23/10/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Bijîşkê li hemberî min hêj li rûyê min nenêrî , pirsgirêka min pirsî. Ji bo wan tiştê girîng ew nîn e ku hûn hevezayend in. Tiştê girîng ew e ku hevezayendiya we ji bo pergala leşkeriyê asteng be.

Di Pêvajoya Nûsafê de ji Bîr Nekin ku Hûn Hevezayend in Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Bijîşkê li hemberî min hêj li rûyê min nenêrî , pirsgirêka min pirsî. Ji bo wan tiştê girîng ew nîn e ku hûn hevezayend in. Tiştê girîng ew e ku hevezayendiya we ji bo pergala leşkeriyê asteng be.

 

Xwinerekî Kaos GL’ yê, yêku ji bo leşkeriyê nûsafa hevezayendiyê nû standiye dixwaze ji bo kesên dê wê nûsafê hêj nû bistînin harikariyê bike. Em niha wê guwahiyê dişinin.

 

Ez wê nîvîsê ji bo kesên hevezayend ên ku pirsgirên di derheqê leşkeriyê de dijîn bibim alîkar dinîvîsim. Çi ji destê min bê ez ê  bi dirêj û hûrgilî nûsafa xwe a hevezayendiyê û standina wê nûsafê vebêjim. Ez dixwazim harikariya wan kesan bikim yên ku hêj dest bi wê pêvajoyê nekirine.

 

Pêvajoya pêş nexweşxaneyê

Belgeyên ji bo roja yekemin hûn diçin şaxa leşkeriyê maxabin di kaxiza kut ê mala we de nanivîse. Gelek hevalên min ji ber wê sedemê çend caran bi mecbûrî diçin şaxa leşkeriyê. Tenê ji we re dibêjin nasnameya xwe hildin û herin şaxa leşkeriyê. Lê li wê derê hem gelek wêneyên biwasîqe hem jî bawernameya dibîstana herî dawîyê hûn lê mezun bûne dixwazin.

Pêşniyara min :belgeyên mîna nasname û bawernameyan pêşiyê amade bikin. 20- 30 wêne jî bil abi we re bin. Min belgeya rûniştgehê jî bi xwe re biribû. Lê nayê bîra mink a min bi kar anî an na.

 

Bikurtasî tiştên teqez divê li ba we bin :

i.        Celpnameya we a leşkeriyê (belgeya ku hatiye mala we)

ii.        Nasname û nûshayên wê

iii.        Bawername û nûshayên wê

iv.        Wêneyên biwasîqe

 

Eger sere sibê hêj wêj şûbe venebûyî 30- 45 deqîqeyan berê hûn li wê derê amade bibin wê ji bo we baştir be. Herkesî bi hejmarên diyarkirî hildin hundir û eger hûn derend mabin hûnê gelek bimînin li bendê. Piştî hûn ketin hundir we dişinin odeyên şûbeyên cuda. Eger belgeyên we tam bin kirariyên we piştî ku ku hûn bersivên nasnameyê didin û forma ku daye we hûn tije dikin bêpirsgirêk didomin. di formê devebijêrkeke mîna “sewqa nexweşxaneyê dixwazim “ heye. Divê hûn wê nişan bikin. eger karmend sedemê wê vebijêrkê bipirse hûn dikarin jê re bibêjin pirsgirên min ên derûnî hene. Min rasterast jê re got ez hevezayend im. Bertekên karmend nîşanî min didan gelek asayî bûn. Li gorî pergala kevin  piştî belgeyên ku hûn cihên cûda didin destnîşankirin û muhrkirindivê hûn zerfeke ku li ser wê navê nexweşxaneyê nivîsî û din ava wê de jî belgeya sewqê heyî bistînin. Lê êdî pesenda (tasdîq) bijîşkê malbatê jî dixwazin. Di heman rojê de sewqa we didin bijîşkê malbatê.  Hûn tene dibêjin pirsgirên min ên derûnî hene. Di heman demê de hûn destnîşaneke bi navê “ji bo sewqê guncaw e.” Distînin. Hûn bi wê belhê  dîsa vedigerin şaxa leşkeriyê. Wê carê hûn namînin li benda rêzê û hûn sererast diçin hundir. Ji bo nexweşxaneya leşkeriyê sewqê didin we. Eger hûn sere sibê zû dest pê bikin din ava rojekê de karên we xelas dibin.

