17/03/2012 | Nivîskar: Aksu Bora

Mêr li ku ketin dewrê, heke em li gor Tirkiyê bifikirin dîroka vêya ne pir kevn e, 10-15 salên vê dîrokê heye, qasî ku em dizanin ji dawiya salên 1970yî dest pê dike ev dîrok. Baş e, çawa dibe ku li ser mexdûriyetê peyva cinsiyetê bi mêrtiyê re hatiye bikaranîn, hemberiya vê yekê çi ye?

Krîza Mêrtiyê
Aksu Bora
Mêr li ku ketin dewrê, heke em li gor Tirkiyê bifikirin dîroka vêya ne pir kevn e, 10-15 salên vê dîrokê heye, qasî ku em dizanin ji dawiya salên 1970yî dest pê dike ev dîrok. Baş e, çawa dibe ku li ser mexdûriyetê peyva cinsiyetê bi mêrtiyê re hatiye bikaranîn, hemberiya vê yekê çi ye?
 
Patrîarko, ne tenê jinan mêran jî binpê dike, hin mêran pir xerab binpê dike, lê mêrên ku desthilatdar in jî bi awayekî mexdûr dike. Fahmkirina dijwartiya mêrtî ji bo mêrên desthilatdar jî, mêrêrn heteroseksueel jî, li Tirkiyê ji bo mêrên sunî jî ne ewqas zor r. Li gor min tenê li ser mexdûriyê siyaset kirin, ne helwestek rast e. Divê hun li ser rêya mafdariyê bimeşin, têkoşîna mafdariyê bikin û ev jî ne tiştekî kêm e an piçûk bê dîtin e. Em dizanin ku çiqas jiyanî ye. Lê divê em ji bîr nekin ku ev jî têrê nake. Ango ev mexdûrî û têkoşîna mafdarî bi serê xwe wek zemînek sûyasî ne bes e.
 
Baş e, sivê em ji ku lê binêrin? Heke em cardin lê vegerin, ez wisa difikirim ku dicê em wek prensîba civakê ya damezirênêr li pirsgirêka mêrtî binêrin; ev yek ji bo dinyayê û civaka modern jî wisa ye. Ezê hinekî qala modernîteyê bikim û hewl bidim ku qesta xwe bînim ziman.
 
Hun çiroka Freud Totem û Tabû dizanin ne wisa? Ji xwe qala civaka modern dike. Li deverekê qebîleyek hebûye, nabêje ku qala civaka modern dike, lê hun dizanin ku Freud îdeologê herî mezin yê modernîteyê ye, yek ji navê herî muhîm yê ramana modern e. Li deverekê qebîleyek hebûye, qala wê qebîleyê dike, bavê qebîleyê hebûye û hemû ji jî yên wî bûne; mêrên cîwan yê qebîleyê li hember bav serî hildidin. Hêdî hêdî hêrs dibin dixwazi jinan di nav hev de par bikin, pir hêrs dibin bavê dikujin, dixwin. Xwarina bavê tê wê wateyê ku desthilatdarî û hêza wî jî distînin. Bi vêya re mêr, mêrên ku birayên hev inwek lawên bavê xwe di nav xwe de peymanekê çêdikin ji bo parvekirina jinan. Lê di eynî demê de xwe pir gunehkar dibînin û ji ber tunebûna bavê dikevin rewşeke dijwar, bavê xwe dikin wek totemekî. Pîroziya totem û xwarina totem ya di merasîman de gava em li ser van rîtuelan bifikirin em ê bibînin ku bi vêya re têkildar e.
 
