08/10/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Komela Kaos GL, di hefteya Mafên Mirovan de Sempozyûmekê pêk tîne û di vê sempozyûmê de dixwaze beşdarvan bang bikin û kû mafen LGBT mafek mirovan a bingehi ye.

Banga Sempozyûma li Dijî Cûdagirtinê a Duyem Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Komela Kaos GL, di hefteya Mafên Mirovan de Sempozyûmekê pêk tîne û di vê sempozyûmê de dixwaze beşdarvan bang bikin û kû mafen LGBT mafek mirovan a bingehi ye.
 
Komela Kaos GL di Hefteya Mafên Mirovan de li navbera 9-14 Kanûnê li bajarê Enqere (Ankara)  Sempozyûma Dijber Cûdagirtinê a duyemîn wê pêk bîne.
 
Sala par dîsa li Hefteya Mafên Mirovan li Baroya Enqere LGBT’iyan di qada tekoşîna maf û mafên civakî de 5 bername pêkanîbûn.
 
Îsal piştî niştinên kampûsê  Sempozyûma Dijber Cûdagirtinê 13-14 Kanûnê rojên înê û şemiyê li Navenda Hunêrên Nûjen a girêdayi Şarderiya Çankaya wê bê pêkanîn.
 
Kaos GL dibêje kû bi saya vê sempozyûmê em dixwazin zor û zextên li ser kesên LGBT’yî bidin xûyandin û li dijî van kiryarên cudagirtinê û heteroseksuelîst em tekoşîna mafên mirovan û piştgirtiyê xûrt bikin.
 
Kaos GL bi diruşma ‘Rizgariya Hevzayendan wê Heterosekselan jî Azad Bike’ di tekoşe û balê dikşîne kû hemû birdozî û ramanên li cûdahiyê ava bûyî ji hev hêz digirin û ji bo azadiyek tevahî girînge tekoşînek hevkar em derxînin holê.
 
Li dijî cudahiya nasname û dihebînên zayendî a di nav perwerdehiyê de
Kaos GL li 10 Kanûnê bi babeta Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ‘Sempozyûma Dijber Cûdahiyê’ li dardixîne û armanca wê ewe kû cûdahîyên kû LGBT’yî rûbirû di mînin ên di alîyê Perwerdehiyê, Xebatê, Tendûrîstiyê, Vehewînê û li Qadên Karûbarên Civakî de li gel civakên nefermî û bi beşdarbûna hemû alîgiran bi nirxîne.
 
Sempozyûma li dijber Cûdahiyê isal zêdetir wê li ser mijara ‘Di nav Perwerdehiyê de Dilhebînên Zayendî û Cûdahiyên Nasnameya Zayendî’ bisekine.
 
Komela Kaos GL dibêje kû Perwerdehiya Pêwîstî vedigûhere Pewîstiya Heteroseksueliyê û balê dikşîne ser pergala perwerdehiyê a pirsgirêkên xwendevanên LGBT’yî a di aliyê giyanî, civakî û çandî de roj bi roj mezin dike. Pirsgirêkên xwendevanên Heteroseksul li hemû aliyan de tên xûyan lê belê pirsgirêken xwendevanên LGBT’yî di bin dorpêçkirinek giyanî û fizikî gelek giranin.
 
Komela Kaos GL dixwaze rastiya xwendavanên LGBT’yî bê naskirin û ew polîtîkayên bi vî avayi bên darxistin din av pergala perwerdehiyê de wê bibin çareseri, aşitî û pêşveçûnên pirsgirêken xwendevanên LGBT’yî.
 
Di ”Sempozyûma Mafê Perwerdehiyê’’ de mafên perwerdehiyê û di nav perwerdehiyê de polîtîkayên civaknaskirinê ên xwendevanên LGBT wê bê gotûbêjkirin û bendewarî ewe kû di vê sempozyumê de , mamoste, dê û bav, perwerdekar, psîkolog, sendîkavan, LGBT û xwendevanên hevzayend û kesên di nav perwerdehiyê de kar dikin beşdarbibin.
 
Ji bo mafên civakî
Di Sempozyûma Dijber Cudahiyê a duyem de dîsa li gel LGBT’îyan û kesên di vê mijarê de têkildar û pispor mafên civakî wê bên niqaşkirin.
 
Sempozyûma Mafên Perwerdehiyê: Di nav perwerdehiyê Dilhebîna Zayendî û Cûdahiya Nasnameyên Zayendî
 
Mafên Kar û Xebatê: Jiyana Xebatê, Cîhkirin, Hêza Sendîkalî
 
Sempozyûma Mafên Bajar: Mafên Starbûnê, Zayenda Bajar û Şûnwaran
 
Sempozyûma Mafên Tendûrîstiyê: Ji nexweşiyê ber bi daxwazên Mafên Hevzayendan û Tekoşîna LGBT a li Dijî Newekheviyê
 
Sempozyûma Karûbarên Civakî: Ji Bo Kesên LGBT’yî Qadên Karûbarên Civakî
 
Komela Kaos GL, ‘Sempozyûma Pêşber Cûdahiyê’  li gel beşên akademiyê ên têkildar û li gel rêxistinên tekoşîna mafan di meşînin ên nefermî pêk tîne.
 
Banga Forma Akademîk
Di naveroka ‘Sempozyûma li Pêşber Cûdahiyê’ de  îsal 11 û 12 Kanûnê, li Kampûsa Cebeciyê a girêdayî Zanîngeha Ankara ‘Forma Akademîk’ wê bê çêkirin.
 
Komela Kaos GL ji bo amadekirina Formek Akademîk bang kir û ji endamên fêrbûnê , xwendevanên lîsansê, lîsansa bilind û doktorayê en li beşên Lezbîyen, Gay, Bîseksuel, Trans (LGBT) dixebitin û lêkokolînan çêdikin xwest kû danezanekê pêkbînin. Kaos GL demek dirêje dixebite kû Hêza LGBT û akademî bi hevre xebatên xwe xûrt bikin. Bi saya Forma Akademîk armanca bernamekê dide pêşiya xwe kû di nav de heteroseksulîzm, heteronormatiyite, homofobî, transfobî û teoriyên quer li gel nerîtên zanistî bên vekolandin û niqaşkirin.
 
Li hêlekê bendewarî ewe kû bi saya Forma Akademik li hêlekê LGBT û xebatên queer xûrt bibin li hêla din jî armanç ewe kû pêvajoya hilberînên zanistî di bin bingeha heteroseksuelîzm û homofobiyê carek din bên pirsyarî û ji nûh ve bên avakirin.  
 
Ew kesên dixwazin tevlî Forma Akademîk a di naveroka Sempozyûma li Dijî Cûdahiyê  roja 11-12 Kanûnê  li kampûsa Cebecî a girêdayî Zanîngeha Ankara wê pêk were  heta 18 Sermawezê pêwîste agahiyên xwe bişînin bilgi@kaosglderneği.org
 
Sempozyûma li Dijî Cûdagirtinê
Kaos GL Derneği: GMK Bulvarı, 29/12, Kat:6, Demirtepe/Kızılay - Ankara
Tel: 0312 230 0358 Faks: 0312 230 6277

Tags: mafên mirovan
İstihdam