17/03/2012 | Nivîskar: Fatih Özgüven

Di van demên dawîn de min dixwest di derheq mêran de tiştekî binivîsînim. Lewra ez Alexisa Marguerite Yourcenar û romana The Spell ya Alan Hollinghurst bi hev re dixwînim.

 Di van demên dawîn de min dixwest di derheq mêran de tiştekî binivîsînim. Lewra ez Alexisa Marguerite Yourcenar û romana The Spell ya Alan Hollinghurst bi hev re dixwînim. Hewce bi tarîfa Yourcenar tune; Hollinghurst hîn bi Tirkî nehatiye weşandin, lê bi taybet bi romana xwe ya duyem ya bi navê The Folding Star wek nivîskarekî Îngilîz û bi rastîn Ewropî ye... Lê her du pirtûk jî kêrî min nehatin.

 
Ez careke din bûm heyranê romana destpêkê ya Yourcenar, Alexis a ku wek nameya mêrekî ji jina xwe veqetiyaye hatiye nivîsîn pir hêja ye. Min Justin, Robin, Alex û Danny yên bi hev re di nav têkiliyên gîrîft û romantîk de ne û li baxçeyê zimanê Îngilîzî digerin jî pir eciband. Lê di dawiyê min dît ku ez ji zanîna jiyanê” ya di her du pirtûkan de jî aciz bûme. Heke mirov ewqas zanîna jiyanê berhev kiribe, hamû bersîvan bizanibe, qet tu tişt wê şaş nake, wê gavê çi hewce bi nivîsîna romanê heye, heta çi hewce bi jiyanê heye? Min xwe li ber van pirsan dît, ango ez “wek bûm” (Di van demên dawîn de ev gotin xweş ket nav Tirkiya me).
 
Min Yourcenar û Hollinghurst bi bêqusûriya wan ya krîstalî re terk kir û biryar da ku dev ji nîvîsê berdim... Di vê nabêbê de jiyana ku ez ne xwediyê zanînê wê me lê xwe bi tesadufên xwe bi min dide hezkirin, pirtûkek hîn nefspiçûk derxist hemberî min: Bi navê Affectionate Men albumeke fotoyan. (Gava tê gotin Mêrên jê tên hezkirin an jî Mêrên muşfîk wateya pirtûkê îfade nakin, ev rengdêr di vî zimanî de tevî herv tiştî jî/hîna/aniha ji wan mêran ewqas jî dûr neketiye.) Min dixwest ku sernivîsa vê pirtûkê bi wateya wê re li hev wisa binivîsanda: “Mêrên ji hev hez dikin”
 
Lewra, di pirtûkê de ji îcada fotoyan vir ve ji nav fotoyên bêhejmar hatine kişandin li dor 120 heb hatine hilbijartin; Di van fotoyên hatine hilbijartin de hevalên mêr yên bi mil, dest, piyên hev girtine, yên di hembêza hev de ne û xwe bi xwe ne –ev hemû rewş ne wek hev in- hene. Wateya têkiliyên mêrên di albumê de hin caran cinsî ye hin caran ne wisa ye; hin caran fedyok hin caran bi awayekî beradayî komîk; hin caran hembêzkirinek masûm hin caran jî bi awayekî erotîk in... Di van fotoyan de ya herî diyar û eşkere ev e; ji her çînê û temenê mêr bi pîvanên ji hev cuda bi hev re ne. Lê ez ji cidiyetê hez dikim, muhîm dibînim cidiyetê.
 
Ez ji nuh ve bi tundî li lehengê Yourcenar, Alexis vegeriyam. Alexis, bi awayekî îlahî qala biryardayina ji hezkirina mêran dikir: “... Heke ez wê sibê bi xweşikatiyekê re rûbirû bûme ne qepheta min e.” An jî hîn li pêş: “Hîn wê demê min fahm dikir ku, hestyarî tiştekî cidî ye; tiştê ku mirov xemgîn dike divê bi awayekî cidî em lê binêrin.” Niqaşa bi Yourcenar re ne hedê min e. Lê bi dengekî nizm ez dikarim bibêjim ku, zanîna jiyanê fetîşek e, dibe bibe wek mirêka dîkîzê an jî bibe wek prezerwatîfa ruhî.
 
Ji xwe Robin, Justin, Alex û Danny yên Hollinghurst jî, pir li pêşiya devera ku Alexis lê bûn, heke çiqas bi awayekî şermok nav lê hatibû kirin jî, tirsonekiya startejiya têkiliyên di nav jin û mêran de jî dijiyan: “Gelo wê kengî destê xwe bi min bike? Ez divê kengî destê xwe bi wî bikim, wê kengî destûrê bide ku ez wî bifirkînim?” Ez cardin li fotoyên ku mêr ji hev hez dikin vegeriyam. Mêrên di van fotoyan de, sal an sedsalê tê de jiyanin, wateya hezkirina wan ya li hember hev heke çi bin jî; wisa xwiya dike ku ji wendakirin an jî ji êş û kederan –tew ne be di wê demê de- natirsin.
 
Li gor min ew ji Alexis, Justin, Robin, Alex û Danny muhîmtir in, ez wan tercîh dikim. Ya herî muhîm ne dilxweşî û mêr, mêr û mêr, mêr û jin e; li gor min mêr û şefqet muhimtir e.
 
Heke giştîkirin be giştîkirin; şefqeta mêran ya wek bizotekî vêdikeve û vedimire, wek hemû kelecan û hestên wî yên ji bikaranîn û xapandinê re musaîd –li maçên fûtbolê binêrin- in, cardin jî tiştekî baş e. Hin caran ez bawer dikim ku şefqeta jinan “nîvê heşdariya” mirovatiyê ye, lê şefqeta mêran cudatir e, hîn zarokî û xwedîker e. Lê hêla din ewqas jî mezin nekin, xweşî jî ne pirsgirêgek ewqas cidî ye. Ne jî xemgînî. Ruh e gemarî dibe, bi omo re tê tê paqijkirin. Hemû mêrên di her rewşê de pir ji hev hez dikin; we kengî –derveyî qeşmeriyan- bi kîjan hêzê û bi şefqet hev hembêz kirin? (Ev nivîs ji bo Emer, Yildirim û Selîm e)

Tags:
İstihdam