14/01/2016 | Nivîskar: Yusuf Önal

Kaos GL daxuyand ku ew dê li dijî şer li cem aştîxwazan cih bigirin û piştgiriyê bidin Akademisyenên Aştîzwaz.

Ji Kaos GLyê ji bo Akademîsyenên Aştîxwaz piştgirî Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR

Kaos GL daxuyand ku ew dê li dijî şer li cem aştîxwazan cih bigirin û piştgiriyê bidin Akademisyenên Aştîzwaz. Komeleyê destnîşan kir ku aştî encax bi wekhevî û naskirina statuyê ava dibe, banga avakitina şertên muzakereyan kir.

Ji Tirkiyeyê û diyayê ji zêdetirî 1200 akademîsyen û lêkolîner li dijî qedexeyên derketina derve, ji bo dawîbûna şiddetê û destpêkirina muzakereyan metna bi navê ‘Em nabin hevparê vê sûcê’ îmze kirin.

Bi îmzekirina metnê akademîsyenan ji hêla Serokomar Erdogan ve weke ‘musvedde’ hat bilêvkirin û hatin hedef nîşandan. Piştre rêvebiriyên gelek zanîngehan derbarê akademisyenên ku îmze avêtine metnê de lêpirsîn da destpêkirin.

Tê zanîn ku di medyayê de li dijî akademîsyenên aştîxwaz gelek kampanyayên lînckirinê dane destpêkirin, ji hêla din ve Sedat Peker ku weke qatil, mafya û xwînrij tê naskirin û vê demê peywîra Abdullah Çatliyê JÎTEMê girtiye akademisyenan bi kuştinê tehdît kiribû.

Kaos GL: ‘Em piştgiriyê didin Akademîsyenên Aştîxwaz’

Kaos GL derbarê akademîsyenên aştîxwaz de daxuyanî da ragihand ku ew piştgiriyê didin banga akademîsyenan.

Kaos GLyê got: ‘Em weke Kaos Glyê piştgiriyê didin banga akademîsyenan û bang li hukimetê dikin ku bila bizivirin muzakereyan.’

Kaos Glyê wiha got: ‘Her roj bi agahiya kuştinan dest pê dike, bi hefteyan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiyê derketina derve tê qedexekirin, bi tang, top û çekên giran ve bajar têne dorpêçkirin. Di demeke wiha de parastina aştiyê li ser her kesî wezîfeyeke mezin e.’

‘Aştî bi wekheviyê ava dibe’

Kaos GLyê diyar kir ku aştiya civakî bi wekheviyê ava dibe û got: ‘Di vê serdema hanê ku şer gelek dijwartir bûye de aştiya civakî ji bo hemûyan weke nan û av e. Naskirin û wekheviya ku em ji civaka LGBTÎyê dixwazin, ji bo gelê kurd jî dixwazin. Ji bo ku dawî li kuştinan were çawa ku di meta Akademîsyenên Aştîxwaz de jî hatibû diyarkirin divê şertên muzekerekirinê were avakirin û hukimet nexşerêyeke ku ji daxwazên îradeya siyasiya kurdan pêk tê, ava bike.

‘Em nabin hevparê vê şerî’

Kaos GLyê di dawiya daxıuyaniya xwe de wiha got: ‘Em nabin hevparê vê şerî. Em li dijî şer parastina jiyanê dikin û em ê ji bo avakirina aştiyê berpirsyarî tevbigerin. Bila bi lez û bez ji bo aştiyê û dawîbûna komkujîyan pêvajoyeke muzakereyê ku hemû aliyên civakê bikaribin beşdarê bibin pêk were!’


Tags: jîyan
nefret