09/11/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI bi daxuyaniyeke hevpar gotin.

Ji 8 bajêran 14 saziyên LGBTI: Ji bilî aştî, edalet, wekhevî û azadiyê rê nîn e Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI bi daxuyaniyeke hevpar gotin: “Li hemberî kesên ku dixwazin roja me tarî bikin, dê têkoşîna me bidome. Daxwaza me ew e ku binçavkirin û girtinan demildest bi dawî bikin.”

Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI derbarê girtina siyasetmedaran û zextên li ser çapemeniyê de daxuyaniyeke hevpar weşandindin.

Saziyên LGBTI di wê daxuyaniyê de bal kişandin ser girtina Hevşaredarên Başarê Mezin û parlementerên HDPê û saziyên medyayê ku bi KHKan hatine girtin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :

“Me di têkoşîna xwe ya zêdetirî 20 salan de bêyî ti şertê her tim mafê mirovan parastin. Me anî zman ku ev sîstema hanê dixwaze cudahiyên neteweyî, olî, zayendî û çandî tine bike û me hemûyan jî bikujîne. Piştî bûyerên dawî em careke din li her kesî banga berxwedanê dikin.”

Di wê daxuyaniya saziyên LGBTIyan de hat diyarkirin ku bi destpêkirina OHALê  ve demên mayîna binçavan de gelek dirêj bûye û cara yekem e ku îşkencekirin ev qas zêdetir bûye û wiha hat gotin:

“Azadbûna medyayê û mafê siyasetkirinê ji bo demokrasiyê nebe nabe. Pêkanînên zextkarî û antîdemokratîk, girtin, îşkence, qayûm û bêdengkirina saziyênm medyayê gefxwarineke li hemberî me hemûyan e. Ji bilî aştî, edalet, wekhevî û azadiyê rê nîn e. Desthilatdarîya heyî bi pêkanîn xwe yên dawî ve dixwaze wê riya dawî jî tine bike û bi vî awayî hewl dide ku hêvî û armancên ji bo jiyana hevpar û bi hev re tine bike, roja me tarî  û rengê keskesorê jî reş bike.”

“Li hemberî kesên ku dixwazin roja me tarî bikin, dê têkoşîna me bidome. Em ê belayê OHAL û KHKan bi hev re ji holê rakin. Em ji her zayend, nasname, netew, bawerî, nijadê ne; em ji wan jî zêdetir in!”

“Ji 7ê Mijdarê hetanî hewldana derbekirina 15ê Tîrmehê  zextên li ser saziyên medyayê, mûdaxele êrişên li dijî HDP û DBPê bi ti awayî nayê qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku binçavkirin û girtinan demildest bi dawî bikin.”

Rêxitinên îmze dane: Însiyatîfa LGBTIyan a Çanakkaleyê, Flu Baykuş, Ciwanên LGBTI+, Keskesor Giresun, Hêvî LGBTI, Komeleya Hevgiriyê ya LGBTIyan, Kaos GL, Keskesor Amed LGBTI, Komaleya Hevgiriyê ya Lambdaistanbul LGBTIyê, Koma Xizmên LGBTIyan (LISTAG), Heftreng LGBTI Mêrsîn, Komeleya LGBTIyên Azad, Pembe Hayat, SPoD.


Tags: jîyan
nefret