di dema têkoşîna mêrtî de çi tecrubeyên mêrtî hene, di vê pêvajoyê de çi asteng derdikeve pêş? Wek mînak; li hember geyekî femînen însan pir bi hêsanî dikare tevbigere, lê ji bo jineke trans rewş ne wisa ye. Ji bo jineke femînen gotina trasseksueliyê dibe sedem ku însan wek pirsgirêk dibînin û dibêjin em dikarin çareser bikin. Ez çîkê meraq dikim, di wê pêvajoyê de ew kesên li derdora we yên siyasî re têkiliyên we çawa bû, an jî we ew pêvajo bi i awayî domand? Di asta dawîn de ya muhîm hormon in, lê gava qala mêrtiya trans dibe pêvajoyek dûr û dişrêj tê bîra me, Dibe ku ev ji di nav demê de we aciz bike. Lewra em ji jinên trans re ewqas pirsan nakin, ev yek min hinekî xemgîn dike.
 
Berk: Ez difikirim ku sedemê vî tiştê ku tu qal dike tirsa penîs e. Gava ez bi dê û bavê xwe re peyivîm, bi taybet jê gava ez bi bavê xwe re peyivîm ji bo wî tiştekî pir tirsbar bû. Reaksiyona wî ya destpêkê ev bû; tu nikarî bibe mêr, ev çawa dibe? Tiştekî din jî lêpirsîn li mêrtiyê nabe, asteke bilind e mêrtî, meraq dikin ka mêrtî mumkun e an na. Tiştekî bavê min gotibû jî ev bû; “wê fotoyê te yê sunetê tune be, bîranînên te yên eskeriyê wê tunebe.” Ji xwe ez ê neçûyama eskeriyê. Got ku wê zarokên te çênebin. Ev pêvajoyên mêrtiyê ne, mêr sunet dibe, diçe eskeriyê, netewî dibe, dişzewice, dibe bav, mêrtî bi van pêvajoyan didome. Mêrêrn trans di serî de ji teref mêran ve tên lêpirsîn, jin jî lêpirsînê li wan dike lê ev hêla komîk e. Ango ew kî li wê hêla mêrtî ya di asta bilind de xwedî derdikevin. Reaksiyona ku ez herî pir rûbirû bûme nebawerî ye. Dibêjin ku, “na, wele qet nayê fahm kirin, pir serkeftiye.”
 
Ûmût: Me çalakiyel li dar xist, li Stebolê me rojak bi hev re derbas kir. Dibêjim ev zarok gey e?
 
Di çalakiya ku Ûmût qal dike de ez organîzator im, an tu qet wek gey nasekine an jî dibe ku tu bîseksuel be, reaksiyonên wek ku tu trasseksuel e jî hebûn, ango ewqas tiştên nediyar hene.
 
Seçîn: Di nav rêxistinê de, di nav tevgera LGBTT de rewşên ku tu tê de dikevin tengasiyan hene?
 
Hene, bi taybet di partiyan de ez xwe bi tenê dibînim. Pir zor derbas dibin, her kes di hewaya xwe de dibin kolî, ez ji derdikevim diharim mala xwe filan û bêvan. Kêmayiyya mêrên trans di qada rêxistinîbûnê de jî tê dîtin, ev tê wê wateyê ku karên wan giran e. Em mêrên trans ji bo vekirinê jî nikarin razî bikin. Ev ji ber şêraniya ku pêşêş dibe derdikeve holê. Madem ji min nayê fahmkirin ez ê çimê vir tevlihev bikim, wisa difikirin. Li derveyî vêya Însiyatîfa Mêrê Trans û Woltrans heye li Stenbolê. Bi awayê esasî ji 5 kesan pêk tên, herî pir deh kes hene. Deh qat pirtir jî sempatîzanên wan hene. Gava tiştek diqewime, kesên tev li niqaşan dibin hene, an jî kesên dixwazin alîkariyê bikin û bar hilgirin hene, nikarim bibêjim ku em pir bi astengên dijwar re beramber dibin. Hevparî di giraniyê de ye.
 