 

Kirariyên kum in di “Şaxa Leşkeriyê ya Halıcıoğlu” de kirin , şandin “Nexweşxaneya Leşkeran ya Kasımpaşa’yê “ dîsa di heman rojê de bi armanca ku ez şansê xwe biceribînim ez çûm nexweşxaneyê. Mimareyek jîvanê dane min. Ez wê mimareyê geriyam û ji bo roja din min jîvanek stand. Bi wî awayî hûn din ava rojekê de gelek karên xwe diqedînin. Roja duyêmîn dema ku ez çûm nexweşxaneyê bijîşkekê pirsgirêka min pirsî û dema kuz anî ez hevezayend im j imin re got: “ ez ê te rasterast bişînim nexweşxaneya Haydarpaşa GATA’yê. Ji berk u gelek hevalên min ji Kasımpaşa ‘yê bê pirsgirêk rapora xwe standibûn piştî wê demê ez tirsîyam û nerehet bûm. Her çiqas ez nezanim ku rasterast ji bo Haydarpaşa’yê  sewqê çêdikin an  jî ew e tiştekî aîdî dewra min e ez dikarim ji we re bibêjim hewce nake ku hûn bitirsin. Tene pêvajo dirêjtir dibe lê bila dile we rehet be. Tene divê hûn bêhnfireh bin. Piştî lêkolînên min kirine êdî min zanî ku delîlên kevnare ên mîna “venêrîna anal û wêneyan” naxwazin. Li şuna wê hevdîtina malbatê çedikin. Ji berk u diya min û babê min nasnameya min a zayendî nedizanîn min xwe dîsa bêçare didît. Lê di wî mijarî de xwişka min hat alîkariya min. Roja yekem car ez çûbûm Haydarpaşa GATA’yê ew jî b imin re hat. Dîsa ez pêşnîyardikim ku divê hûn sere sibê wê dere amade bibin. Her çiqas pêşiyê agahiyê nedin we jî divê nasyarekê web i we re be . dema ku ji bo hevdîtinê dora min hat bijîşkê li hundir gazî xwişka min kir. Dê  bab , xwişk  bira an jî nasyarekê web i we re be jî dibe . min hinek kesên ku bi hevalên xwe re çûne jî bihîstine .dibe ku ew mesele mijûltir be jî lê dîsa jî “kesekê ku karibe we vebêje “ divê wê derê amade be.

 

Merhaleya yekemin: Hevdîtina malbatê

Bijîşkê ku dê we binêre bi hevezayendiya we pêbawer be jî ji bo ku hûn raporê birtînin divê bijîşk wê yekê li ser kaxizê îspat bike. Pirsen ku ji xwişka min hatin pirsîn bi wê armancê hatine amadekirin.

Hinek pirsen di derheqê min de hatine pirsîn:

 

i.        Cilên bireng li xwe dike ?

ii.        Cilên teng û en ku laşe wî peyt digirin li xwe dike ?

iii.        Aksesuarên mîna gerdane , berzenk û guharan bi kar diîne ?

iv.        Wesemê (maqyaj) dike?

v.        Helwestên wî ên femînen hene ?

vi.        Di jayana wî a zayendî de tukes heye?

vii.        Monogamî ye ?

viii.        Zarokatiya xwe heta niha wisa ye ?

 

Divê ew nasyarê we yê ji bo hevdîtinê hatiye rehet tevbigere û pirsan birehetî bibersivîne . xwişka min bersivên xwe birehetî wek klîşe bersivandin. Li gorî gotinên xwişka min carcaran ez wesemê dikim , ez ne monogamî me , bi malbatê re najîm , cilên bireng û teng hez dikim,gelek aksesuaran bi kar tînim, zarokatiya xwe heta niha wisa me. Pêşiya çend salan berê min rewşa xwe jê re gotiye. Bijîşkî ew bersiv hemû nivîsandin û qeyd kirin.

 

Maxabin ji bo ku hû nhevezayendiya xwe bidin nîşandin  aşkerakirin divê hûn li gorî wan krîteran tevbigerin. Min şalek teng û tîşûrtek pembe li xwe kirin. Berzeng û guhar min bi kar anîn.min pîçek jî spîyaw xwe da. Pêşniyar dikim divê hûn ne zêde wekî zilaman bin ne jî zêde femînen bin. Divê hûn teraza wê baş bizanin. Her çiqas pirî hevalên min j imin re gotibe rewşa xwe pirole bike jî min wisa nekir. Ez çawa bim wisa tevgeriyam .tene min di dîtina xwe a derveyî de hinek guhertin çêkirin. Ew guhertin bi kêrî karê min jî hatin.

