10/12/2014 | Nivîskar: Kaos GL
Sendîkavan ji Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya), Elmanya, Holenda, Swîsre, Îtalya, Belçîka, Kîprosa Bakûr û Tirkiye tê li Enqere di ‘Sempozyûma Dij-Newekhewî’ de lihevbicivin.
Sendîkavan ji Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya), Elmanya, Holenda, Swîsre, Îtalya, Belçîka, Kîprosa Bakûr û Tirkiye tê li Enqere di “Sempozyûma Dij-Newekhewî” de lihevbicivin. Sêyemîn care ku ev sempozyûm tê sazkirin û îsal tê li Civînxaneya Tum Bel-Senê navbera 13 û 14 ê Berfenbarê bê rêxistin.
“Sempozyûma Dij-Newekhewî” tê li Enqereyê navbera 13 û 14 ê Berfenbarê di “Hefteya Mafên Mirovan” bi alikariya Komela Kaos GL yê pêk bê.
Di sala 2012, yekemîn cara sempozyûmê ku li ser mafên ferdan û mafên civakî bû pêk hatibû. Îsal jî tê pirsgirêkên sendîkan, LGBT yan, Jinan u Ciwanên Karker tê bê nîqaş kirin.
Ji Bo Azadbûna Bi Hev Dû Re Hêzên Hevpar Li Dij-Newekhevî
Armanca Sempozyûmê ev e ku piştgîrîya hêzên mafên mirovan li ber neyeksanîya heteroseksîstan li ser Lebîyen, Gey, Bîseksuel û Transan xurttir bike û vî neyeksanîyê kû di nav jîyana kedê de heye bînê ber çawan.
Peyvkerên ji sendîkayên heremî û navneteweyî, ji civakên mafên mirovan û ji civakên Yekîtiya Ewropayê tê bi axifin.
Bernameya giştî ku tê bi Yurî De Boer (Amojgarê Ramyarî ya Civata Ewropa ji beşên Berpêbûna Zayendî û Nasnameya Zayendî) û bi Ulrîke Lunacek (Hevseroka Navkomên Mafên LGBT yîyan ya Parlementoya Ewropa) dest pê bike wihaye:
3emîn Sempozyûma li Dij-Newekhevî
Civînxaneya Tum Bel-Senê
Navnîşan: Sümer 2 Sokak No: 29/7 Kat:4 Kızılay / ANKARA
13 ê Berfenbar, roja Şemî
13:30 – 14:15
Gotebêjên Vebûyîn
Yurî De Boer, Amojgarê Ramyarî ya Civata Ewropa ji beşên Berpêbûna Zayendî û Nasnameya Zayendî
Ulrîke Lunacek, Hevseroka Navkomên Mafên LGBT yîyan ya Parlementoya Ewropa (peyamêk li ser vîdeo)
14:30 – 16:00
Yekemîn Rûnîştin: Azmayîş li ser Mafên Sendîkayî di nav Sazîyên Civakan, LGBT yan, Jinan û Ciwanan
Pêşkêşkar: Ezgî Koçak, ji Komela Kaos GL
Salvatore Marra, Serokê Desteya Ciwanan ya Konfederasyona Sendîkayên Ewropa (ETUC)
Sandra Vermuyten, Berpirsiyara Beşê Wekhevî û Maf ji Sendîkaya Navneteweyî ya Xizmetê Gelemperî (PSI)
Dr. Peter Purton, Kongreya Sendîkan (TUC), Elîlî û Berpirsiyarê Sîyasî li ser Mafên LGBT yîyan.
16:30 – 17:30
Dûyemîn Rûnîştin: Azmayîşên Sendîkayî li Keyaniya Yekbûyî (KY - Brîtanya)
Pêşkêşkar: Kurşad Kahramanoxlu, Endamê Komela Kaos GL, Serkarê Berê ya Têkilîya Dervekarî ya Sendîkaya Unîson ê.
