Mafên Mirovan / Perwerdeyî

Di Perwerdeyê de Dîmenên Mêrtî

Şemî, Adar 17, 2012

 Ez dixwazim bi tarîfa perwerdeyê dest bi axaftina xwe bikim. Bi wateya herî berfireh perwerde, pêvajoya fêrkirina însasanan ya li gor armancên diyar e. Ev pêvajoyên diyar li gor daxwazên civak û dewletê yên siyasî, aborî û civakî tên tesbît kirin. Em ji vê sazkirinê re bernameyên perwerdeyê dibêjin. Heke hun li bernameyek dibistanekê binêrin hun ê bibînin ku hedefên hun ewqas ne li dij in tê de hene.

 

Di bernameyên perwerdeyê de bi tevayî pêşxistina kesan tê armanckirin ku kes di warê zanyarî de pêşkevin, rexneger û lêkolîner bin, nirxên navnetewî bipejirînin û hwd. Lê gava em li yên ku dibistanê diqedînin dinêrin; em dibînin ku xwendevanên mêr bi awayekî maço xwediyê tevgerên mêroktiyê ne, neteweperest, mîlîtarîst û zordar in; xwendevanên jin jî ew kes in ku tenê jintiyek baş, dayiktiyek qenc difikirin, derveyî van tiştan tu raman û armancên wan tune.

 

Bernameyên perwerdeyê yên ji bo di dibistanan de bên tetbîq kirin; bi awayê giştî nirxên navnetewî dipejirînin, pêşxistina kesên ku azad difikirin armanc dikin çima di pêvajoyê de tam li dij armancên xwe rûbirû dibin? Wek mînak; tevî ku di bernameyên dawîn de ji bo fikirandina zanyarî û jêhatîbûna di warê ziman de gelek tişt hebûn jî, welatê me di testên di van waran yên navnetewî de li herî dawiyê ma. Daxwaza ji perwerdeyê û encamên wê ne li hev in, berevajî hev in.

 

Em vê yekê dikarin çawa şîrove bikin? Em vê yekê bi bernameya duyem ya ne fermî û pirtir bandorê li ser xwendevanan dike dikarin şîrove bikin. Di lîteraturê de ji vê bernameyê re “bernameya nuxumandî”, “bernameya veşirtî”, “bernameya dizî” an jî “bernameya ne nivîskî” tê gotin.

 

Ez, gotina “bernameya dizî” tercîh dikim. Li gor ku ez dibînim, du hêlên mufredata dizî hene. Yek jê, têkiliyên civakî ye, ya duyem jî aborî ye. Ya yekem bi pederşahiyê re, ya duyem jî em dikarin bi kapîtalîzmê re fahm bikin û şîrove bikin. Ji ber ku ev axaftina me ya îro di derheq “mêrtiya di perwerdeyê de” ye, ez ê hewl bidim ku têkildariya mufredata dizî ya bi bastûra pederşahî re bînim ziman.

 

Wek hun dizanin mêrtî şiklekî desthilatdariyê ye. Mêr, naxwaze ku desthilatdariya di dest xwe de têxe destê jinê. Wek ku naxwaze desthilatdariyê têxe destê jinê, jinên dixwazin desthilatdar bin jî binpê dikin, zorê li wan dikin. Sîstema ku mêr desthilatdar e bi kapîtalîzmê re li hev e. Bi hev re henin. Ji bo ev her du sîstem bidomin, divê mêr wek daxwaza sîstemê bin, jin jî li gor daxwaza sîstemê bin û wisa tevbigerin. Ji bo vê yekê ciyê herî baş dibistan e, metoda herî baş jî perwerde ye. Dibistan, ji bo mêrtî û jintiyê, bi gotineke din ji bo fêrkirina rolên cinsî saziya herî baştir e. Ji bo ku em niqaşa xwe baştir bidomînin divê ez qala cinsiyet û cinsiyeta civakî bikim.