Toprak: Ez wek transseksuelekî Enqereyî wisa nafikirim. Heke tu di nav LGBTTyan de têkoşînê dike û tu mêrekî trans bi tenê be, qet tu asteng tune, lewra tu mêr î. Ji ber vê yekê tiştekî ku tu pê re şer bikî tune li holê. Heke tu bixwazî şer bikî divê tu ji xwe re grûbekê ava bikî. Kesên LGBTT bi te re têkoşîna mêrtiya transseksuel nake. Ji ber vê yekê ez tev li gotina nabim.
 
Li ser gotina te ev mînak hat bîra min, gava qala transê dibe bi tevayî mêrên derbasî transseksueliya jintî tê bîra însên, ku ew wek karkerên seksê dixebitin. Gava em hewl didin ku civîneke transan amade bikin, em jî bi eynî awayî, bi pirsa “çi derdê we heye ku” beramber dibin. Kêfa me li cî ye, ji xwe em nayên fahmkirin, kes me mecbûrî fuhûşê jî nakin, heke em tên kuştin jî, lêxistinê dixwin jî ev bûyerên munferît in. Tevî ku gelek problemên dijwar hene jî, em ji wan re dibêjin “hiyerarşiyek wisa çênekin” jî em bi van tengasiyan re rûbirû dibin. Lê ev yek ne wek bandora tevgera LGBTT, wek şideta jinên trans bi me xwiya dike. Dibe ku ev yek bi awayekî din jî bê gotin, dibe ku hin însan bi awayekî din bifikirin, lê.
 
Ûmût:Di eslê xwe de tiştekî dualî heye, pirsgirêkek bi têkiliya di nav transan de têkildar heye, tam wek hu we tarîf kir di nav tevgera LBGTT de ye ev pirsgirêk. Ya din jî bi min têkildar e, li ser têkiliya min û Aras. Wek mînak tiştekî min di nav Kaosê de ceribandiye heye, gava ez li ser difikirim, jinên karkerên seksê yên transseksuel, çiqas nasnameya xwe ya civakî ava dikin, çiqas lê xwedî derdikevin ez ji xwe re nakim derd. Di jiyana xwe ya taybet de an gava bi min re be ez lê dinêrim, lê gava mêrên trans tê rojevê, peyvek mêrtî tê gotin, ez difikirim gelo cardin mêrtiyê ji nuh ve derdixînin pêş, ez vê pirsê pir ji xwe dikim.
 
Toprak:Tu ji xwe re dibêje ku ez mêrekî trans im. Berî û paşiya te ya hormonê heye. Berî hormonê ne li her du aliyan wek buch lezbiyen tu xwiya dibû. Li ber çavê hemû lezbiyenan tu wek buch lezbiyen xwiya dikir, hevalê n te hene. Tu dest bikaranîna hormonan dikî, hevalên xwe yên jin wenda dikî, tu çima dibî mêr? Piştî bikaranîna hormonan li hêlekê bî mêrtiya meran re û egoya mêrtiyê re şer dikî. Li hêla din ew jin bi ser te de tên, dibêjin “tu pederşahiyê pêşdixînî”, tu bi vê helwestê re jî şer dikî. Tu kesayetiyek aîdî te tune, tu transseksuel î, wek ku ji fabrîqeyekê derketibe ye tu, hun hemû dişibin hev, tu jî li gor mêrtiyê tevdigere, wisa tê dîtin. Tê fifkirandin ku tu mêrtiyê teqlît dike, tu kesayetiyek te ya xweser tune. Û ev yek te bi tena serê xwe dihêle û dibe sedem ku tu xwe di nav tengasiyekê de bibîne.
 
Aras:Her dem tu yê wek mêrekî civakê be, ji bo dîtinên wek “tu mêr î” ez bûm gey. Ango tenê wê ji min re wisa bibêjin î ez ji vêya ditirsiyam. Tiştekî wisa heye, ev tiştê ku min dîtiya ez nabêjim ji teref jinên femînîst hatiye çêkirin. Bi taybet tiştekî ku min jiyaye ev tişt, ez baş pê dizanim ku hin jinên femînîst ez wisa sûcdar kirim. Ji xwe ew pêvajoya derbasbûyinê min zêde nejiyabû, mesela ez qet nebûm lezbiye, ji bo wê qet tu tecrubeyên min tune. Min demek wek buch lezbiyen bê dîtin jî nejiyaye. Lê ez baş bi ewkê dizanim, bawer im bi îdealîzekirina mêrtî û jintiyê re têkildar e, li wir jî ji ber rewşa îdealîzekirina jintiyê, tu bi terka jintî ya pîroz tê tewanbarkirin, tu bi îxaneta jinê tê gunehbarkirin.
 