Phyll Opoku-Gyimah, Serek û Endama “Şanazîya Reş ya KY” û Berpirsiyar li ser Kampanya ya Sendîkaya Xizmetên Gelemperî û Bazirganî
Gethin Roberts, Endam ji “Komên Gey û Lezbîyen yê ku Piştgirîya Kankeranin”
18:00 – 19:00
Sêyemîn Rûnîştin: Azmayîşên Sendîkayî li Elmanya
Pêşkêşkar: Sevim Özdemir, Komên Sendîkayê ya Kaos GL
Anna Braunroth, Pêşêwirê Hiqûqê ya Ajansa Dij-Newekhevî li Elmanya
Detlef Muecke, ji Konfederasyona Sendîkayên Elmanî
14 ê Berfenbar, roja Yekşem
13:30 – 14:30
Yekemîn Rûnîştin: Azmayîşên Sendîkayî li Holenda
Pêşkêşkar: Marten Van den Berge, TIE-Netherlands
J. Vreer Verkerke, Endamê Heyeta Rêverberî ya Transgender Europe
Anya Wiersma, Serkara Tora Jinan ya Konfederasyona Sendîkayên Holenda
15:00 – 16:00
Dûyemîn Rûnîştin: Tevgerên Sendîkayî û Pirsgirêkên Jinan, Ciwanan û LGBT yîyan li Kîprosa Bakûr û Tirkiye
Pêşkêşkar: Türkan Karagöz, ji Encûmana LGBTÎ ya Izmîr Exîtîm-Sen Beşa 2yem.
Şazîye Kose, Hevsereka KESK ê (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Gelemperî)
Sakîne Esen Yilmaz, Sekretera Giştî ya Exîtîm-Sen (Sendîkaya Karkerên Perwerdehî û Zanistî)
Semen Saygun, Sereka KTÖS (Sendîkaya Mamosteyên Tirkên Kîprosê)
16:30 – 17:30
Sêyemîn Rûnîştin: Tevgerên Sendîkayî û Pirsgirêkên Jinan, Ciwanan û LGBT yîyan li Tirkiye
Pêşkêşkar: Berna Savci, Exîtîm-Sen Eskîşehîr, Koma Perwerdehî li Kaos GL
Belkis Yurtsever, Sekretera Jinan ya Sendîkaya Karkerên Rencber yê Tenduristî û Komalî
Meliha Beysulen, Sekretera Jinan ya Tum Bel-Sen ê
Sibel Özen, Peyana Ked û Karûbara Jinan (KEIG)
Emrah Kirimsoy, Komela Rojeva Zarok (Gündem Çocuk Derneği)
Mafên LGBT yîyan Mafên Sendîkayîne!
“Rizgarîya Hevezayendan tê bibe Azadîya Heteroseksuyelan ji” Kaos GL ku bi vî dirûşmê dest bi şixulîn xwe pêk anîye dibêje ji bo bi hev re azadîyê têkoşînên hevpişk girînge. Ew bang li herkes dike û dibê “Werin em hemû piştgirîya mafên LGBT yan bikin ji ber ku ev hîm mafê mirovane”.
Sempozyûma ku tê ji hemî kesan re vekirî be, tê bi zimanê Tirkî û Înglizi be wergerandin.
3yemîn Sempozyûma Navneteweyî li Dij-Newekhewî bi Debara “Mafên Mirovan li ser Kare! Li Tirkiye, Têkoşîn li ber Newekhevî di Jiyana Xebatê li ser Zayenda Komelî, Berpêbûna Zayendî û Temen” ku piştvanî ji DÎHAA (Navgîna Ewropayê ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan) distinê bi alîkarîya TIE Netherlands (www.tie-netherlands.nl) tê pêşkeş kirin.
3yemîn Sempozyûma Navneteweyî li Dij-Newekhewî, piştvanî li SIDA, Balyozxaneya Elmanya, Nûnergeha Tirkiyeyê ya Friedrich-Ebert-Stiftung û Tum Bel-Sen ê distînê.
Tags: mafên mirovan, jîyana xebatê