17/06/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Hunermenda navdar Sezen Aksuyê ji bo Hefteya Rûmetê ji komîteya organîzeyê re peyam şand û got: ‘Ti tundî nikare kesan ji xweza û baweriya wan dûr bîxe. Paşiya paşî wê evîn serbikeve.’

Ji Sezen Aksuyê peyama Hefteya Rûmetê: Wê evîn serbikeve Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Hunermenda navdar Sezen Aksuyê ji bo Hefteya Rûmetê ji komîteya organîzeyê re peyam şand û got: ‘Ti tundî nikare kesan ji xweza û baweriya wan dûr bîxe. Paşiya paşî wê evîn serbikeve.’

Sezen Aksuyê ji Komîteya 14. Hefteya Rûmeta LGBTI+ Stenbolê re peyam şand.

Sezen Aksu di wê peyama xwe de got: ‘Bi tundiyê ti kes serkeftî nabe; paşiya paşî wê evîn serkeftî be.’

Peyama Sezen Aksuyê bi vê rengî ye:

‘Li hemberî pêkhatinên heyî, hêviyên ji bo jiyana bihevre û xweşbîniyê vala dimînin. Lêbelê wan peyvên ku wateya wan hatiye valakirin, ji bo jiyana bi hev re gelek girîng e. Ji bo tehemulkirina li hemberî kesên ji me cuda re ti pêngaveke nayê avêtin. Em li hemberî gefxwarinên kuştinê dibin guhnedêr. Tundî roj bi roj êdî li ner çavên me normal dibe.

Ti tundî nikare kesan ji xweza û baweriya wan dûr bîxe. Paşiya paşî wê evîn serbikeve.

Silavên xwe ji LGBTIyêre dişînim. Ez bi dil û duayên xwe bi we re me...’


Tags: çand û huner
İstihdam