04/12/2013 | Nivîskar: Gülistan Aydoğdu

Polêsê bi navê Ahmet Şahbaz ê bersûcê kuştina Ethem Sarisülük duh li Enqere cara duyem nehate dadgehê û ew kesên ji bo dozê li deriyê dadwerxaneyê hatî cem hev polêsan bi qaz û ava birehî êrîş birin ser wan.

Parastina Kûjerê Ethem û Êrîşa li ser Gel Didome Kaos GL - Rûpela Nûçeyên Gey Lezbiyen Biseksüel Trans û Hevzayend KR
Polêsê bi navê Ahmet Şahbaz ê bersûcê kuştina Ethem Sarisülük duh li Enqere cara duyem nehate dadgehê û ew kesên ji bo dozê li deriyê dadwerxaneyê hatî cem hev polêsan bi qaz û ava birehî êrîş birin ser wan.
 
Berxwedana Gezî’yê de li bajarê Enqere polêsê bi navê Ahmet Şahbaz çalekvanê bi navê Ethem Sarısülük kuştibû û bi vî avayi li Dadwerxaneya Enqere li saet 09:00 rûniştina duyem destpêkir.
 
Girtina bersûcê kûjer hate red kirin
Polêsê bersûc tevlî runiştinê nebû û li nav eywana dadgehê kûçikên polêsan lêgerîna bombeyan pêkanîn.  Polêsan li laşê parêzerên bersûc negeriyan û hildane eywana dadgehê lê belê malbata Ethem demek dirêj li ber deriyê dadgehê hatin gîrokirin.
 
Dadgehê daxwaza girtina polêsê kûjer red kir û biryar da kû vegotinên Ahmet Şahbaz tenê bi deng û dîtina dijîtal bê standin. Rûniştina dozê  paşte avêtin 2 Kanûnê.
 
Rêxistinên LGBT ji bo Ethem dadmendiyê dixwazin
Ji ber hevdîtina Rêxistinên LGBT bi banga Kaos GL ji 11 bajaran endamên rêxistinên LGBT ji bo piştgiriya doza Ethem hatin ber avahiya dadwerxaniyê.
Li ser navê rêxistinên LGBT Ozan Uğur axaftinek li ser banê otobûsê kir û silav da malbata Ethem Sarisülük û piştevanên dozê. Uğur di axaftina xwe de balkişand ser hevpariya kûjerên Ethem û kûjerên kesên LGBT’yî.
Dema gel li ber dadgehê dayikek ji devera Çukurovayê hatî got, li vê derê kanûn lê dixe, dadmendî di lîze. Lê em qebûl nakin kû bi dadmendiyê we bê lîstin.
 
Li dijî Koma li benda kesên ketî dadgehê polêsan êrîşek kimyevî pêk anî
Polêsan xwestin li navbera malbatê, hevseroka HDP Sebahat Tuncel, parlementerê CHP Sezgin Tanrikulu û beşdarvanên din û girseya ji derve qût bikin û nehêlin bên cem hev. Dema dadgeh belav dibû polêsan anons kir kû girse belav bibe. Girseya gel jî got heta kû malbata Sarisülük em ji vir nebin em naçin û di vê gerembolê de polêsan bi qazên kimyevî û ava birehî êriş bir ser. Girseya gel ne karî ji qadê derkeve û tengijîn ji vê yekê hinek kes birîndar bûn.
 
Cihê kû Ethem lê hatî kûştin biryarîya xûrt ji bo daxwaza dadmendiyê
Piştî êrîşa hovane a qaz û ava kimyevî piştevanên dozê hatin cîhe Ethem Sarisülük lê hatî kûştin li ber Parka Güvenê hatin kom bûn û daxûyaniyek dan çapameniyê.
 
Heseroka Partiya Demokratik a Gelan (PDG) Sabahat Tuncelê di daxûyaniya çapemeniyê wiha got:
 
‘Ez ji vê derê bang dikim Wezîrê Karê Hûndir û Wezîrê Dadmendiyê. Ger hûn li pişt vî kûjerî nebin hûne li derheqa vî mirov zagonê bişuxûlînin û bidin destê dadrêsiyê. Em ji mafê xwê ê dadmendiyê desta nakşînin. Ger li doza Ethem dadmendî pêk were wê gavê ew kesên li Roboskiyê, li Berxwedana Geziyê, jiyana xwe ji winda kirî, kûjerên Medenî û hemû kûştiyên kiryar ne nas wê peyda bibin û dadmendiyêk esasî wê pêk were. Hingî kû êrîşên zordaran bidomin berxwedana me jî wê bidome. ’
 
Piştî daxûyaniya çapemeniyê Arzu Yildiz li ser navê Koordîsyona Parqa Gezi a Stenbolê got: ‘Me Parqa Geziyê ji Ethem re anî’ ev nivîs danî cihê Ethem Sarısülük lê hatî kûştin.
 
Ethem Sarısülük sala 1986 li bajarê Çorumê hatibû dinê, dem ali Pîşesaziya Oraganize a OSTİMê di xebitî li Berxwedana Gezîyê li bajarê Enqere gulleyek hatibû serê wî û piştî 14 rojan jiyana xwe ji dest dabû.    

Tags: mafên mirovan
nefret