14/10/2013 | Nivîskar: Ömer Akpınar
Li Parlementoya Ewrûpayê saza LGBT Intergroup li gel 150 parlementeran li ser mafên lezbîyen, gey, biseksûel û trans (LGBT) xebatê dimeşîne û îro daxûyaniyek çapemenî dan û Paketa Demokrasiyê rexne kirin.
Li Parlementoya Ewrûpayê saza LGBT Intergroup li gel 150 parlementeran li ser mafên lezbîyen, gey, biseksûel û trans (LGBT) xebatê dimeşîne û îro daxûyaniyek çapemenî dan û Paketa Demokrasiyê rexne kirin.
Hat gotin kû naveroka paketê de, pêşgiriyên LGBT’îyan ji zordarî û cûdagirtinê piparêze nînin û her wiha LGBT Intergroup got di nav li tawanên kerhî ji nûh ve hatine darxistin lê cîh ne dane mêl û nasnameyên zayendî û ev hêl ne hatiye nîşandan.
LGBT Intergroup gor Komela Kaos GL û Rapora Mafên Mirovan a 2012 nîşan da û got: tenê sala 2112 11 kûştinên kerhî, 8 êrîşên kerhî û lînç, lêdan, kiryarên nebaş, destdirêjî û êrîşên sîberî qewimîn. Di gelaleya Zagona Bingehî de di destûra li ser wekheviyê de her çiqas basa meyl û nasnameyên zayendî bê kirin jî ev destûr pûç û betalin.
“Ev Keysa Mezin ji destê Hukûmeta Erdoxan çû. “
Hevserokê LGBT Intergroup parlamenterê PA Michael Cashman got Enqere xwestekên Yekitiya Ewrûpayê girîng nagire û wiha şîrove wiha berdewam kir:
Li Tirkîye kûştînên kirêt û tomarên zordariyê ên li dijî LGBT’îyan tû caran bi destê zagonê ve nehatiye rawestandin û bi vî awayi Paketa Demokrasiyê fersendek mezin bû kû Hukûmeta Tirkîye ji bo parêstinek rast li ser kom û çandên hindik pêkbîne lê mixabin ev fersenda mezin ji destê hukûmetê filitiye.
“Gotin û Kiryarên Tirkîye Ne Yekin”
Berdestkê Serokê LGBT Intergroup û parlementerê PA Raül Romeva i Ruede nîşanda kû Komara Tirkîye îmze avêtiye bin Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê û biryar daye Komîteya Ewrûpayê a Civakî kû zagonên xwe ên li dijî cûdagirtinê bîne rêza YA.
Tirkîye peymanan dide û serde jî wexta dor tê lezbîyen, gey, bîseksuel û transa gotinên Tirkîye û kiryarên we hev nagirin û em ji vê yekê aciz dibin.
Tags: jîyan