Lê li hêla din tu yê qet nekeve nav împaratoriya mêran. Ango bandorek dualî heye. Wek mînak; gava ez li zanîngehê bûm hevalên min yê malê mêr bûn, ji bo ku ez ji wan re vebim tu asteng tunebû, ji xwe dizanibûn. Ji ber ku di 6 saliya min de her kesî dizanîbû, min pêvajoya vebûnê nejiya. Min ji temaşeya futbolê qet hez nedikir, ew tiştên ku mêrtiya civakî bi bîr tîne ez qet ji wan hez nakim. Lê piştî ku ez ketim nav tevgera LGBTT, hin tiştên min bi awayekî reaksiyonî dikir hebûn. Wek mînak; min qet qala rewşa xwe ya cinsî nedikir. Lê netemaşekirina futbolê ne reaksiyon bû. Bi rastî jî min jê hez nedikir. Lê li gor mêrê heteroseksuel û hevalên min yê malê ji ber vê yekê ez ne mêr bûm.
 
Li gor ew hevalên min jin yên min qala wan kirin min îxanet bi jintiyê re kiriye, di nav civaka LGBTT jî tu wek yekî ku mêrtiyê teqlît dike tê dîtin, tu ji hemû nametên mêrtiyê îstifade dikî, ne ku tu bûyê mêr, ya hîn rast gava ez hatim vê derê ji xwe min ew dema derbasbûyina trans jiyabû. Wek potansiyel tu jî dikare li jinekê xîne, yu dikarî bi xeberan re bipeyivî, ji xwe tu kesekî wisa ye, ji ber vê rewşê ez bûm gey. Hin caran ez pir dikevim tengasiyê ku wek xwe tevbigerim.
 
Sedemê ku ez qala cinsiyeta xwe nakim an jî ez ji pirsa însanan aciz dibim, bi tevayî siyasî ye. Li hember min dîtinek heye ku ez tenê ji jinan hez dikim. Gava ez rewşa xwe ya cinsî nabêjim nayê wê wateyê ku ez yekî heteroseksuel im, gava ez dibêjim di vî warî de neyên ser min, dibînim ku tavilê di heşê wan de dîtinek wisa çêdibe; “madem te yê ji mêran hez bikira tu çima vegeriya?” Lê ya ku ez dixwazim bibêjim cuda ye: Ji bo ku tu ji jinekê hez bike ne şer de ku tu mêr bî, ji bo tu ji mêrekî hez bike jî ne şerd e ku tu jin bî. Em wê sîstema heteroseksîst di nav tevgera LGBT jî de pir caran tekrar dikin. Ez bi kê re dilşad dibim, dimînim ne tenê bi nasnemaya min a cinsî re têkildar e. Ez li hember vê yekê reaksiyoner im.
 
Salon: Qasî ku mumkun be tu naxwazî têkeve wê qadê, tu ditirse ku tiştekî nebaş bibêjî. Gava ez nêzîk dibim jî bi rastî ez ditirsim, tu ji pirsê jî ditirsî, tu nizanî ku tuyê çawa tevbigere Ango her pirs lêpirsîn e? Ketina wê qada taybet e?
 
Aras: Gava ez wek heteroseksuel bêm dîtin û li ser vêya fikirandina tiştekî ketina qada taybet e. Şiklê bi yekî re civakîbûyina min û ez bi kê re radikevim ne eynî tişt in. Lewra ez li hember însanan wisa tevnagerim. Li gor ku bi kê re radikeve ez pê re têkildar nabim. Ev yek li gor ku kî dipirse û bi çi awayî tînê ziman jî cuda dibe. Terz û uslûba di gotin û pirsê de jû muhîm e. Wek mînak; jinên trans vêya pir caran dibêjin: “li gor te çi heye, ji xwe tu mêr î.”
 
