18/05/2015 | Nivîskar: Kaos GL

LGBTÎ yan di 1 Gulan cejna ked û tifaqê de li 25 bajar û navçeyê de bi dirûşma ‘Mafên LGBTÎ mafên sendikal in’ li qadan bûn.

LGBTÎ yan di 1 Gulan cejna ked û tifaqê de li 25 bajar û navçeyê de bi dirûşma “Mafên LGBTÎ mafên sendikal in” li qadan bûn.

 

Li çar aliye welat dijberên homofobî û transfobiyê 1 Gulan, Roja Ked û Tifaqê de bi alayên Keskesorê beşdarî pirozbahiyan bûn. Pirranî bajaran de tevgerên LGBTÎ cara yekem derketin kolanan û dan zanîn ku hewce ye ku têkoşîna li dijî heteroseksîzm û têkoşîna kedê piştgirî bidin hev.

 

Edenê: Li Edenê, LGBTÎ’an bi dirûşma ‘’Hevzayend im, qunek im li karistanê karker im’’ 1 Gulanê de li pişt panqarta ‘’Queer Adana’’ de derketin qadan û gotin ku tê hewl bidin ku di her warê jiyanê de em tê li dij homofobî û transfobiyê bitêkoşin.

 

Afyon: Li Afyonê Însîyatîfa LGBTÎ yan yekem car derketin qadan. Bi bangewaziya sendîkayan, dijraberên homofobî û transfobiyê beşdarî pîrozbahiyê bûn û alayên keskesoran vekirin.

 

Enqere: Di Roja Ked û Tifaqê, 1 Gulanê de, li Enqereyê  korteja LGBTÎ (lezbiyen,gey,bîseksûel,trans,înterseks) li pişt pankarta ‘’Mafên LGBTÎ yan mafên sendikal in‘’ de meşiya. Ew korteja ku bi Kaos GL, LGBTÎ-Lîse, ODTU hevgirtina LGBTÎ û Pembe Hayatê ve pêk hat, bi aliye xwendekarên SBFê bi diruşma ‘’Hûş nebe, bang bike, hevzayend hene’’ hat silav kirin. Tevgera Halkevleri jî bi pankarta ‘’Li ku yî delalo, liv irim delalo’’ piştgirî LGBTÎ yan kir.

Antakya: Kaws Kuzah LGBTÎ, li Antakyayê cara yekem bi dijraberên homofobî û transfobiyan derketin qadan.

 

Antalya: Pembe Caretta LGBTÎ, li qadê 1 Gulanê, parqa Aydin Kanzayê de bi pankart û alayên keskesor ve cihê xwe hilda. Dijraberên homofobî û Transfobiyê ya Antalyayê panqarta “Xwîşkên me jî li vir in” vekirin.

 

Dîlok: ZeugMadî LGBTÎ ji bo “kar, evin û azadî” li Parqa Yeşîlsuyê civiyan û ber bi Qada Îstasyonê ve meşiyan.

 

Êlîh: Keskesor Diyarbekir LGBTÎ, bi panqarta ‘Tevgera LGBTÎ li dij civaka bipol, têkoşînekî xweser e’’ tevli mîtînga navendî ya Êlîhê bûn.

 

Bursa: Dijraberên homofobî û transfobiyê cara ewil tevli pîrozbahiyên 1 Gulanê bûn bi Korteja Rengên Azad  û bang kirin  ‘li Bursayê me, delalê’’.

Çanakkale: Koma LGBTÎ ya Çanakkaleyê da ku ji mêtina zayendî, netewî û polî re bibêjin ‘’NA’’ 1 Gulanê de li qadan bûn.

Denîzlî: 1 Gulanê li Denîzliyê keskesor derket. Denîzlî LGBTÎ û malbatên wan cara ewil derketin kolanan.

 

Dêrsîm: Dêrsîm Koma LGBTÎ Roştîya Asme, him tevli li mîtînga navendî a li Batmanê bû, him jî beşdarî çalakiyên 1 Gulanê a li Dêrsîmê bû.

 

Edîrne:Koordînasyona LGBTÎ a Partiya Demokratîk a Gelan (PDG-HDP) jî li Edîrneyê bi panqarta “Karker û qunek dest bi dest, ber bi şoreşa zayendî” tevli 1 Gulanê bû.

 

Eskîşehîr: Ji Eskîşehîrê dijraberên homofobî û transfobiyê bi diruşma “Yasak Ne Ayol’’ê ve tevli pirozbahiya 1 Gulanê bûn.

 

Isparta: Li Ispartayê LGBTÎ yan bi PDG (HDP) re meşiyan û bang kirin bi dirûşma “LGBTÎ serî hildidin, em li qadê ne’’

 

Stênbol: Lİ Stênbolê polês êrîşê kedkarên ku dixwestin boneya pîrozbahiya 1 Gulanê ji Beşîktaş û Şîşlî ye ber bi Taksîmê ve bimeşiyan, kir. Hêvî LGBTÎ jî li Beşîktaşê li qadan bûn.

 

Îzmîr:Tevgerên LGBTÎ ya Îzmîrê da ku xuyabûna LGBTÎ zêdetir bikin bi navê Tora Hevgirtin û Keskesorê a Îzmîrê bi hev re meşiyan. Kortej ji LeGeBÎT, DEU Eşît Şerît, Koma LGBTÎ ya Îzmîrê, LGBTÎ-Lîse û Sîyah PEMPE UÇGENê ve pêk hat. Ahura LGBTÎ jî bi kortejekî din beşdarî pîrozbahiyan bû.

 

Qers: Li Qersê, Platforma li dijî Homofobî û Transfobiyê bi alayên Keskesorê ve beşdarî mîtînga 1 Gulanê bû.

 

Kocaelî: Însîyatîfa LGBTÎ ya Kocaeliyê cara yekem tevli çalakiya 1 Gulanê bû. Qomîteya 1 Gulanê, Însîyatîfê bi banga “Ji bo xuyabûna karkerên LGBTÎ em li qad in’’ silav kir.

 

Meletî: Koma LGBTÎ Keskesorê, “ji bo şoreşekî zayendî” tevli 1 Gulanê bû, bi keskesoran ve meşiyan.

 

Mêrsîn: Koma LGBTÎ ya 7 RENG, li Mersînê bi panqarta “Agirê LGBTÎ yê tê sermayeye bişewitine’’ li qadê bû.

 

Nîxde: Koma LGBTÎ ya Tîrên Keskesorê, Li Nîxdeyê cara yekem derket kolanan. Tevî erîşên li dijî 1 Gulanê, alayên Keskesorê li kolanên Nîxdeyê de gel silav kir.

 

Sakarya: Li Sakaryayê endamên LGBTÎ yan cara yekem bi HDP re derket kolanan û bang kirin “Patron ne ayol”.

 

Samsun: Liseli Öğrencî Birliği ya ku LGBTÎ bi alayên Keskesorê li qadê bû.

 

Tarsûs: Koma LGBTarsûs cara yekem derket kolanan,  bi dirûşma “Karker û hevzayend bi hev re”

 

Wan:Koma LGBTÎ ya Wanê, Ah Tamara 1 Gulanê de cara yekem bi alayên Keskesorê ve derket kolanan.

 

Dilmaç: Mîrzayê Biçûk 


Tags: mafên mirovan, jîyana xebatê
İstihdam