 

Wek hun dizanin cinsiyet, kesayetiyek wek jin an mêr li gor taybetiyên xwe yên biyolojîk û fîzyolojîk tê tarîf kirin. Cinsiyeta civakî, li gor daxwazên civakê, li gor rolên ku civak daxwaz dike, li gor berpirsiyarî û vatiniyên civak daxwaz dike derdikeve holê. Cinsiyeta biyolojîk di zikê dayikê de çêdibe; cinsiyeta civakî piştî ku zarok çêdibe, di nav pêvajoyên civakî de ava dibe û li gor bindestî û duyem kirina jinê ava dibe.

 

Em dikarin cinsiyetiyê wek desthilatdariya cinsekî ya li ser yê din tarîf bikin. Cinsek li ser yê din desthilatdar û serwer e. Di şerdên îro de ev cinsê serdest û desthilatdar mêr e. Ev rewş bi rêxistinbûyina civakê ya çînî re têkildar e. Civak jî bi awayekî hiyerarşîk (jêr-jor, serdest-bindest, zordar-belengaz û hwd.) rêxistinî bûye. Orf adet, ol û ehlaq û hin tiştên din yên di nav civakê de tên fêrkirin, normên bi vî awayî tên meşrû kirin cinsiyetiyê xwedî dikin û normalîze dikin.

 

Di bernameya ku li dibistanan bi awayê fermî pêk tê cinsiyetî tune. Lê mufredata dizî ya li dibistanan heye, wek di destpêkê de jî min got, bernameya sereke ye ku bi awayekî fermî nayê qalkirin. Xwendevan li gor vê mufredata dizî hest, helwest, nirx û hin tiştên din fêr dibin. Sazûmana dibistanê, rêz û rêçik, derdora fîzîkî û psîkolojîk, rêvebiriya dibistanê û mesajên mamosteyan yên ne fermî an bi awayekî veşirtî didin xwendevanan vê mufredatê derdixînin holê. Li gor vê mufredatê xwendevan, hest, helwest, nirx û hin tiştên din bi dest dixin.

 

Li gor min cinsiyeta mufredata dizî heye û mêr e. Li gor ku ez aniha dibînim dixwazim çend mînakan bidim. Em ji bastûra dibistanê ya fîzîkî dest pê bikin. Dibistan bi tevayî bi dîwarên bilind ve hatine dorpêç kirin. Derî ji hesin hatine çêkirin û ew jî bilind in. Di van salê dawîn de wek hun jî dibînin bi bahaneya ewlekariyê hêzên ewlekariyê jî li dibistanan hene. Li hêla din bi hin pêşniyarên fermî ve dibistan ketine binê kontrola qereqolan. Di seetên diyar de erebeyên polîsan li derî, baxçe û derdorên dibistanan digerin. Bi vê rewşê dibistanên me dişibin hefsên bi awayekî tekûz tên parastin. Ewlekarî hewcedariya mîlîtarîzmê ye û nêr e.

 

Em ji deriyê dibistanê yê derve têkevin hundur. Li baxçeyê dibistanê em bi Ataturk û ala Tirk re beramber dibin. Ez ê bandora Ataturk ya li ser perwerdeyê paşê bînim ziman. Naxwazim merasîmên sibehê û yên roja îniyê gav bikim. Bi awayekî amedeyî sekna di merasîman de, xwendina Marşa Îstiklalê û Sonda me ne rîtuelek e ku em qal nekin. Kesên li gor rêz û rêçikên van daxwaziyan tevnagerin beramberî gelek zordariyên formal û înformal dibin. Ji bo em li ser Marşa Îstîklalê û Sonda Me niqaş bikin hewcedarî bi demeke din heye. Lewra jî ez dixwazim tenê bala we bikşînim ku ev tiştekî mîlîter e.