Ber bi hiyerarşiyek wisa diçe, ji xwe ez têm kuştin, ez karkeriya seksê dikim, pirsgirêkên min yên muhîm hene, lewra jî tu pirsgirêkên te tune.
 
Bariş: Peyva mêrê trans gelek heval hîn nuh dibîhîzin. Hîn nuh derketiye rojevê û tê bikaranîn. Heta vê rojê em li ser transeksueliyê diçûn. Transeksuelî ji bo me çi bû? Hevalên jin yên wek karkerê seksê bûn ji bo me. Mêrên trans hîn nuh hevdu dibînin. Tevî ku ez di nav wan de me ez jî gelekên wan nas nakim. Gava ez dibêjim ez jî, qesta min ev eku ez di nav Jiyana Pembe de me. Wek ku Aras dibêje, kesên qet nayên dîtin û tên komeleyê hene, kesên gava hinên din tên derdikevin şaneşînê hene, gelek însan hene ku hîn nuh bi hev re dipeyivin hevdu nas dikin.
 
Berk: Di nav civakê de û di nav mêrtiyê de jî heye, kî wê hîn dûrtir mîza xwe bike. Ji ber vê yekê mêrên trans ewqas pir nayên cem hev, ez wisa difikirim. Emeliyata wiya baştir derbas bûye, nizanim kîderê wî xweşiktir e, gotinên wisa di bin re tên qalkirin.
 
Bariş: Di nav mêrên trans de qadek civakî ya di derheq bikaranîna hormonan û emeliyatê de heye. Lê di nav jinên trans de ne wisa ye. Jiyana civakî ji bo mêrên trans hinekî jî li ser pêvajoyên emeliyatê derbas dibe.
 
Ûmût: Axaftina mêrên trans ya di derheq wê pêvajoya derbasbûyinê hinekî paralelî avakirina nasnameya trans ya li Holandayê ye. Wê kar bi dawî bê, ez ê bi rêya xwe tu yê bi rêya xwe here, ez vêya bi avabûna nasnameya trans re têkildar dibînim. Li hêla din mecbûriyetek heye ku di nav tevgera LGBT de kesên heteroseksuel û yên ne wisa bi hev re bimînin. Ma ev bi hev re mayin di her şerdî de pêwîst e? Têkiliyên mêrên trans yên bi gey û lezbiyenan re ewqas astengan derdixînin holê, di vê rewşê de mêrên trans bi serê xwe bimînin ne baştir e? Li hêlekê jî em we wek kesên zane dipejirînin.
 
Bariş: Wê gavê bila gey jî bi serê xwe rêxistinî bibin. Lewra gelek pirsgirêkên wan yên ji lezbiyenan cuda hene.
 
Ûmût:Ji xwe ez jî qala wê dikim, gelo mumkun e ku bi serê xwe rêxistinî bibin? Ji xwe lezbiyen tên ser hev. Di damezirandina Kaosê ya destpêkê de me rojeva geyan dişopand. Lewra gey li parkan dihatin girtin, polîsan barên geyan dagir dikirin. Yasemîn û Yeşîmê jî tim dinivîsandin, piştî sê salan min jî xwe wek gey his dikir. Difikirîm ku gelo li Parka Guwenê tu kes bi êrîşan re beramber bûye an na. Lezbiyeneke wek xwe ez ê çawa pêde bikim û ez ê çawa bi wê lezbiyenê re têkiliyekê parve bikim. Di nav van pirs û ramanan de tu kesên di rewşeke hindikayî de ne niqaş dikî, li gor wê tu niqaş dikî. Di hevokên ji sîbê vir ve de ez dibêjim em wek jinên trans nayên kuştin, ma hewce ye ku em li gor vê yekê helwestekê bistînin. Wek mînak ez ewkê meraq dikim, têkiliya te ya bi malbatê re li gor min pir berevajî ye, Fatmaya mêr tê pesinandin Eliyê devjinik tim piçûk tê dîtin, gava Fatmayê mêr di nav malê de ji teref dê û bavê wê tê pesinandin jî tu dibêje ku bavê min qet wisa tevnegeriya, ev ji bo min agahiyek nuh e. Ji bo ku ev agahî di nav me de belav bibe, divê hun jî bi hev re bin, ev ji wê bihevrebûna mecbûrî pirtir tiştan diyar dike.
 
