17/03/2012 | Nivîskar: Ali Erol

Mêrê Heteroseksuel, Mêrê Homoseksuel, Mêrê Biseksuel... Ev kî ne?

MÊR: Li wir kes heye?
Mêrê Heteroseksuel, Mêrê Homoseksuel, Mêrê Biseksuel... Ev kî ne?
Di vê axaftina xwe de, ez ê hewl bidim ku pêvajoya mêrtiya homoseksuel ya li Tirkiyê bixwînim û rismê wê bikşînim.
 
Pêvajoya avabûna mêrtiya homoseksuel ya li Tirkiyê an berevajiya wê, avakirina homoseksueliya mêrên ku berê wan bi hevcinsên xwe re ne, berhemê dîroka tevgera homoseksueliya Tirkiyê ya 15-20 salên dawîn e.
 
Di nav rêxistinên Tevgera Homoseksuelên Tirkiyê de ya sereke Kaos GL ye. Sedemek derketina Kaos GL, rexneya çalak ya bi hêla civakê ya cinsî ye. Ji xwe armanca vê rexneyê avakirina utopyaya civaka bêcinsî ye.
 
Em wek Kaos GL, bawer dikin ku têkveçûyina desthilatdariya mêrtiya heteroseksuel mumkun e.
 
Ev têkçûyin nayê wê wateyê ku desthilatdariyek berevajî tê avakirin. Wek azadbûyina mêrên homoseksuel û yên heteroseksul divê bê fahmkirin.
 
Ne hewceyê gotinê ye, lê ji bo ku dilê mêrên heteroseksuel rihet bibe, ez dikarim bibêjim ku, ev guhertina ku wê rê li ber azadbûyina bi hev re veke, hewcedariya ku mêrên hetero dev ji tercîha xwe ya cinsî berde dernaxîne holê!
 
Em hemû wek “zarokên law” tên dinyayê!
 
Bawer im em hemû pêdizanin! Em di civakek heteroseksîst û di desthilatdariya mêran de dijîn. Lewra em hemû wek “zarokên law” tên dinyayê.
 
Ev “mêrtiya” ku em wek “zarokên law” mecbûr dibin tev lê bibin û pê re li hev bin, berî me û li derveyî me hatiye avakirin û meşandin.
 
Ev mêrtiya ku ji me tê xwestin û li gor wê em tevbigerin, wek ku bêdawî û ebedî ye, bi gotineke din wek ku qet nayê guhertin tê pêşniyar kirin.
 
Mêrtiya wek kategoriyek civakî.
 
Lê Mêrtî, kategoriyek civakî ye, tê guhertin û her dem ji nuh ve ava dibe.
 
Tevgera Azadiya Jinan, hek em bi vê wateyê bi kar bînin femînîzm û Tevgera Azadiya Homoseksuelî bi siyaset û çalakiyên xwe ev pêvajo diyar kirine.
 
Di van 15 salên dawîn de mêrên homoseksuel yên Tirkiyê, kêmtir ji mêrtiya xwe bi şik in û xwe wek mêrên homoseksuel û/an gey didin nasandin.
 
Gava gelek trawestî û transeksuel ray û ramanên xwe ji dil û can parve dikin, dibêjin ku ji 15 salên dawîn vir ve tv û ts yên “vegerok” û/an “jêkirok” her ku diçe kêmtir dibin.
 
Gelek ji mêrên heteroseksuel, diyar dikin ku êdî ji mêrtiya ku desthilatdariyê dide û/an tew ne be rantekê bi dest dixe betiliye, aciz bûye. Êdî vî gilî û gazinê xwe pirtir û hîn eşkere diyar dike.
 
Êdî di nav mêrên ku meyla wan ber bi hemcinsê xwe ve ne û/an yên sererast xwe wek homoseksuel tarîf dikin de, mêrtî û mêrokiyên nuh û cuda derdikevin holê.
 
Rewşa aniha
Baş e, rewşa ku aniha heye çi pêşberî me dike...
Mêrtiya ku aniha heye li kîjan derê zexm e...
 
Em pir bi dilxweşî dikarin bibêjin ku, li tev hemû gotin û çalakiyên desthilatdariya mêrtiya heteroseksuel jî, MÊRTİYA ku aniha heye ne yekpare ye.
 
Êdî em dikarin ji şûna mêrtiyê qala mêrokiyên ku mêrtiya aniha diparêze bikin. Ji xwe hey ev mêrokî wê di qanalên cuda de biherikin...
 
Em dizanin ku ev mêrtiya aniha, homofobiyê diparêzê û bi hev re li ser homofobiyê xwe ava dike.
 