 

Piştî ku em merasîman derbas bikin û têkevin hundurê dibistanê em tabloyên padîşahan yên di dîrokê de xwedî şop in dibînin. Ne rismên ji rêzê ne. Hima hima hemû padîşah li ser hespê ne. Hespên wan rabûne ser çar lingan. Di destê her padîşahî de şûrek heye; ji şûrên padîşahan xwîna dujminên ku serê wan hatine jêkirin diherike. Hima hima tu dibistanê ku portreyên padîşahan lê tune nayê dîtin. Di bernameya fermî de tu armancek ku divê rismên padîşahan yên li ser hespan hebin tune. Lê sankî wek rêzikek fermî be, di hemû dibistanan de ev risim hene. Hun ji van risman çi fahm dikin? Tiştê ku ez jê fahm dikim ev e; yên em anîne vê rojê mêr in. Serê yên napejirînin û li dij derdikevin jî bi şûran tê jêkirin. Ev risim, dibe ku xwendevanên mêr xurt bike. Ev xurtbûn jî li ser şidetê ye. Ji bo xwendevanên jin jî ne qebûla bindestiyê ye?

 

Gava em di qorîdoran re derbas dibin û dikevin sinifan jî, em bi sîstemek hiyerarşîk re rûbirû dibin. Qorên li paş hev rêzbûne, maseya mamoste ya hineki bilindtir û li pêşiya xwendevanan. Cardin wek hun dizanin hiyerarşî bi nêrtiyê re têkildar e.

 

Alava herî girîng ya mufredata dizî pirtûkên dersê ne. Di pêvajoya perwerdeyê de pirtûkên dersan pir pêwîst in. Ji ber ku ez mamosteyê sinifê bûm, ez dikarim ji we re qala pirtûka zanîna jiyanê (hayat bîlgîsî) bikim. Zanîna Jiyanê, ew ders e ku em rolên civakî hînî xwendevanan dikin. Alava me ya hînkirinê jî pirtûka dersê ye. Li hêla din em zarokan li gor pêşketina wan ya civakî û psîkolojîk dikin du beş. Gelek beş hene lê di dibistana seretayî de me dikin du beş. Hewcedariyên somût jş dema berî dibistanê dest pê dike û heta sinifa çarem dom dike. Piştî wê jî dema nedîtbar dest pê dike.

 

Heke em bi mînakek basît taybetiya vê her du demê bînin ziman; heke zarokek ku hubura dayik an bavê xwe bi dizî rahiştibê, gava rahiştinê rijandibe di dema xwe ya destpêkê de ye. Çewtiya wî/wê bi rijandina hecmê hubrê tê pîvandin. Heke zarok di dema xwe ya duyem de be, çewtiya wî li gor nirxên civakî tê pîvandin. Lê zarokên di dema destpêkê de ne nirxên tên dayin bêyî lêpirsînê bi rêya modeltiyê tavilê fêr dibe û dipejirîne.

 

Dersa Zanîna Jiyanê li rastî dema yekem tê, di vê demê de em rolên civakî hînî xwendevanan dikin û wek alav jî em pirtûka Zanîna Jiyanê bi kar tînin. Dibe ku hun jî li lêkolînên di derheq pirtûka Zanîna Jiyanê hatibin. Bêyî ku hun lêkolînek di derheq van pirtûkan de bibînin, heke hun pirtûkek wisa bi dest xînini, hun ê bibînin ku di wan pirtûkan de ev heye; mêr di karên xwedî biryar de dixebitin, serokê malbatê ne. Jin jî di karên alîkar de dixebitin, di nav malbatê de ji mêr û zarokên xwe re xizmetê dikin. Di pirtûkên dersa Zanîna Jiyanê de, malbat û bi malbatê re girêdayî ve rolên civakî pîroz in û qet nayên guhertin, wek rolên xwezayî cî digrin. Zarokên van dersan distînin û van rolan dipejirînin wê çawa bikaribin bi awayekî rexnegirî li rolên cinsiyetî yên civakê binêrin, em çawa dikarin ji wan vêya hêvî bikin?