Berk: Ya ku Aras qest dikir û tiştê ku min fahm kir, bi rastî derveyî hin agahiyên di derheq derbasbûyinê de, têkiliyek însanî nayê avakirin. Wek mînak di ser Facebookê ji min re hin mesaj tên, nabêje mêrê trans tu çawa yî, çi heye çi tune, sererast dipirse, ez kengî dikarim dest bi hormonan bikim. Hila bisekine, di serî de silabekê bide. Li wir tu taybetiyek te ya însanî tune, tu wek pirtûkekê ye, tu yê agahiyan diyar bikî. Madem ku tu aktîwîst î tu mecbûr î heval. Ez ê bixwazim tu yê jî were, têkiliyek wisa heye. Di nav jinên trans de têkiliyek wisa tune.
 
Toprak: Mêrtiya trans hîn nuh dikeve nav devê însanan, qet ji van cîwanan tu kes xwe nas nake, nizanin ku wê çi navî li xwe bikin. Gava ez nuh derketim rojnameyê, ji derveyî Enqerê bi dehan mêrên trans hatin cem min. Ji malbatên xwe re negoitne ku ew çi ne, hin kesên bi mahra mele zewicîne tev jina xwe hatin cem min. Ev însan bi vêya nizanin û tu mecbûr î ku qala van tiştan ji wan re bikî. Pirsgirêka hin mêrên trans ev e; nasnameya xwe ya şîn bistîne, riya wî derkeve, paşê jî bizewice û bireve nedîtî bibe. Wisa xwiya dike ku ji bo tu bibe transseksuel divê tu emeliyat bibe. Li gor bedena xwe tu mêr î. Li gor wan hevalan ji bo ku ez emeliyat nebûme, min ew pêvajo bi dawî neanîne ez ji lezbiyentiyê xelas nebûme. Ji bo bi mêrên trans re em bê cem hev hinekî sebir hewce dike. Lewra, tu ji kesekî ku xwe nasnake re him qala xwe him jî qala wî dike. Sala din bi Şahîka Yuksel re me niqaşek kiribû. Ji min re got ku tu kesekî pir marjînal î. Wisa xwiya dike ku ji bo yek ji bedena xwe nefret bike divê ji xwe jî nefret bike.
 
Bariş: Şahîka Yuksel li wir agahiyek wisa jî dabû, li Tirkiyê emeliyatên transî ji sedî 60 yên mêrên trans in, ez bi vê agahiyê pir şaş mabûm.
 
Salon: Erê, li gor min bûyerên ku gey û lezbiyen û karkerên seksê yên trawestî beramber dibin ji hev cuda ne. Bi îhtimalek mezin çîna wan ya aborî ji hev cuda ne, gelek taybetiyên wan ji hev cuda ne. Li gor mni ji hev cuda ne, lê cudakirina wan me xurt nake, ne şiklekî têkoşînê ye li gor min. Ji ber vê yekê, sitendina rojevên wan yên cuda, li gor min wek metodek li ser mexdûriya me ye. Rêxistinîkirina li ser mexdûriyetê jî tu tiştekî li me zêde nake, ez wisa difikirim. Heke em siyasetek cinsî dimeşînin, em vê guhertinê daxwaz dikin divê em bi hev re bin. Min ji bo dinyaya redkirina wîjdanî hin tişt amade dikir, di wê navberê ez rastî tiştekî wisa bûm; hin mêrên trans ji bo eskeriyê bikin tên amade kirin, rêxistinî dibin, ango dixwazin eskeriyê bikin. Di derheq vêya de hun çi difikirin?
 
