03/01/2014 | Nivîskar: Kaos GL

Di dav deste ya nû ya Erdoxan de sê navên nû girîngin ji bo komelên LGBT yan.

Deste ya Nû di nav Angaştên Betîl û Bêrêtî de Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Di nav deste ya nû ya Erdoxan de sê navên nû girîngin ji bo komelên LGBT yan. Ew Bekîr Bozdax ji Wezaretê Dadî, Ayşenur Îslam ji Wezaretê Malbatî û Ramyarîyên Ciwakî, û Mevlut Çavuşoxlu ji Wezaretê Yekîtiya Ewropayê ne.  
 
Ji ber hêrsdarîyan di nav AKP de û hilbijartinên xwecihî jixwe hêvî hebûn ku desteya wezîran bê nûkirin. Lê bêguman, di vî nûkirinê de Pêvajo ya Bêrêtî ku Tirkiye pê hejîya gelek bandor e.
 
Sê kurê wezîran hatin binçavkirin û du ji wan hatin girtin, û navê wezîrê berê ya Yekîtiya Ewropayê Egemen Baxiş jî bi betîlan re hat behskirin. Lê bertekên bêexlaqî ku serokwezîr Erdoxan li dij demokrasî da, ji hemû yan zêdetir deng da. 
 
Çi Çêbû?
Erdoxan, dozger û polîsên bi Civata Fetullah Gulen re girêdayîne, hêzên derve û CHP yê tawanbarkir û got ew “derb a neferma” li ser wî diceribînin. Belam Erdoxan ji destpêkê de sê bertekîyan nişanda ku ji her alî hat sinarîn:
 
Gelek endamên ewlatî yê ku di nav wan de serdestê tekîldara lêpirsînê hebûn bê cih kir, di nav lêpirsînê de rêzname ya zabitayên dadî guherand û dema ka dirêj destê wezîrên ku naven wan bi bêrêtîyê ve hatibû bîranîn ji erk nekişand.
 
“Serdestê min, heke hûn guncaw bin, em bi dozger re ji bo lêpirsînê tê werîn mala we.”
Li Tirkiye rêvebirina sazîya kargerî ya zabitayên dadî bi rêbaza veqetîna desthilatîyan re bi biyanî girêdayî ye. Li Tirkiye zabitayên dadî ku rasterast bi dozgerîyê ve girêdayî ne tine. Gerînendetîya ewlatî ku li bin destê wezaretê hundir kar dike di dema lepirsan de polîs dide dozger.
 
Di nav van hemû dûrxistinê serdestan û guherînên rêzname de ev wezîrên ku kurên wan bi bêrêtî tên tawanbarkirin hefteyêk man li şuna xwe. Ji van wezîran, exlebî wezîrê hundir Muammer Guler ma li cihê xwe, lê sazîya ewlatî li bin destê wî dişixulê û ev rewş ligel rêbazê demokrasi hat dîtin.
 
“Eger Ez dev jê Berdim, Bila Serokwezîr ji dev jê Berde”
Ji van her sê wezîran, wezîrê derdor û bajarîtî Erdoxan Bayraktar bi alêkî ciyawaz dev ji erka xwe berda. Bayraktar hêlana ku ji wî hatibû xwestin neregihand û raya gelemperî bi hêlana xwe hisand. Bayraktar got “tev mijarên ku bi vî bêrêtîyê ve tên pardarkirin bi agahîya serokwezîr û şayist çêbûye. Eger ez dev ji erka xwe berdim, divê serokwezîr jî dev ji a xwe berde.”
 
Gelo Tê Deste ya Nû Xêr Be ji bo Welatîyên Hevzayend û Trans?
Erdoxan deste ya nû piştî dev berdanên wezîran berpêşkir.
 
Wezîren nû ya desteya nû, dirêjtirîn heta hilbijartinên giştî a 2015an tê mînin li ser erkê, lê di nav wan de sê wezîr ji bo komelên LGBT taybetin: Bekîr Bozdax ji Wezaretê Dadî, Ayşenur Îslam ji Wezaretê Malbatî û Ramyarîyên Ciwakî, û Mevlut Çavuşoxlu ji Wezaretê Yekîtiya Ewropayê. 
 
Wezîrê nû ya dadî, Bekîr Bozdax hefteyên borî de li ser Berxwedanên Gezî di qestaka veşarî de gotibu “Ewan li mizgeftê alkol vexwarin. Em jî, ji wan şeş kesan kuştin, sêzde kesan korkirin û bi hezaran kes birîndarkirin.”
 
Li ser newekhewî ya berpêbûnîya zayend û nasnameya zayend, û têkoşîn li dij LGBT yan, hêvî û pêwîstên mezin ji wezîrê nû ya Malbatî û Ramyarîyên Ciwakî, Ayşenur Îslam hene. Bi tene Îslam di nav wezîran de jine. Ji ber vê yeke, eger ew dixwezê tiştek bike li dij homofobî û transfobîya ku hereşê lezbîyen, gey, bîseksuel û transan dike, dikarê LGBT yen Tirkiye û wezîrê Yekîtiya Ewropayê, Mevlut Çavuşoxlu re bişêwirê.    

Tags: jîyan
İstihdam