 

Zarokên ku ev ders dîtine û rolên xwe yên cinsiyeta civakî pejirandine, li hember hevsalên xwe yên li van rolan xwedî dernakevin sidetê bi kar tînin. Ez dixwazim qala bûyerek bi vê yekê re têkildar e bikim. Di destpêka mamostetiya min de, di sinifa ku ez mamosteyê wê bûm de xwendevanekî min hebû. Ji ber jîrtî û taybetiyên wî yên kesayetî min pir jê hez dikir. Rojekê min dît ku çavên xwe kil kiriye û hatiye dibistanê. Zarokê di sinifê de henekên xwe pê kirin. Min jî ji dêvla henekên xwe pê bikim, min got ku pir xweşik bûye. Li gor min bi rastî jî xweşiktir bû. Çavên wî yên şîn pir xweşik bûn. Piştî ku kil kiribû ew çavên şîn pir xweşiktir bûbûn. Li ser tercîhên kesayetî û civakî em qederekî dûr û dirêj sekinîn, me niqaş kirin. Min rê li ber henekpêkirina lawikê çacên xwe kilkiriye girt lê hin pirsgirêkên din derketin holê. Serwîsa Rêberiyê li dij vê helwesta min derket û hewl da ku vî zarokî bişîne cem psîkologekî.

 

Berî ku em qala dersên din û pirtûkên dersên din bikin, divê em qala Ataturk û Ataturkçîtiyê bikin. Babetên Ataturçîtiyê di hemû dersan de hene. Nêzîkî nêviyê dersan e. Bi awayekî fermî em mecbûr in ku vêya jî bikin. Wek mînak heke ders muzîk be, divê hun qala stranên ku Ataturk jê hezdikir bikin. Hun qla wan stranan dikin, dibêjin û bi gotin didin. Heke dersa sporê be, divê hun qala Ataturk bikin ku çiqas spor muhîm dîtiye. Di dersên Zanîna Jiyanê û Zanînên Civakî de, hun mecbûr in ji bûyinê heta mirêinê qala Ataturk bikin. Di van dersan de Ataturkî bi Şerê Azadiyê re dibe yek. Em dikarin şer têxin nav kîjan babetê?

 

Li hêla din ya herî pir ji bo xwendevanên keç muhîm û bandorê li wan dike dersa Çanda Dîn û Zanîna Ehlaq û pê re têkildar pirtûka vê dersê ye. Bi giştî mamosteyên branşê dikevin vê dersê. Xwendevanên mêr yên dikevin vê dersê bi tevayî ji bo dijayetiya di navbera zanyarî û ruhanî de dikevin tengasiyê û lêpirsînan dikin. Lê xwendevanên jin ji dêvla lêpirsînê bikin, ditirsin. Ji ber rolên xwe yên civakî nikaribin pêk bînin, ditirsin ku li dinyaya din ceza bibin. Tirseke wisa ku em aniha nikarin ewqas bitirsin û vê tirsê fahm bikin. Ya muhîmtir jî ji ber vê tirsê ji gelek helwestên xwe yê xwezayî dûr dikevin. Dersên olî pirtirîn ji hêla Alewîtiyê hat niqaş kirin. Li gor min divê ji bo birînên di ruhê zarokan de vedike bihata lêpirsîn.

 

Dersek din ya jiş bo mêrtiyê lêpirsîna wê bêkirin jî Dersa Ewlekariya Netewî ye. Ev ders li lîseyên tê xwendin. Naveroka dersê li hêlekê, balkêş e ku mamosteyê vê dersê yekî sûbay e û qet xerîb nayê dîtin. Raya giştî li dij vê rewşê dernakeve. Gelo li kîjan welatî tiştekî wisa heye?

 

Biawayekî giştî tiştên ez ji we re qal bikim ev in. Ji bo rewşên mêrtî yên di perwerdeyê de, her ku ez dibêjim gelek tişt tên bîra min. Tiştên din yên tên bîra min ez ê diş axaftinek din de bînim ziman.