 

Merhaleya Duyemîn:

Testên kesayetiyê û hevdîtinên bijîşkan piştî ku hevdîtinên malbatê xelas bûn û xwişka min çû ez çandim bînaya kelekê û j imin re gotin li wir bisekine. Bijîşka jin a ku hat ba min testek a ku bi 600 pirsan pêk tê da min. Ji min re got li cihekê nexweşxaneyê bibersivîne û dîsa bîne. Navê wê testê Enwantera Mînnoseta a Pir Bialî’ ye

 

Bersivên testê en erê an jî na ne. Ew teste gelek taybetmendiyên we aşkera dike. Maxabin li wir jî li benda wê ne ku hûn li gorî “ profîla klişe ya hevezayendî “ bersivan bidin. Mîna pirsen “Hûn ji fîlmên tirşe hez dikin? “ divê hûn bersiva nayê ;mîna pirsên “ hûn hez dikin bibin gulfiroş” divê bersiva erê yê bidin. Bi giştî divê hûn profîlek femînen  hestyar , qirofek  xêz bikin. divê bi malbatê re pirsgirêkên we hebin û wan pirsgirêkan jî binivîsin. 600 pirsên wê testê li ser înternetê hene . lê ez nizanim ka bersiva kîjan pirse çî ye. Ji ber wê yekê ez li gorî hestên xwe tevgeriyam û li nexweşxaneyê min pirs birehetî bersivandin. Jixwe divê hûn ji bîr nekin ku hûn hevezayendî ne. Tenê divê hûn wê rewşê pîçek din pirole bikin. û bersivên klîşetir bidin. Ew teste ji ber ku tenê hevezayendiyê napîve ; ew lehenga qirofek û femînen a ku hûn diafirînin divê hevgirtî bê xezkirin. Heman pirs bi curey.3en cûda tê dubarakirin. Ji ber wê yekê hevgirî giriîng e. Piştî ku we ew test xelas kir testeke din didin we. Testa mal- dar miravan . li wir, tiştê ku ji we tê xwastin ew e ku hûn bi pênêsekê bireng ê hişk li ser kaxizekê malekê darekê û mirovekê xêz bikin.piştî wî karî li gorî wêneyên ku we xêz kirine bi dehan pirsan hûn nîvisandî dibersivînin. Li wir jî tiştê ku hûn bala wxe bidinê çêkirina dawerên falî ne ( fallık sembol) ango divê hûn ji xêzên gilower xwe dûr biêxin û xêzên çik û mîna lebatên zilaman çêbikin. Eger hûn wisa bikin wê ji bo we baştir be. Li ser taqê malê baceyên mezin û çik; darên çiqên wan bilind dibin xêz bikin. hûn çi wateyê bidin mal , mirov û darê hûn azad in. Dem amin wêne xêz dikirin haya min ji pirsan nebû. Demabersivên xwe li gorî wî wêneyî didan. Divê hûn dîsa li wir jî aliye xwe ê femînen bidin avakirin.

 

Piştî wê testê min bi bijîşkek jin re hevpeyvînek çêkir. Ji min pirsî ka min pirsgirîkek heye en jî min  piştgiriya derûnî standiye an na . hevpeyvîn kin bû û ji ber ku bijîşkê din ê ku ez ê pê re biaxivim nehatibû j imin re gotin sibê dîsa were.

 

Roja din dema ku ez çûm ba bijîşkî bijîşk qet min nenêrî û j imin re got pirsgirêka te çi ye. Dema ku min jê re got ez hevezayend im j imin re got çima ew pirsgirêk ji bo leşkeriyê astengiyê çêdike ? divê ew bizanin ku pergala leşkeri li gorî we nîn e. Ji bo wan tiştê girîng ew nîn e ku hun hevezayend in. Tiştê girîng ew e ku hevezayendiya we ji bo pergala leşkeriyê bibe asteng.

 

Her çiqas ew ji we re bibêjin tu dikarî leşkeriyê bikî jî hûn ji helwestên xwe venegerin. Divê bersivên we biryadar û bêpirole bin. Ew hevpeyvîne jî pir zû xelas dibe. Piştî hevpeyvînê roja lijneyê (heyet) didin we. Roja min a lijneyê piştî du mehan bû.