Tam li vê derê em dikarin îmkanekê jî tesbît bikin; mêrtiya aniha ne tenê mêrên ku ne heteroseksuel in binpê dike. Di eynî demê de mêrên heteroseksuel yên ne di eynî qalibî de jî binpê dike û jiyanê li wan teng dike.
 
Mêrtiya aniha, li her civakê wek hev dernakeve holê, diyar nabe, bi gelek awayên ji hev cuda diyar dibe. Li gor rewşa civakê ya aborî, çandî, siyasî û hwd rewş tê guhertin. Ji ber van sedeman jî bi awayên cuda mêrokî diyar dibe.
 
Wek tê zanîn, ev pêvajoyên civakî ji bo homoseksuelan jî û ji bo heteroseksuelan jî girîng in, tesîrê li hemû mêran dike.
 
Tevî ku mêrtiya heteroseksuel ne yekpare ye jî heşê heteroseksîst, hîn jî mêrên homoseksuel wek “mêr” qebûl nake.
 
KÎJAN HOMOSEKSUELÎ? HOMOSEKSUELIYA KÎJAN DEMÊ?
Gava min dest bi axaftina xwe kir, min qala avabûyina mêrtiya homoseksuel ya di civaka Tirkiyê de kiribû. Min got ku berhemê Tevgera Homoseksueliya Tirkiyê ya 15-20 salên dawîn e.
 
Baş e, berî vê dîroka demkurt çi bû?
Bi awayekî berfireh ez dikarim bibêjim du dewran hene. Bi vî awayî jî em dikarin bersîva “kîjan homoseksuelî” û “homoseksueliya kijan demê” bidin.
 
Ji van ya yekem ev e; muhabetên qesir û himamên Osmanî. Ev muhabet rasteqîniya çandî û civakî ya bi efsane û fanteziyên oryantalîst re tevlihev bûye derketine holê.
 
Tu kesê ku nizane, nebihîstiye maye?
 
Pir bi hêsanî ji klasîkên Rojhilat-Îslamê yên dûz an edebî, em dikarin bigîhêjin hebûna homoseksuel ya di jiyana civakî û çandî de.
 
Baş e, her kes dikare li gor fanteziya xwe, li cîhanek ku mêrên Tirk yên bi kum û bi simêl an jî kose re tevbigere...
 
Dema duyem jî bi Komarê re dezgehî dibe.
Di eslê xwe de berî Komarê, di dema Osmanî ya dawîn de dest pê dike ev dema duyem.
 
Di vê demê de ji bo homoseksuelên Tirkiyê pêvajoyek veşirtî dest pê dike.
 
Realîteya homoseksueliyê, ji nav pêşketiyên burokrat tê qewirandin; êdî li qadên civakî û fermî qala homoseksueliyê ji holê radibe.
 
 “Homoseksuelî”, dikeve rewşeke gunehkarê bêguneh, ev rewş heta vê rojê jî dom dike.
Homoseksuelên ku êdî qala wan nabin, ji hemû jiyana civakî û çandî tên avêtin.
Jiyanên li koşeyên parqan, li hin himamên derdor mane tên hefskirin, bi awayên wek “bêehlak”, “nexweş” û “ji rê derketî” tên navkirin.
 
Li Komara Tirkiyê ya ku berê xwe daye Rojava, ev bi para homoseksuelan dikeve...
 
Di seranserê vê demê de, homoseksuelî, bi awayekî hîn rast têkiliya di nav mêran de, di nav mengeneya civakî û çandî de tê fetisandin.
 
Ev rewş dibe sedem ku jiyanek dualî derkeve holê.
Kesê homoseksuel, jiyana xwe ya civakî û çandî li gor norma jiyana mêrê hetero ava dike, mecbûrî vêya dibe. Bi vî awayî bêyî ku nav lê bike, bi dizî têkiliyên xwe yên homoseksuelî didomîne.
 
Gava ji xwe re nebêje ez homoseksuel im, li gor kategoriya mêrtiyê tevbigere, dikare tev li hemû saziyên civakî, ehlakî, olî û siyasî bibe, di binê sîvana wan de pir bi hêsanî jiyana xwe bidomîne.
 
Gava li gor rêç û rêzikan tevnegerin an jî ji bo ku wîjdanên durû rihet bibin, wek qurban tên hilbijartin, wek dînê taxê dibin “îbne”
 
12ê Îlonê!
 
Bi derbeya 12 Îlonê li Tirkiyê gelek tişt serobino dibin.
 
Wek hemû derdorên civakê mêrên homoseksuel û trawestî jî beramberî zor û zulmeke mezin dibin.
 
Yên ne durû, yên bi awayekî li hêla çekalan mane, bi darê zorê ji metropolan tên avêtin.
 