Berk: Heke ez şaş bim bila hevalên femînîst serast bikin. Ji bo pirsgirêka jinan kesên ne jin jî dikarin bixebitin, lê civînên jinan yên girtî hene. Bawer im ya ku Ûmût qest dikir jî ev bû. Gava tu çîroka xwe derxîne holê û wê hesta hevbeş hevpar bike, tevgera bi hev re hîn hêsantir dibe. Me di cara yekem de di Îlona 2008an de woltrans anîn cem hev, lê heta Gulana 2009an jî me tu tişt nekiribû. Tenê di hefteyê carekê de me civîn çêdikir. Filan an bêvan tişt hat serê min, mijara civîna me tenê tiştên wisa bû. Civînên me bi qalkirina bûyerên trajîkomîk, dibistan, dê û bav re derbas bûn. Piştî ku herêma ewleyî derket holê, dema ji kar derxistinê dest pê dike. Ev tiştekî muhîm e. Bihevrebûna tevgera LGBT ji xwe tiştekî muhîm e. Lewra em hemû ji bo nasnameya cinsî têkoşînê dikin. Em ji bo nasnameya cinsî, babetên cinsî têkoşînê dikin. Em di coyeke muşterek de ne, lê rêxistinîbûna yeko yeko tiştekî cuda ye.
 
Salon: Niqaşek bi vî awayî roja din di derheq bîseksueliyê de me kiribû. Di şerdên fîzîkî de tiştê herî pêwîst çi be tevger wêya dike. Heke îro jineke trans tê kuştin, bala xwe dide vê bûyerê. An şidetek li ser kesekî hebe berê xwe dide wêya. Ev ne rêzkirin e, lê paşê jinên lezbiyen û bîseksuel dibêjin ku “em nayên dîtin, hun li hember me hiyerarşiyekê çêdikin, hewcedariyên me jî hene” Cara dawîn di nav bîseksuelan de niqaşek wisa derketibû holê. An em wek hetero tên dîtin an jî nîv homoseksuel. Me digot ku “hun li gor xwe rewşa me dinirxînin, li gor daxwazên xwe hun dixwazin ciyê ku em lê bin tayin bikin.” Derveyî rêxistinîbûna transseksuelên mêr ya cuda an jî ya bi hev re, însan dixwaze yên wek xwe bibîne.
 
Berk:Zimanekî muşterek çêdibe, zimanekî cuda çêdibe, gava tu qala tiştekî dikî ew fahm dike, ango ew te fahm dike, alîkariyek psîkoljîk ya wisa heye, lewra jî rîxistinîbûyina herêmî muhîm e. Di derheq eskeriyê de tiştekî pir ku ez qal bikim tune. Lewra nexweşiyek min yê xwînê heye, ji ber vêyajî ez ji eskeriyê mûaf im, ji ber ku eskeriya kesên transseksuel qedexe ye ez du caran mûaf im. Her dem ji min dipirsin, gava ez diharim dipirsin, gelo yên transseksuel eskeriyê dikin. Heke ez mêrekî biyolojîk bûma jî min eskerî nedikir. Heke ez mêrekî tendurustiya wî tekûz bûyima jî mni eskerî nedikir. Lewra ez difikirim ku ev wendakirinek demê ya pir muhîm e, mirov di dema xwe ya herî çalak de sal û nîvek ji temenê xwe wenda dike. Ev paqijiya derdorê çi ye? Min zanîngeh xelas kiriye, mastir jî qedandiye. Eskerî dezgehek tornayê ye, bêyî ku ez têkevim nav wê tornayê, ez dikarim ji welatê xwe re karekî bikim, bêyî ku ez derdorê paqij bikim, silabekê bidim sûbayekî, çayekê bibim ji fermanderekî re jî ez dikarim xizmeta welatê xwe bikim. Di vê babetê de ez hîn nêzîktirî têgîna xizmeta civakî me.
 
Aras: Nêrîna min ya di derheq eskeriyê de ne wisa ye, ji ber ku te zanîngeh xwendiye, tu ketiye rewşek çînî ya din tu eskeriyê red dike, ev li gor min tiştekî xerîb e.
 
Ûmût: Ez mamoste me û dikarim ji dêvla nobetê mamostetiyê bikim, min gotinên Berk bi vê wateyê fahm kir.
 