 

Merhaleya Sêyemîn: Pêvajoya Lijneyê

Rojekê pêj roja lijneyê hûn bi hinek belgeyan û wêneyan diçin şaxa leşkeriyê.hûn careke din jî sewqa xwe dixwazin.  Roja heyetê divê dîsa sere sibê zû biçin û heta wê rojê çi belge dabin we gerek e hûn bi wan belgeyan re bikevin rêzê. Piştî wî karî kesên ji bo lijneyê hatine dişînin cihekê din. Navê bijîşkekê jî ji wan re dibêjin. Pêşiya lijneyê hevdîtinek dinê jî heye. Li wir bijîşkî ji min re got ka kesek di jiyana min de heye an na. Min jî jê re got kesên ku ez jê re hez dikim , diecibînim di jiyana min de ne. Ji ber wê yekê leşkeri min ditirsîne û min jê re got ji ber wê sedemê ez nikarim lejkeriyê bikim. Gava mine w yeke got , bijişkî gotinên min nîşe girtin û j imin re got li benda lijneyê be.lijne di odeyekê de ye û bi çend bijîşkanc pêk tê. Ez din ava odeyê de li ser sendelyekê  rûniştim. Wan pirs li imn kirin. Hevdîtin li ser kare min û hevezayendiya min bû  .hevpeyvîna me birehet û zû xelas bû. Tevgerên min pir xwezayî bûn û dema ku ez bibjîşkan re diaxivîm min din ava çavên wan  dinêrî. Dinava 2-3 deqiqeyan de j imin re spas kirin û ez derêxistim.

 

Piştî wê lijneyê we dişînin lijneya tenduristîyê . divê hûn netirsin ku hûn dîşsa diçin li hemberî ijneyeke din. Li wê dere tenê kaxizekê didin ve . divê hûn jî wê kaxizê bidin bijîşkê ku hûn pêş lijneyê pê re axivîne. Bijîşk hinek belgeyan dide we û ji we dixwaze ku hûn wan belgeyan li odeya kêlekê bidin destnîşankirin. Wê çaxê min di nava belgeyan de nivîsa : “ ji bo leşkeriyê guncaw nîn e . “ dît.

 

Her çiqas wan biryara we dabe jî ji ber formaliteyê  ji we re dibêjin hûn ê bersivê sibê bistînin. Hûn roja din  dîsa diçin cihê lijneya tenduristiyêû ji bo ku belgeya ku biryara dawî li ser nivîsiye bidin we hûn dimînin li bendê. Navê kê vexwînin ew kes tiliya xwe lê dixeû belgeya xwe distîne. Wê gavê dizanin ku ji leşkeriyê muaf bû ye an na. Piştî wan karan hemûyan tenê karekê we dimîne. Divê hûn dîsa biçin şaxa leşkeriyê û ew belgeya ku lijneya tenduristiyê daye we hûn didin pesinandin û radestî wan dikin. We dere belgeyeke derbasdar a ku rewşa we ya” ji bo leşkeriyê ne guncaw e “li ser nivîsi didin we. Belgeya resen jî piştî çend mehan heke hûn bixwazin dişînin mala we .an jî hûn dikarin li şaxa leşkeriyê jî bistînin.

 

Bêhnfireh bin xweşbîn bifikirin û xeyal bikin ku dema ew kirarî hemû xelas bûn hûnê çiqas rehet bibin.

 

Pêşniyara mine w e kyu hûn wan kirariyan hemûyan di demê de bi cih biînin. Divê hûn hevdîtina malbatê û beşa testan girîng bibinin. Lehenga ku we xêz kiriye û kesayetiya we tesîrê li ser tevger û bersivên we dike. Pêvajoyeke dirêj e û mirov aciz dike. Lê hewce nake ku hûn bitirsinû dilnerihet bibin.’ihtimala herî xerab ew e ku hevezayendiya we ispat nebe. Eger rewşeke wisa derkeve holê mafê we heye ku hûn wê biryarê îtîraz bikin û sewq xwe ji bo nexwweşxaneyeke din bixwazin.  Bisebr bin. Xweşbîn bifikirin. Xeyal bikin ku dema ew kirrî hemû xelas bûn hûnê çiqas rehet bibin.

 

Ez beriya wê pêvajoyê bêagahî û bitirs bûm. Min serî li sazîyên mîna Lambdî Kaos GL’ yê da û min harîkarîji wan xwast. Wan pir alîkariya min kirin. Hûn kengî xwe bêçare hîs bikin ji bîr nekin ku hûn dikarin harikariyê ji wan saziyan bixwazin. Ji bo wan kesên ku dê derbasî wê pêvajoyê bibin serkeftinê dixwazim. Hêwîdar im ku min karibe harîkariya we kiribe.  


Tags: mafên mirovan, leşkerî
İstihdam