Aniha, çi têkiliya vêya bi modernîteyê re heye? Gava em dibêjin civaka modern, Kant çi digot? Îsanê modern gîhaştiye asta însanê têgihiştî yê şiyar bûyî. Ango dikarê bi heşê xwe tevbigere, berpirsiyariya xwe zanibe û dikare li biryarên xwe xwedî derkeve. Lewra jî însanekî hîn azad e, li gor ku berê qet nebibû azad e. Îsanê modern tiştekî wisa ye. Îsanê modern di eynî demê de yekî xemgîn e, lewra êdî bavekî ku ji dêvla wan biryayan bide û rêya rast û şaş nîşan bide tune. Heke biryarên xwe hun ê bidin, bedelek azadiyê wisa jî heye. Wê gavê em dikarin bibêjin ku rewşeke hinekî zor e. Him hun ê bêriya bavê xwe bikin û him hun ê jê nefret bikin. Hebûn jî tunebûna bavê jî astengek e. Civaka modern hinekî jî bi van taswas û dijayetiyan ava bûye. Li ser peymanek di nav birayan de ava bûye.
 
Gava em wisa lê binêrin, em nekevin nav gotinên Freud û hemberiyên wan aniha, wê ne pir bi wate be. Lê gava em modernîteyê wisa tarîf bikin, em ê ciyê mêrtî yê di nav de baştir fahm bikin.
 
Prensîba mêrtî ya di civaka modern de bi têkiliyên di nav biran de û ji ber van têkiliyan li ciyekî esasî ye. Ji ber vê yekê jî têkiliyên cinsî hatiye duyemkirin. Di serî de em bêjin têrxwarinî, têrkirina zik, sitendina mafên sendîqayî û gelek tiştên din, paşê jî cinsiyeta bi jiyana taybet re têkildar ne tiştên li ser sekinandinê ne, berevejiya wê ne tenê bi jiyana taybet re têkildar, bi hemû civakê re bi hemû tabetiyên civakê re têkildar dibe. Ew peyman li dij jinan di nav mêran de hatiye çêkirin û ew mêr wek bira wek lawên bavê xistiye astek bilind.
 
Em dikarin bi awayên cuda li modernîteyê binêrin. Gava em difikirin ku ji bo avakirina dinyayek çawa hewl daye, dava em wek avahiyên heşdarî û madî lê binêrin, dibînin ku dev ji giroveriyê berdane berê xwe dane tîkitiyê û ber bi çixêzên dûz meşiyane, dîrok wek tiştekî seranser dûz pejinadine. Paşê em dibînin ku –heke di dema gotîk de jî hinekî wisa be jî- mîmariya modern ber bi jor ve avahî çêkirine.
 
Him hemû huner him jî hemû dinya li ser dûztiyê kategorîze kirine, însanên modern tiştekî wisa ye. Ji ber ku di navbera heşê xwe û xebata dinyayê de têkildariyek çêkirine, gotine ku xebata dinyayê li gor heşê min e. Ji xwe heşê min bi xebata dinyayê re li hev e, ez dikarim dinyayê fahm bikim, rast binirxînim. Ev e dinyaya modern, rêçek din e. Kategorîze dike, di nav xwe de dike 3 perçe, dike 5 perçe, wan jî perçe dike wek perçeyên jêr, sîstemek wisa ava dike î ev sîstem pir aqilî ye, pir rasyonel e, ji ber ku wisa ye jî hewcedariya şidêtê pir e û pir tiştan li derve dihêle. Ji bo ku li derve bihêle ji xwe şidet hewce ye. Li vir jî em dibînin ku mêrtî di ciyekî çawa esasî de ye. Ji giroveriyê pirtir bi jinan re têkildar e ev tişt, li vir ev îşaret jî heye, wek “îşareta qûndetiyê”.
 
Aniha ev ne tenê li derve hiştina me ye, lê modernîte gava li derve dihêle jî ciyekî vedike, navekî lê dike, tenê li derve nahêle heke wisa ba em ê wê gavê azad bûna. Li derve hiştin qada azadiyê ya berî modernîtê bû. Li bajaran tiştên wisa hebû. Ew tişt, navê wî helbestvanê mezin çibû? Ciyên Bodler direviya û diçû wir, wênesaz rediviyan û diçûn wir, ciyên însanên li derveyî civakê mabûn bû. Lewra jî modernîteyê hîn ew der bi dest nexistibû, wek ciyên azadiyê yên mukemel dihatin dîtin.
 
