25/01/2017 | Nivîskar: Yusuf Önal

Jiyana Bêxem KûîrFest di 26-28ê Çileyê de li Stenbolê ye.

Jiyana Bêxem KûîrFest di 26-28ê Çileyê de li Stenbolê ye. Ji bo hevgiriya kûîran zêdetir be wê îsal şanîdanên di festîvalê de bêpere be.

Jiyana Bêxem KûîrFest li Stenbolê ye.

Festîvala ku di 12-19ê Çileyê de li Enqereyê destpê kiribû di 26-28ê Çileyê de bînerên xwe li Stenbolê diyariyê Muzeya Perayê, Navenda Çanda Fransayê û Feminist Mekanê dike.

Ji bo hevgiriya kûîran zêdetir be wê îsal şanîdanên di festîvalê de bêpere be.

Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:

Di Bin Keskesorê de

Ev beşa festîvalê şeş sal in bi heman awayî tê lidarxistin. Di naveroka vê bernameyê de îsal fîlmên ku festîvalên cîhanê de xelat girtine wê were nîşandan. Yek ji wan fîlmên balkêş Arianna (2015) ye ku promiyera wê li 72. Festîvala Fîlman a Venedîkê hat kirin. Di wê fîlmê de behsa pêvajoya naskirina beden û şewqa keseke înterseksî tê kirin. Di fîlma Sevdigim Ilk Kadin (First Girl I Loved, 2016) ku di Festîvalên Fîlman a Sundanceyê de hêjayî xelatê hatiye dîtin û derhênerê wê Kerem Sanga ye de bi ziman û helwesteke nûjen behsa evîndariya yekem tê kirin. Fîlma ku di destpêka festîvalê de were nîşandan Asla Yalniz Olmayacaksin (Nunca vas a estar solo, 2016) e ku ev fîlm jî di Festîvala Fîlman a Berlînê de hêjayî Xelatê  Teddyê hatiye dîtin.

Belgefîlmên Kûîr

Wê di vê beşa festîvalê de gelek belgefîlm werin nîşandan. Ciwanê Mêrxas (Real Boy, 2016) e ku di fîlmê de Bennett Wallaceyê ku serdema guhertina zayendê de ye û bi taybetî behsa têkiliyên wî û diya wî tê kirin. Di belgefîlma #BKKYê (2016) de roportajên bi gelek ciwanên xwediyê zayendên cuda tê kirin. Filmên din ‘Wê Niha Kî ji Min Hezbike?’ ye (Mi Yohav Otti Akhshav?, 2016) û Ne Yapti? (What He Did, 2015) ye.

Ji Amerîkayê heta Tirkiyeyê: Li ser şopa Baldwîn

Bijêra ku ji bo nivîskarê navdar û aktivîst James Baldwin hatiye amadekirin niha jî li Stenbolê ye. Di Fîlma Kirik Beyaz Laleler ku otobiyografî ye û derhênerê wê Ayhan Safoglu ye de û bi ser diyalogeke bi James Baldwin re behsa jiyana wê tê kirin. Wênekêş Sedat Pakay ku vê havîna borî canê xwe ji dest da wêneyên James Baldwin ên li Stenbolê kişandibû bi navê Ji Ciheke Din: James Baldwin (James Baldwin: From Another Place, 1973) kiriye belgefîlm. Filmeke din jî Zenciyê Baldwin (Baldwin’s Nigger, 1968) e. Ev belgefîlmên hanê wê li Muzeya Perayê were nîşandan.

qULT

Fîlmên di vê beşê de li Enqereyê bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin. Yek ji wan fîlman Portreya Jasonê (Portrait of Jason, 1967) e ku Ingmar Bergman weke “di jiyana min de fîlma herî balkêş e” dianî ziman. Fîlmeke din jî Jina Zebeş (Watermelon Woman, 1996) e. Di vê fîlmê de jî behsa nakokiya navbera bîr û arşîvê tê kirin ku fîlm di sala 1996an de li Festîvala Fîlman a Berlînê hêjayî Xelatê Teddyê hatiye dîtin.

Fîlmên Marie Losier li Navenda Çanda Fransayê ye

Du bêjerên derhêner û kûratora Fransayî Maria Losier piştî şanîdana li Enqereyê niha jî li Stenbolê ye.  Wê du bêjerên bi navê Pêriyên “Îlhamê ên Mariayê” û “Welatê Xewnan ê Marieyê” li Navenda Çanda Fransayê were nîşandan.

Rêzefîlmên Kûîr

Rêzefîlmên ku di salên dawî de jiyan û kesayetên LGBTIyan bi awayekî azad tînin ziman û li ser înternetê di platformên cuda de tê nîşandan di naveroka KûîrFestê de cih girtiye. Yek ji wan rêzefîlman Jin bi Jin (Féminin/Féminin,2014) e ku tê de behsa çîroka Bruno ji bo dîtina  birayê xwe yê ku bi salan e nedîtiye derketiye rê, tê kirin. Bruno dê vê pêvajoyê de dest bi naskirina bedena xwe dike. Rêzefîlma din jî Holik (The Nest, 2016) e ku di nav rêzêfîlmên LGBTIyan de sala borî bi eleqeyekê zêde hatibû pêşwazîkirin.

Bêjera Festîvala Fîlman a Glitch: Ezmê Bîrê

KûîrFest bêjerên ji sînemaya cîhanê û bernamevanên ji festîvalên cuda dike mêvanê xwe. Fîlma bi navê “Ezmê Bîrê” ji hêla Festîvala Fîlman a Glitchê ku navenda wan li Glasgowê ye ve ji bo Jiyana Bêxem KûîrFestê hatiye çêkirin, wê were nîşandan. Di fîlmê de behsa têkoşîna li dijî nijadperestî û zayendperestiyê tê kirin.

arşîva lûbûnan

Îsal di hemû bernameyên festîvalê de girîngî li ser bîr, arşîv û dîroknivîsiyê tê sekinandin. Her wiha di vê çarçoveyê de bêjerek jî hatiye amaedekirin. Bêjera arşîva lûbûnan hewl dide ku bersiveke lûbûnî bide polîtîkayên bîranîn û jibîrxistinê.


Tags: çand û huner
nefret