17/11/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Aktîvîstê LGBTI Levent Pişkin ku parêzerê Selahattîn Demirtaş e jî piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin.

Parêzer Levent Pişkin bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Aktîvîstê LGBTI Levent Pişkin ku parêzerê Selahattîn Demirtaş e jî piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi şertê kontrola edlî wî serbest berda.

Aktîvîstê LGBTI Levent Pişkin ku parêzerê Selahattîn Demirtaş e 2 roj ewil di serdegirtina mala wî de li Stenbolê hatibû binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de wî birine Bursayê û ew îro sewqî dadgehê hat kirin.

Li gorî agahiyên ku Parêzer Meriç Eyupoglu parve kir, Pişkin piştî îfadedayîna li dozgeriyê sewqî dadgehê hatiye kirin û dadgehê jî bi şertê kontrola edlî wî serbest berdaye.

Parêzer Rozerîn Seda Kip îro ji bianet’ê re axivîbû û got ku ji ber Levent Pişkin parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş e û bi xwe jî HDPî ye, derbarê wan xalan de pirsan jê kirine.

Çi bûbû?

Pîşkîn bûbû yek ji parêzerên Selahattîn Demîrtaşê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP). Piştî vê yekê duhî serê sibeyê di siet 05.00ê ew hat desteserkirin.

Ji beriya ew bê desteserkirin li hin desgehên medyayê yên wek Takvîm, Sabah û Ulusal Kanalê nûçe hatin belavkirin û hat dîyarkirin ku Pîşkîn dê gotinên Demîrtaşî ji bo propagandayê bide kovarên Almanyayê.

Levent Pîşkîn kî ye?

Ew parêzerek e ku di heman demê de aktîvîstekê LGBTyê ye. Yek ji birêvebirên HDPyê ye. Li Zanîngeha Bogazîçîyê masterê dike.


Tags: mafên mirovan
İstihdam