Bi vêya re, zor û zulma li ser trawestiyan di demeke kin de berevajî dibe. Zor û zulma li ser homoseksuel û trawestiyan ya polîsên ehlaqî, telewîzyona dewletê û saziyên fermî yên din, dibe sedem ku ev pirs pirtir derkeve ber çavan û bê dîtin.
 
Bi derbeya leşkerî têkiliyên civakî û çandî jî tê guhertin.
 
Rêxistinên hene û têkiliyên kuy van rêxistinan ava kirine, mecbûrî guhertinê dibin.
 
Kesên ku berê dengê wan dernediketin, mafê axaftinê bi kar nedianîn, li derdora têkiliyên desthilatdar xwiya nedikirin, bi awayekî nuh û bi dengên cuda tev li jiyana civakî dibin.
 
Dengên homoseksuelan jî wek yek ji van dengan derdikeve holê...
 
Hek îro jî ji bo piraya homoseksuelên Tirkiyê “out” bûn wek kabûsekê be jî, êdî gavek mezin hatiye avêtin.
 
Tevî ku gelek zor û zulm li wan hatibin kirin jî, rewşa homoseksueliyê ji xwe ne “sûc” bû...
 
Ji xwe êdî gunehbarkirina homoseksuelên ku bi xwe bawer û ji xwe razî ya wek bêehlaq, nexweş, gunehkar an jî jirêderketî kêrî tu tiştî nedikir.
 
Li wir tu kes heye?
 
Porê mêrê şoreşker û serhildanêr –ji xwe yê hetero- yê berî 80yî kintir dibû, yên jênakin jî wek teriya hespê dirêj dibû...
 
Bêyî ku tiştekî berevajî bê heş, mêrê ku porê wî wek teriya hespê ye an wek “entel” dihat dîtin an jî hek entelî bi dest nexistiba dibû “serjinik” an jî “îbne”
 “Serjinikên” ne “wek” Zekî Muren an jî Bulent Ersoy di eynî demê de hîndibûn ku ew jî “homoseksuel” in...
 
Dema axaftin û jiyana homoseksuel û gey ên ku li paş wan digotin “hila lê binêre” an jî “îbne” dest pê dikir...
 
Piştî ku homoseksuelan hebûna xwe ya cuda derxistin holê, mêrên hetero ji mecbûriyeta ku mêrtiya xwe îspat bikin xelas bûn...
 
Medyaya ku homoseksuel “nîvmêr” û “nîvjin” risim dikir, êdî qebûl dikir ku ev rismê li maseyê çêdike ne li gor realîteyê ye...
 
Mêrê hetero yê ku ji zû ve dev ji simêl berdaye û dest bi qusandina pûrta sînga xwe kiriye, diyar dikir ku di “cudabûnê” de sînornenas e...
 
Li hêla din, mêrên dev ji simêl û pûrtê berdane û hebûna mêrên maço ku bi mêran re dimînin, çalakiyên di binê sîvana homoseksuliyê de dewlemendtir dike...
 
Ji xwe divê em ji bîr nekin ku ev hemû pêvajo bi têkiliyên civakî, çandî, aborî û hwd re têkildar in, bi hev re dimeşin...
 
Hek ev çalakiyên guhertin û cudabûnê wek “pirsgirêk” bê dîtin an jî wek bêehlakî bê pejirandin, sedema vêya ev e; eşkere ye ku ji mêrên feqîr û belengazan jî homoseksuel derdikevin û ne kêm in.
 
Tê zanîn, gava mêrên dewlemend û bûrjûwa dikin, naxwazin bibînin an bibêjin, vedişêrin.
 
Ya hîn rast ev e ku, heta yên feqîr û reben nekin dengê xwe dernaxînin.
 
Gava di nav feqîr û rebenan de ev tevger tên dîtin, hawar û qîrîn dest pê dike.
 
Divê li vê derê em qeyd bikin ku ehlaqê desthilatdar çiqas durû ye...
 
Qaşo durûtiya jiyana çîna bûrjûwa veşirtî ye!
 
Ji trawestiya dawiya heftê heta “ji careke tiştek nabe” her tişt li wê cepheyê meşrû ye.
 
Hek tu jê re mazeretekê bibîne û ser wê binuxumîne, tu dikare her tiştî biceribîne, ya dawîn jî ji şer û lihevhatina te û nûçevanên magazînê re dimîne.
 
Hek yek ji wan bike ev macera ye, hek yekî feqîr bike ev jirêderketin e.
 
Hek yek ji wan bike ev dînitî ye, hek yekî feqîr bike soytarîtî ye.
 

Hek yek ji wan bike ew karê wî ye, hek yekî feqîr bike ev ne li gor ehlaqê civakê ye. 


Tags:
İstihdam