Heke em ciyên ku tevgerên karker û anarşîstan lê dest pê kirine, ciyên rêxistinên sendîqayî lê hatine damezirandin bifikirin, ciyên wisa pir in. Lê gava di dinyaya moden de civak ket her deverê, her tişt û em hemû xist nav xwe, ango jin, homoseksuel, trawestî, transseksuel, her tişt û her kes xist nav xwe, ne mumkun bû ku em li derve bimînin û azad bin. Ev îhtimal û hêvî ji kok ve ji holê rabû. Ji bo me biryarekê didin. Ev biryar di nav demê de tê guhertin an cudatir dibe. Di civakên cuda de em tiştên cuda dikarib bibînin, binavkirin, ev pirsa navlêkirinê tiştekî pir muhîm e lê her dem em di hundur de ne. Ev li hundur bûna me bi awayekî girîng xistine nav şiklekî.
 
Gava em bi vê şideta di hundurê wê de ye, şideta di nav însanan, şideta însanan ya li dij xwezayê li civaka modern dinêrin, dibînin ku krîzek pir muhîm heye di nav de. Gelek cureyên vê krîzê hene û li gelek dever derdikeve holê. Hin ji mînakên vê krîzê wênesazên dema destpêka modernîteyê ne. Em bibêjin ew yên destpêkê ne. Taswas ji xwe taybetiyek felsefeya modern e. Ev ne tesadufî ye, lewra însanê modern însanekî newrotîk e, ne tenê ji bê mêran ji bo jinan jî wisa ye.
 
Gava em dibêjin ku mêrtî dameziranê vê civakê ye, qesta me ne tenê mêr in, em hemû jî bi awayekî tev li vê damezirandinê dibin. Haydariya me, hewldana ji bo çareserî û guhertina wê tiştekî siyasî ye. Gava em hîpnotîze dibin em dikarin bi awayekî din tevbigerin an na gava em lê ne miqate bin, em jin jî mêr jî di nav vê damezirandinê de ne. Taswas û newrotîka vê civaka modern jî tiştekî bi mêrtiyê re têkildar e.
 
Sala din, di 2009an de pirtûkek Zeynep Ergû hat weşandin. Nizanim ku kesî ji we xendiye an na. Navê pirtûkê ev e: “Ciyê ku mêr diçe wê” Sê romanên girîng yên li Tirkiyê hatine weşandin: Berf-Orhan Pamûk, Amak Îhsan-Oktay Omer, Bav û Pîç-Elîf Şafak. Di van her sê pirtûkan de krîza mêrtî ya di nav Tirkiyê de tê ziman. Ne tenê Tirkiye ketiye nav krîzek wisa, di wan demên ku guhertinek pir bi lez û bez pêk dihat, dinya serobino dibû, Tirkiyeya 70yî, ya 90î, di wan pirtûkan de ev krîz tê ziman. An jî em li Îngilîstanê ya ji dema Wîktoryen derbasî dema din dibe, ji sedsala 19. derbasî sedsala 20. dibe binêrin, em dibînin ku di wê dem û pêvajoyê de jî qala krîzek wisa dikin.
 
Ev krîza mêrtî ne tenê bi mêran re têkildar e, bi tevaya civakê re têkildar e, şideta di nav civakê de gûrtir dike û wek taswasek ku însanan di nav lêgerînan de dihêle derdikeve hember me. Heke em li romanên Tanzîmatê, Komarê, Yaqûp Qedrî binêrin an bînin bîra xwe, dibînin ku tim taswasek hebûye, em dibînin ku hewldidin ku bi rêyên kontrola jinan vê krîzê çareser bikin. Ango ne tenê pirsa namûsê, daxwaza ku mêr li jinên xwe xwedî derkevin e, ev hewldan an namûs prensîba serastkirina civakê ye.
 
