Jîyan

Parêzgariya Wan ê Ji Ekogenç re Doza ‘Bêexlaqiya Berpêbûnîya Zayendî’ Vekir!

Çarşem, Berfanbar 11, 2013
Li Wan ê,  vegotina “berpêbûnîya zayendî” ya rêznameya Ekogenç (Ekociwan), ket astenga parêzgarî.  Ji komelê Cevahir Yiğit Böke bersiv da kaosGL.org ê li ser pirsên doza parezgarî û têkoşîna LGBTÎ yê.
 
Parêzgarîya Wan ê ji we dozdar bû ji ber ku di nav nizamnameya Komel a Ciwanî û Hawirnasî de bendek li ser “qabilîya ked li ser berpêbûnîya zayendî” hebû. Di qedemeya komelbûnê de, hûn têkilîya ew her du qadên cipcuda çawa damezirîn?
Berpêbûnîya zayendî û hawirnasî (ekoloji) du qadên pir pevgirêdayîne ku em nikarîn wan ji hev biqetînin. Bêguman têkilîya hawirnasî ne tenê bi berpêbûnîya zayendî re heye, pevgirêdanîya wê bi pirsgirên mafê dadî jî heye; ji bo ku hawirnasî serhildanekî dijî pîşesazîtîyê ye, qadekî têkoşîne. Berpêbûn jî, mafên jinan û zarokan jî, karker û ciwanan jî, heya kesên sergirtî jî parçeyekê hawirnasîyê ne. 
 
Li Tirkiyê mijara heteroseksîstî axaftineke ku pir caran tê dîtin û peyivandin. Ev jî wek zivêrkirina qadê jiyana LGBTÎ yî yan peyde dibe. Her wiha li ser hevzayendan zordestîya heteroseksuyelan heye. Dema em civakekî hawirnasî biparêzên û jiyanekî hawirnasî bixwazên, çawa em têkilî bi LGBTÎ yî yan re nekin, asayi ji vê sedeme em dikarîn têkilî pê re bikin. Ji pê ve, dema gerdûn bi xwînxwarî tê talankirin, mijarekî axaftinê ev e ku li hemberî kesên ku ne heteroseksîstin jî tê perîşankirin û ê herî girîng ev e ku dema em rêmanê berpêbûna zayendî bikartînîn, hevzayendan, heteroseksuyelan, navseksuyelan (înterseksuyelan) û bêseksuyelan (aseksuyelan) jî vedibêjîn. Ji xwe di nava siruştê de ev gişt hene; wek mînak di nav ajalên ku nêzîkî jiyana zayendî ya mirovan jî tê dîtin. Dema xweza têkilî pê re bike û em evî nebinin, ew dem pir bêpardaqîye.
 
Ji ber ku hebûna “bêexlaqî” li nav rêznameya komelê hat sedem nîşandan hûn tawanbarkirinek dîtin.  Hûn li hemberî astengkirina komelên LGBTÎ, ku gelek caran hatiye serê we, çi çareserbûn difikirin?
Mefhûma “bêexlaqî” ji xwe pênasekî bêsînore; exleb li vî welatê rêmanekî bêlinge. Xema me ne ewê ku em mawedayîna exlaqê ji nûva binivîsînin, ferazî em bêexlaq bin jî, ji kî re çîye… Helbet li vira kêrdarîyek li ber pêwendîkirina hiqûq û exlaqê heye. Jixwe hiqûq hewldanekê ku bêexlaqiya dewlet û civaka heteroseksîst û kapîtalîst li ser tê meşrûkirin. Qalkirina exlaqê jî zor e; tiştê ku bi navê exlaqê tê hilpesartin, hewldana bêexlaqîkirinê ye. Etiket lê xistin bi hucetê bêexlaqiyê, dibe bingehê bêbandorkirin, tunekirin û pasîfîzekirina ferd û civakên polîtîze.
 
