22/04/2015 | Nivîskar: Kaos GL

Pembe Ermenîstan û Kaos GL di ser sedsala komkujîya 1915 yan de bi daxuyanîyaka parmend, kesên hatibûn kuştin bîr anî û armanca dozê li dij homofobî, transfobî nîjadperestî û neteweparêzî diyar kirin.

Ji Pembe Ermenîstan û Kaos GL Daxuyanî Li Ser 1915 Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Pembe Ermenîstan û Kaos GL di ser sedsala komkujîya 1915 yan de bi daxuyanîyaka parmend, kesên hatibûn kuştin bîr anî û armanca dozê li dij homofobî, transfobî nîjadperestî û neteweparêzî diyar kirin.
 
Di 100 sala komkujîye de komelên LGBTÎ yên Ermenîstan ê û Tirkîye yê bi daxuyanîyaka hevkar kesên kuştî bîr anîn û mebesta xwe eşkere kirin ku ew têkoşîn ne tenê li dij homofobîyê û transfobîyê bidin, lê li dij nîjadperestî û neteweparêzî ji bi hevre doz bigrin. 
 
Pembe Ermenîstan û Kaos GL di daxuyanîya xwe de gotin ku komkujîya sedsal pêş tu car nayê borandin û telafîya wi tine, di berdewama daxuyanîya xwe de ewan got “Bi heftreng re rêya azadbûnê li dij neteweparêzîyê û li piştgirtîya rastîyê de diborê.”
 
Sed sal ewil li wî erdnîgarê tawanê kî herî mezin hat saz kirin ku heta niha ji bîr nebû ye û tu car lêborîna wi tinebî.  Karesat a Mezin / Meds Yeghern li ser çand, civak û aborîya gelê Ermenîyan bû sedema xemêkî gelek kûr. Di vî dema tevkujî de gelên Suryanî û Rûm jî bi birêkî bûne armanca tunekirin ê.
 
Di ser sedsala komkujîyê, em –komelên LGBT îyan ji Ermenîstan ê û ji Tirkîye yê ku doza dij homofobî û transfobîyê didin- bang li komela LGBT yan û raya gîştî dikin ku ew êdî berê xwe bidin restîyê û bi pê re rûbar bibin. Em banga xwe dubare dikin li hemî kesan, ku rûbarî bi birînên komkujîyê bikin û bi vî avayê, xwedî derkevin li jîyanên meyên ku bi neteweparêzî û bi ramyarîyên dewletê hatine tarî kirin.
 
Em Pembe Ermenîstan û Kaol GL, wek ku em berxedan li dij homofobîyê û transfobîyê di nav herêmê xwe didin, em kêmî ew qasî jî berxwedan li dij nîjadperestî û neteweparêzî didin. Ji bona vê yekê em, kesen ku berê sed sal ewilî hatine kuştin ji bîr tînin û kulên gelê Ermenîyên cîhane bi wan re dikişînin.  
 
Îro doz girtin li dij nîjadperestî û neteweparêzî gelek girînge ji ber ku ew dibin sedemê komkujîyê. Ev komkujîye ku li Ermenîstan, Tirkîye û bajarên herêmî bi destê civaka sivîl li ser homofobî û transfobîyê dijwartir dibe. Gotinên fermî ku pişt nîjadperestî û neteweparêzîyê didin, dibin sedemê sînorê navbera ne bi tenê welatan lê navbera gelan ji. Bi vî rengî têkbirina wan sînoran bi tenê bi alîkarî hev du kirinê de tê pêk be. Bi saya têkoşînên me wekhevî, dadmendî û azadî namînin nedîtbarî û tê jîyanên me rapêçînin. 
 
Ev tevkujî ji bo hemû mirovatîyê şermezarîyek e. Ev şerm û rêçên tevkujîyê pirsen pir zêde ji bo bersiv dane tînê pêşîya me. Ev pirsiyara Hrant Dînk (Derhênerê Çapemenîya Giştî ya Agos ê), kesê ku bi destê bîrûbawerîya 1915 an hate kuştin, hêj jî li benda bersiv danêye:
 
“Gelo wê em wek berpirsyarên karesata paşerojê tevbigirin, an em tê ji van xeletîyan fêr bibin û rûpelên nû ev car li gora mirovê şarmend bi nivîsînîn.”
 
Em, Pembe Ermenîstan û Kaos GL, tê bi têkoşînên xwe yê berdewam bersivên van pirsan lêgerin. Bi heftreng re rêya azadbûnê li dij neteweparêzîyê û li piştgirtîya rastîyê ye.
 
Pembe Ermenîstan & Kaos GL

Tags: jîyan
İstihdam