Ji bo ku civak ji rê dernekeve modernîte civakê kategorîze dike, ciyê her kesî diyar e, ciyê jinê ev der e, ciyê mêr ev der e, formên di navînê de tune. Modernî tiştekî wisa ye. Lê em dibînin ku gava wisa dike, mecbûr dimîne ku bi wan re beramber bibe, bi wan re rûbirû bibe, her dem mumkun e ku krîzên muhûmtir derkevin holê, heta divê bi krîzên xwe jî rûbirû bibe. Çendek berê ji bo nivîsekê min cardin li pirtûka Yaqûp Qedrî nêrî, tiştekî ku berê bala min nekişandibû min dît. Pirtûka bi navê “Enqere” ji sê beşan pêk tê, beşa ewil qala têkçûyina Osmanî dike; çawa xera bûye, çawa ji hev ketiye, Steboliyan çawa bi biyaniyan re têkilî danîne û hwd. Dişibe ya “Qesra bi kirê”.
 
Piştî wê demeke derbasbûyinê ye, Komar hayiye damezirandin lê hîn jî li Enqerê hin tiştan xelas dikin, Stebol berbat e. Paşê qala utopyayekê dike. 20 sal derbas bûye, li ser jinekê re dibêje. Jineke bi navê Selma heye û sê mêr hene ku Selma di van her sê deman de bi wan re zewicî ye. Tiştekî wisa dibêje; di beşa sêyem de qala guhertin û tendurustiyê dike, cîwanên li stadyûmê civiyane wê damezirandina komarê ya 20. pîroz bikin, cîwan pir xurt in, bi bejn û bal in û hwd. Ji keçeke mêrê wê pê re têkildar e hesûdiyê dike, navê vê keçikê Yidiz e.
 
Keçikek pir sportîf e, him bi sporê him jî bi şanoyê re têkildar e, pir baqil û jêhatî ye. Jineke modern e lê ne jin e. Gava tu ji dûr ve lê binêre ne mumkun e ku tu fahm bike ku ew Yildiz e. Tenê gava serê xwe bi awayekî xwêl kir fahm kir ku ew Yildiz e. Di eslê xwe de ji lawekî ne cudatir bû. Ne sîng, ne hêt qet tu tişt tunebû û dişibiya hermafrodîtaya di peykerên Yûnanan de. Wek îdealekê qala vêya dike, ango di eslê xwe de wek lawekî ye, jineke bê cinsiyet e, nikare zarokan bîne dinyayê, ji xwe memik tune, hêt tune lê îdeal e. Mêrê wê di romana Yaqûp Qedrî de wek mêrekî cî stendiye.
 
Paşê Selma difikire, dibêje rast e, ev lez û ev pêşketin ji bo civakê hece ne, ji xwe ez qet tu carî nebûme keçek paqij. Dibêje ku ji xwe têkiliyek min a cinsî berbat bû. Hun jî dizanin ku ramana berbatiya têkiliya cinsî ramanek pir tirsdar e. Lê ew dixwaze çi bibêje? Hun jî dizanin ku di damezirandin û modernîkirina Tirkiyê de Yaqûp Qedrî mirovekî muhîm e. Goitnên wî ne tenê yên wî ne, perwerde Komarê ew pir dieciband, pir lê xwedî derdiket.
 
Çi di nav daxwazê de ye û çi li derveyî daxwazê yê, em li ser vêya bifikirin. Gelek tiştan li derveyî xwe dihêle. Ji serî de dilxweşiyê (haz) li derve dihêle. Ez qala dilxweşiya cinsî dikim. Heke têkiliya cinsî di rewşeke pir xerab de be, gotinên wek em zarok bînin dinyayê, sporê bikin, tendurustiya me baş be û hwd pir muhefezakar in. Lewra, hun dizanin wan şerekî dijwar li hember dîn meşandin. Bi civaka kevneşopî re şerekî dijwar kirin, lê hat dîtin ku muhafezakariyek din ava kirin, ketin nav taswasek dijawrtir û ji cinsiyetê tirsiyan.
 
Gava ji têkiliya cinsî ditirse, mêrê ku çêkiriye mêrekî çawa ye û di eynî demê de jineke çawa ye ew? Qet qala homoseksueliyê nake. Civaka berî moderniyê di eslê xwe de ji bo homoseksueliyê pir baştir bû. Lewra di moderniyê de jin û mêrên wisa hene, têkiliya cinsî li ser armancekê pêk tê û bi vî awayî dîrokekê li pişt xwe dihêle. Pişta xwe dide dîrokek pir mezin.
 
