22/06/2017 | Nivîskar: Yusuf Önal

"Eger dewlet destûr bide jî, em ê destûr nedin ku meş pêk were."

Serçeteyê Alperen Ocaklari careke din gef li LGBTIyan xwar Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Serokê Akperen Ocaklari yê Stenbolê Kurçat Mican ku sala borî ji ber gefxwarina li dijî Meşa Rûmetê hatibû dadkirin, careke din heman tiştî kir: "Eger dewlet destûr bide jî, em ê destûr nedin ku meş pêk were."

Serokê Akperen Ocaklari yê Stenbolê Kurçat Mican ku sala borî gef li dijî Meşa Rûmetê ya LGBT+ û Transan xwaribû, îsal jî bi heman şêwazê gefxwarinên xwe dubare kir.

Mican beşdarê weşana Kultur Tv (KRT) bû û gelek tiştên zayendperest û homofobîk anî ziman:

"Eger dewlet bo meşê destûr bide jî, em ê nehilên ku tişreke wisa pêk were. Çi bibejî em ê destûr nedin wî yekê. Ew meî li ku derî pîk were, em ê biçin wir û rê li ber wan bigirin. Em bixwazin, em dikarin 200 hezar kesî peyda bikin."

"Projeya wan kesên meî lidar dixin ew e ku, li her tax û semtê rêxistî bin. Em îstixbaratê hişyar dikin ku ev yek projeya kapîtalîst, komînîst û emperyalîstan e. Ew kesana dixwazin hevzayendiyê di nav civakê de zêdetir bikin, sîstema malbatbûnê ji holê rabikin, têkiliyên navbera jin û mêran de ji holê rabikin, destûr nedin ku kesên hêjayê welat û netewa me mezin bibin. Ciwanan bi vî awayî rêxistî dikin. Bi taybetî li tax û semtan dest bi rêxistinê kirine."

Çi bûbû?

Mican sala borî jî li dijî meşa rûmetê bi heman şêwazê gef xwaribû û gelek tiştên zayendperest û homofobîk anîbû ziman: "Navê wê çalakiyê kirine meşa rûmetê. Lêbelê di esasê de ew yek hewldana di nav civakê de normalêzekirina bêexlaqiyê ye."

Komeleyên LGBTIyê derbarê daxuyaniya wî kesê homofobîk de gilîname dabûn dozgeriyê, doz hatibû vekirin û rûniştina dozê di 18ê Gulana borî de hatibû kirin. Kurşat Mican û ji ber "gel tehrîkî sûckirinû dijmanahiyê dike" ve tê dadkirin. Ew û parêzerê wî beşdarê rûniştina dozê nebûn." 


Tags:
nefret