17/03/2017 | Nivîskar: Yusuf Önal

Aktîvîsta trans ya LGBTI Stenbolê Kivilcim Arat demo diçû ji bo beşdarê konferansekê bibe, li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê hat binçavkirin.

Aktîvîsta LGBTI Stenbolê Kivilcim Arat hat desteserkirin Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Aktîvîsta trans ya LGBTI Stenbolê Kivilcim Arat demo diçû ji bo beşdarê konferansekê bibe, li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê hat binçavkirin. Nehat zanîn ka Arat ji bo çi hatiye binçavkirin.

Endama Rêveberiya Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI Stenbolê Kivilcim Arat, li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê hat binçavkirin.

Nehat zanîn ka Arat ji bo çi hatiye binçavkirin. Derbarê mijarê de ji Stenbol LGBTIyê Zelal Demir daxuyanî da KaosGl.comê û ragihand ku agahî li parêzeran hatiye dayîn û ew niha hewl didin ka bizanibin Kivilcim Arat li ku tê girtin û bo çi hatiye binçavkirin. Demir got:

"Em nizanin  ka rêhevalê me endamê rêveberiya komeleya me bo çi hatiye binçavkirin. Lêbelê em dizanin ku li Tirkiyeyê serdemeke wisa heye ku hemû parazvanên mafê mirovan tên binçavkirin. Em daxwaz dikin ku Kivilcim demildest serbet were berdan. Berxwedana mafparêziyê bi desteserkirinê bêdeng nabe. Em ligel hevala xwe ne."

Hat ragihandin ku Kivilcim Arat ji bo beşdarê konferansa derbarê mafên jinan be, dema diçû Almanyayê  li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê di konrola pasaportê de hat binçavkirin.  


Tags: jîyan
nefret