Aras:Wek mêrtî, wek pêvajoya temamkirina mêrtiyê dibîne eskeriyê. Mêrên trans wisa dibînin eskeriyê, dîtina min ev e, nizanim hun jî wisa difikirin an na? Mêrên trans ku ez nas dikim li dor 15-20 kesan in. Lewra ez nikarim ji bo wan hemûyan tiştekî bibêjim. Ez kesên rîxistinî ne li derveyî wan dihêlim. Lê pir bi zelalî dibînim ku, ji bo civak mêrtiya wî bipejirîne eskeriyê hewce dibîne. Bi vê daxwazê yên dixwazin eskeriyê bikin, heta vêya wek fedekariya ji bo civakê dibînin hene, transseksuelên li gor vê daxwazê eskeriyê bikin ez nas dikim. Ji bo rêxistinîbûna transseksuelan jî dixwazim tiştekî bibêjim. Gava din Bariş jî qal kiribû. Nayên komeleyê, gava tên komeleyê derdikevin qatê jorîn ji bo ku neyê dîtin ku hatine kuderê. Gava tên qet li zîlê naxin, ji jêr tîlefon dikin û hwd. Gava yek tê jî li şaneşînê xwe vedişêrin.
 
Ez yekî qet ne xwedî tecrube me, ev sal û nîveke ku ez di nav tevgerê de me, ez hîn ne aktîwîstim jî, şagirt im. Ji ber vê yekê jî ez ketim nav depresyonek mezin, min ji xwe re digot “ez ne jîr im, nikarim tu tiştî bikim.” Ji bo ku ev însan werin komeleyê, tew ne be gava tên li zîlê xînin, min ev yek jî bi dest nexist. Ez qala van 12 kesan dikim. Di nav me de tiştekî wisa hebû, gava dihatin, wek mêrên ku mêrtiya hemû dinyayê bi dest xistine, min wek 5 zialaman ew dîtin, li hember min rabûn û rûniştina wan, ez fikirîm ku ew ê li min xînin. Wek aksesûar ez dikarim qala ewkê jî bikim, ji vir jî analîzek derdikeve, çima di destên 3 kesan de tizbî hebû? Ji vir jî di derheq mêrtiyê de hin tişt dikare bên gotin. Lê tiştekî wisa heye, ez qet di derheq mêrtiyê de ji van kesan re tu tiştî nabêjim, ji bo hevalên li cem min di ofîsê de dixebitin jî ez tiştekî nabêjim. Lewra gava li kêleka hev rûdinin mêrtiya wan ewqas têk diçe ku dibêje bila ew nê. Derî bigre bila nê, ji bo ku qûnde ye bila neyê. Naxwaze ku li cem hev bên dîtin. Gava ez bi awyekî reaksiyonekê diyar bikim li hember van kesan, wê gavê dibe ku ew qet neyên komeleyê, ez ê nikaribim wan bi dest xînim. Heke ez qet reaksiyon nedim, ez ê bi baweriyên xwe re îxanet bikim. Ango ji bo min rewşeke pir xerab e. Li gor wan ez qethiyen ne mêr im û ez bi awayekî cidî beramberî cudatîperestiyê dimînim, dengê xwe jî dernaxînim, lewra wê li min xînin.
 
Salon: Gava te qala van tiştan dikir ewk hat bîra min. Dibêjin bi darê zorê bibe zilam ya. Ew rolên cinsiyeta civakî tiştên wisa ne. Li vir pir eşkere derdikevin holê. Camêr dixwaze bibe zilam, dixwaze rolê mêrtî ya ku civak jê daxwaz dike bilîze. Bi vî awayî dixwaze hebûna xwe diyar bike. Sdemê daxwaza eskeriyê jî ev yek e. Gava din hevalekî got ku; di serî de tuyê sunet bibe, paşê here eskeriyê û dûre jî bibe bav. Heke em wisa lê binêrin ew helwesta yên ku tu qala wan dike bi min ewqas xerîb xwiya nake. Tu ji vêya haydar î, lêpirsînê dikî, rolên cinsiyeta civakî lêpirsîn dikî.
 
Aras: Min pir dirêj kir, lê ez ê tiştekî din jî lê zêde bikim. Wek mînak ji bo kesên ji min re dibêjin ku “tu çima wek jinan dipeyivî?” divê ez çi bersîvê bidim wan? Ez ji wan re bibêjim ez bi awayekî siyasî mêrtî û jintiyê red dikim, heta ez mêr im jî. Bersîvek wisa ji bo min tiştekî xerab e. Ji ber têgîna cinsiyeta dualî an jî ku ez bibêjim ez heteroseksuel im jî, ne tiştekî li gor dinyaya ku ez xeyal dikim e. Gava ji însanê ku ji min re dibêje “tu wek jinan dipeyive” ez tiştekî wisa bibêjim wê çawa be? “Tu derdekî min bi mêrtiyê re tune, ji bo ku ez vêya îspat bikim jî derdekî min tune, ez wan hemû rolan red dikim, dibe ku ez bi himil bimînim jî.” Gava ez van tiştan bibêjim hun dizanin ku wê çend kursî di serê min de bên şikandin?
 