Têkiliya homoseksuelî bêyî ku navekî xerab lê bê kirin bi awayekî xwezayî didomiya, lê bi modernîteyê re li paş ma. Daxwaza Komarê ku homoseksueliyê li paş ve bihêle, ser wê bigre, heta heke mumkun be ji holê rake di eslê xwe de bi krîza mêrtî re têkildar e. Ji xwe homofobî jî bi krîza mêrtî re têkildar e, divê em wisa bibînin û bifikirin.
 
Di nav we de yên temaşeya “Geliyê Guran-Qûrtlar Wadîsî” dikin hene? Ez bi awayekî şermdarî lê temaşe dikim. Qasî ku hevalên min şermezar bikin ez temaşe dikim. Divê ez qeûbl bikim bi awayekî min cezb jî dike, him jî dixwazim bibînim ku ka çi dibêjin çi dikin, lewra jî muhîm dibînim. Ji bo çi? Xwendevanên min her êvara pêncşemê lê temaşe dikin û roja din tên niqaş dikin. Aniha jî “Ezel” derket holê. Ezel jî bi vî awayî temaşe dikin. Ji bo ku ez fahm bikim ku ka li wir çi dibêjin, min dît ku dinyayek mêran ya muthîş heye li wir. Lê di nav vêya de homocivakî, homoerotîk jî heye, bawer im we jî dîtiye.
 
Polat Alemdar bi awayekî saf li Abdul nanêre. Bi rastî jî ez aniha nizanim ku ez ê çawa qal bikim. Lê gava li ser maseyekê bi hev re rûdiniştin bi vî awayî, ango ji ber Abdul nabêna wî û jina wî xera bû, jêna wî bera Abdul da. Li pêşiya çîrokê tiştekî din heye. Abdul jî bavê keçikê kuştibû, tiştekî wisa jî heye, lê em dibînin ku li paş vêya têkiliyên erotîk yên di nav mêran de tên jiyin hene.
 
Baş e, zarok çima vê rêzefîlmê temaşe dikin? Hewcedariyê vê pirsê heye, ma qey ew vêya nabînin? Ma ev mumkun e? Bi awayekî sergirtî dibînin, lê qet nav lê vêya nakin. Ne ew nav lê dikin û ne jî gava hun nav lê dikin dipejirînin, lê jê haydar in. Aniha li vir navendek cazîbeyê wisa heye. Ev cazibe ji têkiliya di nav mêran de derdikeve holê.
 
Di Geliyê Guran de jin wek çi hene? Di eslê xwe de tunin, wek fîgurên negatîf hene. Tenê fîgurek pozîtîf heye ew jî dayikek e. Dayika Polat Alemdar bi her awayî ji cinsiyate xwe dûr ketiye. Ango heke bikarîbana ji vê cinsiyeta jinan û ji pirsgirêka cinsiyetê dûr bimana wê her tişt baştir û hêsantir ba. Lê hêlîkê cazîbeyek wisa heye. Lê li hêla din jî tirsek pir dijwar heye. Her gav qala mêrtiyê dikin. Ji raconê bigrin heta kirinê û li ser rûniştinê dibêjin.
 
“Ez ê bera nav lingên te dim”, “ez ê bera serê te dim”, ev gotinên “raconî” ne. Zimanekî wê yê wisa heye, her gav qala mêrtiyê dike. Lê divê em bibînin ku tiştê ku pir tê qalkirin tiştekî bi pirsgirêk e. Gava pir qala tiştekî tê kirin, li wir pirsgirêkek heye, ne tiştekî zexm û tekûz e. Ev tiştên îro li Tirkiyê pêk tên jî tenê minakên vê rastiyê ne. Em dikarin gelek tiştên din jî bibînin, wek di nîvîsa Zeyneb Ergun de di gelek nivîsên edebî jî de em dikarin li van mînakan rast bên. Em dibînin ku krîzek mêrtî ya girîng heye, şideta ji vê krîzê derdikeve ne tenê li hember homoseksuel û trawestiyan e, hemû civak beramberî vê şidetê ye. Baweriya min ev e; ev şidet bi vê krîza mêrtî re têkildar e, ji wê derdikeve holê.
 
