05/12/2013 | Nivîskar: Kaos GL

Atalay Göçer ê ku endamê KESKESOR a li Amedê ya ku saziyek LGBT ê ye rûdanên ku ji kîn û şideta HUDA-PAR’ê tên ji bo ‘kaosgl.org’ nirxand.

‘Em ji HUDA-PAR ê re bi şîara Îslama demokratîk şifaya xêrê dixwazin’ Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
“Em ji HUDA-PAR ê re bi şîara Îslama demokratîk şifaya xêrê dixwazin”
 
Tu hêla baş a ku di bin navê Îslamê û di ser LGBT yan re dixwaze eyarê bide Kurdan nîne. Demokrasî bi beşdarbûna hemû kesan ve gengaze. Atalay Göçer ê ku endamê KESKESOR a li Amedê ya ku saziyek LGBT ê ye rûdanên ku ji kîn û şideta HUDA-PAR’ê tên ji bo ‘kaosgl.org’ nirxand.
 
Serokê giştîyê huda-parê (ku wek partiya hizbullah tê zanîn) YAPICIOĞLU ji bo hevzayendan gotinên bi kîn û buxz anî ziman û gef li partiya HDP kir.
 
Serokê giştiyê HUDA-PAR’ê Zekeriya YAPICIOĞLU, bi mebesta ku tirsên xwe ê di derheqê pêvajoya çareseriyê de bîne ziman bi serokwezîr Erdogan re hevdîtinek pêk anî û li ser HDP ê jî wiha axivî; kî ên ku nexweşiyên derûnî û temayûlên jirêderketinê li ser navê azadiyê pêşkêşî kurdan  bike, ger bedela vê yekê bidin û wê bidin jî.
  
YAPICIOĞLU, di televîzyona HaberTurk’ê pirsên ku jê hatin kirin bersivandin û kesên LGBT’yî weke jirêderketî ilam kirin, HDP ya ku dixwaze  dibin navê azadîyê de van tevgerên wisa normal nîşan bide wê di nav kurdan de destekek cidî nebîne.
 
YAPICIOĞLU: “Li ser pêvajoya çareseriyê me bi serokwezîr Erdogan re hevdîtin pêk anî û ji bo pêvajoyê me pêşniyarên xwe anî ziman.” Piştî hevdîtina Erdogan û serokê HUDA-PARê Yazıcıoğlu li Batmanê Hudaparê êrîşek bi çekan bir ser alîgirên partiya BDP ê û ciwanek hate kuştin.
 
Li ser wê êrîşê, Pervîn BULDAN daxuyaniyek bi vî rengî da: Hefteya borî, partiya HUDA-PAR’ê ku têkildarê hîzbulahê bi serokvezîr Erdogan re hevdîtin pêk anî û ew êrîş çêbû.
Huda-par, ji bo cenga xwe a desthilatê Îslamê dike amûrê polîtîkayên netew-dewletê.
 
Endama  KESKESOR a Amedê ku beşa LGBT yê Atalay GÖÇER, ev rûdanên ku bi pêçandinek bi kîn û şîdetin  ji kaosGL.org re nirxand.
 
Abdullah ÖCALAN di nameya xwe ya Newroza Amedê de gotiye kurd û tirk ev 100 salin bi ala Îslamê ve, li ser biratiyê bi hev re dijîn. Li vê biratiyê de divê feth û pişaftin tune be.
 
Ev têgihîna Îslama demokratîk li dijî komên mîna El-Kaîde, El-Nusra ku li Rojava ketlîamê dikin, bi Îslamê re di nava xiyanetê de ne, zordar û deshilatparêstin e. Huda-par, jibo berjewendiyên xwe îslamê bikartîne.
 
“Gotinên tûj û rik xizmetî ola îslamê nakin, xizmeta berjewendiyên siyasî dikin”
“Ji kurdan re li ser  LGBT ê, bi ola îslamê re rêkirina kurdan tu sûd nayê wergirtin. Demokrasî bi beşdarbûna hemû kesan ve gengaze. LGBTİ’e yekgirtiyên wê pêvajoyê ne..çi dibe bila bibe ,ew gotinên tûj û rik xizmetî ola îslamê nakin, xizmetî berjewendiyên siyasî dikin”
 
“Heke zulm û zordarî refter be, em bêrefter in!”
LGBT yan dibêjin heke, zilm û zordarî refter be, em bêrefterin.Ji ber ku em li dijî zilm û zordariya li Kurdistanê û li Tirkiyêyê ne. Em di nav HDP ê de siyasetê dikin, di bin sîwara HDP ê de hemû beşên civakî siyasetbûna demokrasiyê dimeşînin. Ji ber vê yekê îslameke ku demokrasî di nav de tune be cihê wê di nav HDP ê de tune ye. Belê esasen Yapıcıoglu jî ev yek destnîşan kiriye  ”
 
“Em ji wan re bi şîara Îslama demokratîk şifaya xêrê dixwazin ”
Li Kurdistanê LGBT hene. Me zilm û zordarîya her awayî dîtîye. Em zarokên wî gelî ne. Têkoşîna me hevpar e. Em ji Huda-Par’ê re, bi mabesta îslama demokratîk şifayê dixwazin”    

Tags: jîyan
İstihdam