14/11/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Aktîvîstê LGBTIyê û parêzerê Selahattin Demirtaş Levent Pişkin, piştî ji hêla medyaya alîgirê hukimetê ve hat hedefgirtin, îro li Stenbolê hat binçavkirin.

Aktîvîstê LGBTIyê Parêzer Levent Pişkin hat binçavkirin Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Aktîvîstê LGBTIyê û parêzerê Selahattin Demirtaş Levent Pişkin, piştî ji hêla medyaya alîgirê hukimetê ve hat hedefgirtin, îro li Stenbolê hat binçavkirin.

Aktîvîstê LGBTIyê, rêvebirê rêxistina HDPê ya Stenbolê Parêzer Levent Pişkin piştî ku ji hêla medyaya alîgirê hukimetê ve hat hedefgirtin, îro li Stenbolê hat binçavkirin. Pişkin parêzerê Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş e. Wî bi Demirtaş re di 5ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê bi Demirtaş re hevdîtîn pêk anîbû.

Levent Pişkin endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) e ku di nav 370 komeleyên hatin girtin de ew jî heye. Pişkî weke aktîvîstê mafê mirovan tê naskirin.

Piştî wê hevdîtinê Takvim, Ulusal Kanal û Sabah di nûçeyên xwe de îdia kitibûn ku Pişkin wê peyamên Demirtaş ragihîne Almanyayê û bi vî awayî wî hedef nîşandabûn.

OHDê binçavkirina Levent Pişkin wiha ragihand:

Levent Pişkin bi talîmata Serozgeriya Bursayê ve hat binçavkirin û niha wî dibin wir.

Bi heman hincetê di 7ê Mijdarê de parêzerê bi navê C.K jî hatibû binçavkirin

Pişkin parêzerê komeleyên LGBTIyê ye û di komîteya Hefeya Rûmeta ya Stenbol LGBTIyê de jî cih digire. 


Tags: mafên mirovan
nefret