Berk: Ez bi ewkê dizanim, min însanên ku serpêhatiyên birayê xwe yên eskeriyê wek yên xwe qaldikirin jî dîtiye.
 
Salon:Ez dixwazim tiştekî din jî bibêjim. Min gotibû ya yên di civakê de herî pir tên kuştin, zor û zulmê dibînin gey û karkerên trans yên seksê ne.
 
Ûmût: Wek mînak; çend lezbiyen bi darê zorê tên zewicandin û xwe dikujin, em pê nizanin.
 
Seçin: Gelek jinên ez nas dikim hene ku ji bo nikarin derkevin derve nikarin herin qereqolê ji bo şîkayetê. Gelek jinên bi şidet û tecawuzê rûbirû dibin û nikarin bibêjin hene. Polîs jî wan tehdîd dikin.
 
Salon: Ev bi xwe bi domdariya malbatê û saziya malbatî re têkildar e, ji domdariya dewletê re kar dike.
 
Ûmût: Tevgera wek mêrtî an jî helwestên jinên trans yên zîde jintî, heta derekê ji bo min ne pirsgirêkin. Lewra me hemûyan jî gava homoseksueliya xwe kifş kir û dest bi civakîbûnê kir, heşê me ji serê me çû û me tiştên derveyî rêzê kirin. Me got “ha ew jî hebûye, ev jî hebûye.” Ji xwe ber tu dikarî wek homoseksuelekî tevbigere. Ev bi min pir xerîb tê. Di wir de tiştên ku em xwe rexne bikin, xwe baştir têxin pêvajoyek lêpirsînê heye. Ne wek ku tu dibêjî “çima bi tizbiyan tên, çima nakevin nav rêxistinê”, derveyî van tiştên tu dibêje tiştên em ji xwe re bikin derd hene. Em dikarin ji heq vê rewşê bên, di vê rewşê de em dikarin wan kesan xurttir bikin, mekanîzmayek tekûztir ava bikin? Divê em bikaribin bersîva van pirsan bidin û çereser bikin. Gava Kaos di sala 2006an de nuh hatibû damezirandin de, mêrekî trans hatibû, Ûxûr pê re têkildar dibû, li odeya me pê re têkildar dibû. Wî zarokî digot ku “ez ê tedawî bibim, pêvajo wê bi dawî bê û ez ê jiyana xwe bidomînim.” Ji ber ku Ûxûr ew wek gey didît, digot tedawiya vî karî tune.
 
Malbat vê yekê jî pir dikin. Gava min cara yekem ji dêya xwe re qal kir, wek ku dawiya dinyayê hatibe, rewşeke wisa derket holê. Lê min aprax dadigirtin gava mêvan wê bihatina mala me. Lawên xaltîka min ev kar nedikirin. Qey fahm kiribûn ku di min de jahrek heye, lewra beroş dihat ber min. Di vî warî de malbat jî durûtiyê dike. Malbat naxwaze ku bi vê rastiyê re rûbirû bibe, jî direve. Ji dêvla ku bibêjin “lawê min sifrê bide hev, çayê çêbike, dibêjin lawê min tu rûn3, ez ê çaya te bînim.” Gotina “Ûmût apraxan dagire” tiştekî hêsan e, ji tiştekî re dibe. Pêvajoya mêrên transseksuel pir cudatir e. Di pêvajoya van însanan ya derbasbûyinê de, gotinên wek “ez mêrekî temam im, ez dikarim wisa jî bikim, vê maseyê jî wergerînim, vê kursiyê jî bişkînim” heta demekê bi min maqûl xwiya dikin. Gava em bi hev re bin, tên guhertin û hin tiştan lêpirsîn dikin.

Nivîsên Pêşî