23/05/2014 | Nivîskar: Kaos GL
Di bin naveroka Plansaziya Li Dijî Cudagirtinê Hevgirtina Keskesor ya bi rêveberiya Jiyana Kinûşk û Komaleyên Kaos GL tê meşandin wê Civîna Tematîk ya bi navê Zagona Tawanbariyê û Mohrkirina Malan’ li 24 Gulana 2014’ê li Amedê wê bê pêkanîn.
Di bin naveroka Plansaziya Li Dijî Cudagirtinê Hevgirtina Keskesor ya bi rêveberiya Jiyana Kinûşk û Komaleyên Kaos GL tê meşandin wê Civîna Tematîk ya bi navê ‘Zagona Tawanbariyê û Mohrkirina Malan’ li 24 Gulana 2014’ê li Amedê wê bê pêkanîn.
Di nav civînê de bi taybet li ser qadên pirsgirêkên kû xebatkarên seksê ên hevzayend rûbirû dimînin û ‘Zagona Tawanbariyê û Mohirkirina Malan’ wê bê sekinandin û ji bo rojên pêş plansaziyên xebatê wê bên amade kirin.
Em Jiyana Kinûşk û Komaleyên Kaos GL ji sala 2007’an û vir de bi awayek sîstematîk pinpêkirina mafên LGBT’iyan di şopînin û raporan amade dikin. Armanca me ewe kû li qada mafên bingehî ên wek lêdan, zordestî, mafê jiyanê, mafê veşariyê de li hêlekê em binpêkirina van mafan li hêla din jî ew dozên ji ber binpêkirina van mafan hatî vekirin û hêna berdewam dikin em bişopînin.
Wexta em van raporan amade dikin û binpêkirina mafên mirovan yên LGBT’iyan di şopînin serî da em pirsa ‘dadmendiyê’ dikin. Ber kû pinpêkirinên li dijî mafên kesên LGBT’yi pîranî bê cûrm dimînîn.
Kesên LGBT’yî lê aliyekê naxwazin eşkere bin û li aliyê din dizanın kû dadmendî (edalet) nayê cih û ji ber van sedeman serî li dadgehan nadin. Kesên kû serî li dadgeha didin jî di zanin kû di serî da ji ber meyl û nasnameya wan a zayendî wê bi cudagirtinê rûbirû bimînin û baş dizanın kû dadmendi bi vê nêrîn û hişmendiyê nayê cih. Ya rastî di serî de dizanin kû wê bibin ketî û bi awayek wiha dest bi pêvajoya darizandinê destpêdikin.
24 Gulan 2014 Civîna Amedê
Navnîşan: Kolana Lîsê Kûçeya 4. Baro Plaza No: 1 Yenîşehîr Amed
13.30 – 14.00 Tomar / Hevnasîn
14.00 – 14.45 Zagona Tawanbariyê / Mohrkirina Malan /
Li Herêma Amadê Pêvajoya Dadgehî
Parêzer Ahmet Toköz, Komeleya Piştgirtinê ya Jiyana Kinûşk Kaos GL
14.45 – 15.30 Nirxandin
15.30 – 16.00 Navber
16.00 – 16.30 Hevzayendên li Amedê Kedkariya Seksê Dikin
Öykü, Komaleya Hebun LGBT
16.30 – 16.45 Navber
16.45 – 17.30 Nirxandin û Plansaziya Xebatê
Lêçunên vê civînê di bin naveroka ‘Plansaziya Li Dijî Cudagirtinê Hevgirtin ya Keskesor’ bi destê Bernama Yekitiya Ewropa a Ramana Nefermî tê fînanse kirin.
Tags: mafên mirovan