Bi rastî di vî welatê de bêexlaqîyeka giran heye; dewlet û sîstema ku LGBTÎ yan nabîne an jî naxweze bibîne bi xwe bêexlaq e. Helbet pêvajoya dozê di meşe. Em li benda encama vî dozêne, û ji bo ku parêzgarî astengî derdixe li ber xebatên me, em tê gilîbikin. Komel, di gulana 2013ê de hat sazkirin; le destûr nadin ku em xebatekî bikin, em dixwezin civîna giştî top bikin hema ew pirsgirêkan derdixin. Dîsa jî, li hemberî vê astengkirinê em dixwezin civîna xweyê giştî berî dawîya sala 2013an biqedînin; ji bo ku rêxistîbûn mafe û em dema rêxistînê de destûr ji Parêzgarîya Wan ê naxwezin, destûr ji dewletê naxwezin; tenê agahî didin wan. Di vê pêvajo de em dikarin nêzîk bibin bi komelên hawirnasî û LGBTÎ yan. Bi sedema vî, em serpêhatîya dozên pêşeroja komelên LGBTÎ havildar dibin. Ewê xebatên Ekogenç ê bidomîne. Ji bilî vê em ne xwediyê nêrînekî neyînî ji vî pêvajoya dozê ne. Ev rewşên neyînî, me zêdetir tîne ber hevdu. Dibe ku rojekî, beşekî çalakiyên Hefteya Rûmet di Wan ê bê lidarxistin. Heta di 2014an de dikarin pêk bînin.
 
Ji bilî vê rê û dirbê we yên rêxistinî jî nehat qebûlkirin. Hûn, ev biryarê ku rêxistinê bê hiyerarşîk qebûl nake, çawa şîrove dikin?
Em xem dikin. Ez xem dikim ji bo hebûna karmend û walîyên wek vî rewşêdane. Cihê ku xwe bi van karan papo bikin, xizmeta hemwelatîyan bikin, baştir nîne… Cudatî tune di navbera bendên ku bû sedema dozê. Ev her du jî fikirên “tiştên ku ez dixwezim ewê bibe, tiştên ku ez dibêjim ewê bibe” ye. Pirsgirêkekî mîna vî li Tirkîyê heye. Dewlet dixwezê tirsaka kûr bixe nav dile we. Di dema vî hikûmetê jî heta dest avêtin lebatên zayendiya me. Em li vî helwestê amade tê bikenin, tê kêfa xwe bikin û dema ku di şîvan de bi dosta re top bibin, tê henekên (tinazên) xwe bi wan re bikin. Ji ber ku em bi ken û qerfê tê dikoşîn. Em carekê dîn jî tê bikoşîn, em bi kar û pergala wan re bilîzin. Lê divê neyê ji bîrkirin ku di bin vî de deqêk heye û ev tê weşartin ku ew ji me ditirsin. Ji bo kurtkirina serdestiya wan em modelên nû peyda dikin û bi cih tînên û ev meqamê wan dilerizînê. Ev tiştekî bikêf e û bi rastî tiştêkê li nav daxwezîyên me de ye.
 
Pirsa dawî, Ekogenç piştî pêvajoya dozê ewê xebatên çawa çêke? Em hevparîyekê çawa bi komelên LGBTÎ bibînin?
Em di qada hawirnasîyê de dixebitin û em tê bixebitin. Di derbarê vî yekê em têkelê rêvebirina cîgayî bibin, li gundewarî de em çanda lebatî (organik) pêk bînin, perwerde û projeyên têkilî li dar bixin… Pêwendîya me bi komelên LGBTÎ re wê daîm bibe, divê daîm bibe; ji xwe hêla neyînî nayê fikirîn. Yekser, em wekî Ekogenç divê hişekî pêkbînin, ji serî divê piştgirî bidin hev du. Ji xeynî vî, di siruştê de berpêbûna zayendî heye û tiştê herî girîng hem tevgera hawirnasî û hem jî li ser tevgera LGBTÎ, li hemberî bîrûbaweriya hetroseksîst û sîstema nêrî,  tevgerekê dijber e. Hevparî di qada têkoşîna me de heye. Ligel vê yekê, dema komelên LGBTÎ têkoşîna mafên ferdî didin, divê ew ji bo gerdûna jîyanê jî têkoşîn bidin nîşan. Bi kurtayî, divê avahîyên ku têkoşîna mafan dikin bê cudayî piştgirî bidin hev du, ji bo ku gerdûn yekpare ye û her yekê me perçeyekê wê ne.