Mîlîtarîzm, neteweperestî, maçên futbolê yên li her deverê, merasîmên şandina zarokan yên eskeriyê, ev tiştên li her derê derdikevin hemberê me, gûrkirina mêrtiyê ne. Her car dixwazin xwe ji nuh ve serast bikin, ji xwe bawer bin. Ji ber ku tirsa wan mezin e, pir ditirsin van tiştan dikin. Mixabin tu îstatîstîkên tekûz li ber destê me tune, lewra ez pir jê ne bawer im. Lê em nikarin bibêjin ku di van 20 salên dawîn de şideta li dij kesên LGBT pirtir bûye. Lê em dikarin bipên ku ev mumkun e, lewra ev yek bi tirsê re gûr dibe. Ev yek bi tehdîta li ser me re têkildar e. Ji bo me jî, ji bo femînîstan jî hat gotin, hun pê dizanin. Gotin ku jin derketine qadê dixwazin dinyayê biguherînin. Hemû keviran ji ciyên wan dileqînin û ev jî dibe sedemê tirsekê. Ev tirsa ku derdixe holê bi têgihîna mêrtiyê re pir têkildar e, wisa difikirim. Em vê krîzê li gelek ciyan dibînin, lewra ev krîz berfireh e.
 
Di van bûyerên rojane de, di nav me hemû jin û mêran de, di hemû tiştên me de rewşeke krîzî heye. Em dikarin gelek mînakan ji jiyana xwe jî bidin. Yeka din jî ev wateyên dinyayê ye, ev wateyên dinyayê di telewîzyonan de jî baş tê dîtin. Di sloganên partiyên siyasî de jî tên dîtin. Sererkanî yek ji wan saziyan e ku pirtir ev yek tê de dîtin. Li deverên cuda bi awayên cuda derdikevin hemberê me, lê divê em qala wê krîza ku êdî em nikarin qala qê nekin bikin. Ev çi îşaret dike? Dibe ku ev tiştekî pir tirsdar be jî. Dibe ku şidetê pirtirîn bike û cudatiyan ji holê rake jî. Dibe ku bibe sedem ku însanên jê rêzê jî seferber bibin an jî piştî serobinbûnîkê bibe sedem ku em bikaribin tiştekî nuh jî ava bikin. Bi kirin û kiryarên me re têkildar e, dibe wisa be jî ne wisa be jî, ji her rewşê re vekiriye.
 
Em ji bo viya çi dikin? Ez lewra him ji bo tevgera femînîst him jî ji bo tevgera LGBTT, bi taybet jî ji bo cinsiyetê van tiştan dibêjim. Ji bo her cure tevgerên muxalif dibêjim ku em di rewşeke krîtîk de ne, wisa difikirm ku ev rewşeke tevlihev û krîtîk e. Ev krîz wê çawa bidome, derketina ji vê krîzê mumkun e an na, bi çi awayî em dikarin vê krîzê çareser bikin, bersîva van pirsan ez jî nizanim. Ji xwe krîza mêrtî jî tiştekî wisa ye, lê em ê çawa bi vê krîzê re dom bikin bi hev re?
 

Ez li ser rewşa me jî difikirim; em çi dikin, çawa tevdigerin, ji vê pirsgirêkê em çi fahm dikin, ji bo wê em xwe li ku dibînin, li ser bersîvan van pirsan difikirim. Bi awayekî esasî tiştê ku siya mêrtiyê ye, gava em dibîhîzin dibêjin ku “dûr bimîne bes e”, lê ji hêlekê ve jî em guhê xwe didinê. Gava em qala van tiştên ewqas netameyî dikin, gelo siya mêrtiyê bi kîjan hêlê ve ye, pirsên wisa jî difikirim, dibe ku em dikaribin li ser tiştên wisa jî bipeyivin, ez wisa fikirîm. 


Tags:
nefret